• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keziyên jinên li Rojava dê bibe dawiya xeyalên dijminên Kurdan

Amed / AW

26 ÇILE 2026 - 17:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Platfotma Saziyên Demokratîk a Amedê ji ber êrişên li ser Rojava daxuyanî da û got: “Keziyên jinên li Rojava dê bibe dawiya xeyalên dijminên gelê Kurd.”

 

Platforma Saziyên Demokratîk ya Amedê têkildarî êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê daxuyanî dan çapemeniyê. Daxuyanî li qada Şêx Seîd hate dayîn. Hevserokên DEM Partiyê yên Amedê, Hevserokên DBPyê yên Amedê, hevserokên Şaredariyên navçeyên Amedê, OHD, Dayikên aştiyê, TJA û gelek nunerên saziyên sivîl û welatî tev li daxuyaniyê bûn. Destpêkê polisan bi hinceta qedexeyê destûr neda girseyê lê belê piştî israra dayîna daxuyaniyê dorpêça polîsan hat şikandin.

‘Berxwedana Kobanê di gewriya wan de diriya rêş e’

Daxuyaniyê Ruçem Vefa Elyakut xwend. Ruçem Vefa Elyakut di daxuyaniyê de destnîşan kir ku li Rojavayê Kurdistanê êriş tên kirin û got: “Ev bi rojan e li ser gelê me yê Rojava êriş û komkujiyên hovane û xwînxar didomin. Çeteyên DAİŞê li ser navê artêşa Suriyê êrişên xwe li ser hebûna gelê Kurd dikin. Ev êriş bi piştgirî û plansaziyê dewletên hegemonîk û dewletên herêmê tên kirin. Bi van êrişan dixwazin hemû deskeftiyên gelên Rojava û yekitiya gelan têk bibin û dijminatî di nav gelên li heremê de çêbikin. Em van êrişên hov şermezar dikin. Piştî êriş û dagirkeriya Helebê, Reqayê û Dera Zorê, îro jî êrişên xwe li ser Kobanê dikin û dixwazin tola serkeftin û lehengiya Kobanê hilînin. Berxwedana Kobanê bûye diriya rêş û di gewriya wan de maye. Lê belê çawa ku DAIŞ deh sal berê li ber deriyên Kobanê têk çû, wê îro jî ev êriş û komploya navdewletî û xeyalên çeteyan carek din têk biçe. Ev jî bi yekitî û piştgiriya gelê Kurd gengaz e.”

‘Keziya jinên Rojava dê bibe dawiya xeyalên wan’

Di berdewam daxuyaniya xwe de Ruçem Vefa Elyakut diyar kir ku dilê hemû jinên Kurd bi berxwederên jin û Kurdên li Rojava re diavêje û wiha got: “Ew keziya jinên Rojava bibe dawiya hemû xewn û xeyalên dijminên Kurd. Bi vê wesileyê em careke din êriş û komkujiya êrişkarên hov lanet dikin û dibêjin, Kurdên Rojava û Kobanê ne bi tenê ne. Bijî berxwedana Rojava.”

‘Kurd jiyana bê statû qebul nakin’

Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan Çîftyûrek bal kişand li ser berxwedana Kobanê û berxwedana gelê Kurd û ev tişt got: “Kobanê dûh azad bû, îro azad e û dê sibe jî azad be. Kî îro li Rojhilata Navîn de bê Kurdan siyasetê bimêşîne wê têk biçe û şaş e. Kurd êdî di Rojhilata Navîn de îro û şûn ve bê statû, federalîzm û bê xweserî jiyanê qebul nakin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” , “Yeke, yeke Kurdistan yeke” , “ Jin jiyan azadî” û “Şehît namirin” dawî bû.

 

Etîket: Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Sînan ÇîftyûrekPlatforma Saziyên Demokratîk ya AmedêRuçem Vefa Elyakut
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

Siyasetmedaran ji bo meşa ‘Gavek ji bo aştiyê’ banga tevlibûnê kir

14 GULAN 2026
Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

Li Amedê banga ji bo 1ê Gulanê: Em bi kedê ber bi azadiyê ve dimeşin

25 NÎSAN 2026
Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

Qada Newroza Dîrokî li benda gelê Kurd e

20 ADAR 2026
Çalakîyanê ma asteng kenê: Ka way û birayî?

Banga ji bo meşa li Amedê: Werin em Kurdistanek azad ava bikin

14 SIBAT 2026
Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

Ji bo mitîngê bang kirin: Heta birêz Ocalan azad nebe pêvajo nagihe armancê

15 ÇILE 2026
Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

Amed carek din mazûvaniya mitîngeke dîrokî dike

24 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne