• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KÎDê du panel li dar xistin

Navenda Nûçeyan / AW

8 ÎLON 2025 - 15:01
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Kongreya Îslama Demokratîk (KÎD) xwest ku pergaleke nenavendî  ji bo Sûriyeyê bê pejirandin.

Di çarçoveya civîn û panelên ku bi armanca şîrovekirina nêrîna xwe li ser siberoja Sûriyeyê li dar dixe de, Meclisa Jinan a Kongra Îslama Demokratîk panela bi sernavê “Nêrîna siyasî û olî ya Kongreya Îslama Demokratîk der barê siberoja Sûriyeyê de” li Parka Xwendinê ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê li dar xist. Ji bajarên Hesekê, Şedadê, Dirbêsiyê, Hol, Til Temir û koçberên ji Serêkaniyê bi dehan nûnerên Meclisa Ol û Baweriyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî panelê bûn.

Di panelê de 3 mijarên sereke hatin şîrovekirin. Mijara yekemîn bi sernavê “Nêrîna olî û siyasî ya Kongreya Îslama Demokratîk ji bo avakirina Sûriyeya nû” ji aliyê endama Koordînasyona Jinan a Kongreya Îslama Demokratîk Xilûd Ebdo ve hat şîrovekirin.

Xilûd diyar kir ku divê piştgiriya hewldanên lihevhatina di navbera Sûriyeyan de were kirin, çanda diyalogan di navbera mezheb û olan de were xurtkirin, rola jin û ciwanan pêşxistin û çavdêrî li xîtaba olî were kirin û ji nîjadperastî û mezhebperestiyê were rizgarkirin.  Xilûd anî ziman ku divî li Sûriyeyê pergaleke nenavendî were pêkanîn ku mafên hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê  û mafên olî mîsoger bike.

Endama Meclisa Jinan a bajarê Hesekê ya Kongreya Îslama Demokratîk Ezîza Hiso jî mijdara duyemîn a  bi sernavê “Banga ji bo zanînê”   şîrove kir. Ezîza anî ziman ku Îslam banga aştiyê dike, demokasî jî banga heman tiştî dike, lew ra di vî mijarê de nakokî di navbera herduyan de tune ye.

Mijara sêyemîn a panelê “Hevgirtina Al El Beyet” ji aliyê rêvebera Nivîsgeha Jinan a Hevgirtina Al El Beyet Xilûd Şêx Îsa ve hat birêvebirin. Xilûd qala hêmanên sereke yên ola îslamê û rola Al El Byet di dîroka îslamê de kir. Her wiha Al El Beyt wekî “hêmanên olî, civakî û çandî yên xwedî wateyên kûr di dîroka misilmanan de” pênase kir.

Piştre beşdaran jî li ser mijarên panelê nêrînên xwe anîn ziman. Hate gotin, peyama Medîna El Munewara ji bo avakirina Sûriyeya siberojê ya li ser bingehên demokasî, hevgirtina hemû pêkhate û mezheban û mîsogerkirina mafan çareseriya herî guncaw  e.

Kobanê

Kongreya Îslama Demokratîk şaxê kantona Firatê bi heman mijarê panelek li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya li bajarê Kobanê li dar xist. Bi dehan endamên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdarî panelê bûn.

Piştî rêzgirtinê, hevserokê Kongreya Îslama Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îbrahîm Elî El Mihemed rewşa siyasî nirxandin û got: “Bûyer û geşedanên ku li Sûriyeyê rû didin, jîngehek ava kir ku bi navê îslamê mirov tên qetilkirin, îtîraf bi mezheb û neteweyên din nayê kirin. Ji ber vê yekê çareserî di îslama demokratîk de ye.”

Endamê Kongreya Îslama Demokratîk a Bakur  û Rojhilatê Sûriyeyê Ebdulkerîm Saroxan jî anî ziman ku rêgezên îslama demokratîk hemû tiştên qenc û erênî qebûl dike û wiha got: “Rêya çareseriyê di îslama demokratîk de ye. Di dîrokê de em bûn şahid ku bi navê îslamê kuştin û belavkirina tevliheviyan hatin kirin. Îro jî heman tişt dûbare dibin. Lew ra divê em îslama demokratîk a rasteqîn bipejirînin.”

Panel bi nîqaşan li ser rewşa îslamê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne