• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Rapora AKPê li dijî ruhê pêvajoyê ye

Bîlal Guldem / AW

14 KANÛN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir naveroka rapora AKPê ya derheqê pêvajoyê de ku bi rêya çapemeniyê hate belavkirin rexne kir û got: “Rapora AKPê xizmeta çareseriyê nake. Rapor li dijî ruhê pêvajoyê ye. Her wiha divê tavilê qanûnên aştiyê û azadiyê jî werin amadekirin.”

Hemû partiyên ku endamên wan di Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevtirgina Milî de cih digirin, raporên derheqê pêvajoyê de pêşkêşî Serokatiya Meclîsa Tirkiyeyê dikin. Rapora AKPê du roj berê li ser çapemeniyê hat belavkirin û di raporê de tiştên ku hatine gotin ji ruhê pêvajoyê û çareserkirina pirsgirêka Kurd dûr in. Ev rapora ku hate belavkirin rê li ber nîqaşan vekir. Nûnerên siyaseta demokratîk nerazîbûn nîşanî nêzîkatiya AKPê didin.

Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” di 27ê Sibatê de da destpêkirin, di peyama xwe ya herî dawî de bal kişand ser girîngî û çêkirina qanûnên aştiyê û azadiyê. Di rojên dawî de çêkirina qanûnên aştiyê di rojeva siyasetê de cihê xwe digire.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ku parlamenterê Êlihê ye, ji Ajansa Welat re axivî û ev rapora AKPê ku li ser çapemeniyê hate belavkirin û qanûna aştiyê ku Abdullah Ocalan pêşniyar dike, nirxand.

Keskîn Bayindir dibêje ku “Rapora AKPê xizmeta çareseriyê nake.” Keskîn Bayindir da zanîn ku bi qasî ku li ser çapemeniyê wî jî dîtiye rapora AKPê ya ku dê pêşkêşî Komîsyonê-Serokatiya Meclîsê bê kirin ne li gorî ruhê pêvajoyê ye û got: “Mirov dixwaze bawer bike ku armanca rapora AKPê ya dê roja Duşemê pêşkêşî Serokatiya Meclîsê bê kirin, ne ev e. Çimkî ev rapora belavkirî bi vî halê xwe geşedanên saleke dawî ji nedîtî ve tê. Ev yek jî nîşan dide ku ji bo desthilata AKPê gavan neavêje serî li hin rêbaz û hincetên cuda dide.”

‘Kevoka aştiyê bi yek baskê nikare bifire’

Keskîn Bayindir bal kişand ser banga 27ê Sibatê ya Abdullah Ocalan û wiha got: “Birêz Ocalan bi banga 27ê Sibatê ji bo çareseriyeke demokratîk û mayînde ya pirsgirêka Kurd gavek dîrokî avêtiye. Rêxistinê bersiva vê bangê daye û PKKê xwe fesix kiriye. Piştî xwefesixkirinê çekdanîn ango çek hatin îmhakirin û rêxistinê mîsoger kir ku dê êdî li dijî Tirkiyeyê çekan bikar neyîne. Her wiha demek beriya niha rêxistin ji bo selametiya pêvajoyê niyetek baş pêk anî û hêzên xwe ji Zapê vekişand. Ev gavên ku hatin avêtin ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve bi awayekî erênî hatiye pêşwazîkirin. Lê belê pirr zelal e ku bi gavên yekalî kevoka aştiyê nikare bifire. Ev rastiya firîna kevoka aştiyê jî herî baş Dewlet Bahçelî anîbû ziman.”

‘Em vê nêzîkatiya AKPê qebûl nakin’

Keskîn Bayindir diyar kir ku tevî gavên yekalî yên hatin avêtin jî di serî de gelê Kurd, hemû civaka Tirkiyeyê li bendê ye ku desthilat gavan biavêje û got: “Lê belê AKP dixwaze gavan neavêje. Niha jî AKP bi rapora ku dê pêşkêşî Meclîsê bike, ji çareseriya meseleyek cidî direve û gavên bibiryar û wêrek navêje û ji vê xwe dûr dihêle. Tişta ku xuya dike AKP dixwaze berevajî pêvajoyê xwe dîzayn bike û pêvajoyê li gorî xwe saz bike. Em vêya qebûl nakin û ne mimkûn e ku em qebûl jî bikin.”

‘Divê bi Mazlûm Ebdî re biaxivin’

Keskîn Bayindir bal kişand ser gengeşiyên li Sûriyeyê jî û axaftina xwe wiha domand: “Li Sûriyeyê zemîna çarseriyeke demokratîk ji bo gelên Sûriyeyê heye, lê mixabin dîsa Tirkiye dixwaze di neçareserkirinê de israr bike. Divê Tirkiye ewilî ne bi Şara re biaxive, divê bi Mazlûm Ebdî re biaxive. Me vêya her tim got. Neçareserkirina pirsgirêka li Sûriyeyê ji ber israr û rika Tirkiyeyê pêk tê. Divê dewlet nêrîna xwe ya li meseleyê biguherîne û ji bo çareseriyeke rasteqîn bikeve nava hewldanan.”

‘Pirsgirêka Kurd pirsgirêkeke navneteweyî ye’

Keskîn Bayindir anî ziman ku ev pirsgirêk ne pirsgirêkeke ku were dirêjkirin û got ku divê AKP bêmicid nêzîkê pêvajoyê nebe. Bayindir da zanîn ku ew qala çareseriya pirsgirêkeke sed salî dikin û wiha axivî: “Çareseriya pirsgirêkê dê sedsala siberoja Tirkiyeyê ronî bike û bandorê li ser sedsala siberojê bike. Lê belê bi qasî ku me li ser çapemeniyê dît, rapora ku AKPê amade kiriye, ji bo çareseriyê xizmet nake, dê ev rapor ji bo neçareseriyê xizmet bike. Ev rapor dişibe danezaneke hilbijartinê, dê adeta pêşî li pêvajoyê bigire. Ev rapor bi vê nêzîkatiyê hatiye amadekirin. Ev rapor bendewarî û hêviya gel nabersivîne. Wek mînak rapor 1928an referansê dide û ev rapor dibêje dê nêzîkatiyeke wek a Ataturk bê nîşandan. Diyar e ku desthilata AKPê naxwaze gavan biavêje û nêzîkatiya wê nîşan dide ku nabe alîgirê aştiyeke mayînde. Şert û merc guherîne, pirsgirêka Kurd bûye pirsgirêkeke herêmî û navneteweyî. Heke ev rastî ji nedîtî ve were, ne mimkûn e ku aştî jî mayînde bibe. Di heman demê de di roja me ya îro de desthilata AKPê ji avêtina gavên wêrek direve û ditirse. Ji bo sedsaleke nû ya demokratîkbûna Tirkiyeyê gav hatine avêtin, deriyên xêrê hatine vekirin. Heke tu vê yekê referans ji xwe re negirî, wê nêzîkatiya xwe ji pêvajoyê dûr bide nîşandan.”

‘Rapora AKPê dê şikestineke mezin çêbike’

Keskîn Bayindir destnîşan kir ku her çiqas Serokkomar bibêje ku di rêvebirina pêvajoyê de bi biryar in jî lê ew dibînin ku partiya wî bi vê rapora ku dê pêşkêşî Meclîsê bike, berevajî ruhê pêvajoyê ye û got: “Pirsgirêkeke micid a nêzîkbûnê li holê heye. Ev nêzîkatiya AKPê rê li ber mekanîka darbeyê vedike. AKP bi vî awayî rê li ber xitimandina pêvajoyê vedike û zemîna provokasyonan amade dike. Ya herî girîng jî ew e ku gelê Kurd bi awayekî pênebawer li pêvajoyê temaşe dike û heke ev rapor wisa be dê bandoreke cidî li ser hestên pêbaweriyê yê gel bike. Ev ax ji xwînê têr bûye û di nava xizanî û feqîriyê de maye. Li şûna ku pêvajo ber bi welatekî demokratîk ve bê birêvebirin, lê AKP bi vê rapora xwe dixwaze baweriyê bişkîne û dê ev rapor rê li ber şikestineke mezin a civakî veke.”

‘Uçum zirarê dide pêvajoyê’

Keskîn Bayindir anî ziman ku cardin daxuyaniyên Serşêwirmendê Serokomar Mehmet Uçum zirarê didin ruhê vê pêvajoyê ku ji xwe bi gavên yekalî hêdî hêdî pêş dikeve û wiha got: “Uçum îdia dike ku ji xwe dewletê di serî de ev pêvajo mîna çareseriya pirsgirêka Kurd negirtiye dest û hewil dide derbe li pêvajoyê bixe. Ew bi xwe jî dizane ku pêvajo hatiye merhaleya duyemîn û ancax bi avêtina gavên demokratîk ên ji hêla dewletê ve bên avêtin, pêş bikeve. Gavê dewlet biavêje jî ne tawîz in, gavên mecbûrî yên bi armanca avakirina jiyaneke azad û wekhev e. Civak bi vê sedemê piştgiriyê dide pêvajoyê. Uçum divê berî her tiştî pirsgirêka Kurd ne wekî pirsgirêka terorî wekî pirsgirêka demokrasiyê bibîne. Ku ev hişmendî neguhere pêşketina pêvajoyê jî ne pêkan e. Ji ber ku wisa Mehmet Uçum bênavber daxuyaniyên pêvajoyê sabote dike, dide û bi van daxuyaniyên xwe jî wekî kesekî dijberî demokrasiyê tê dîtin. Ez car din dubare dikim ku hemû kesên alîgirên aştiyê divê di vê pêvajoyê de zimanekî aştiyane bikar bînin, daxuyaniyên pozîtîf ku xizmeta çareseriyê bike, bide. Girêdayî vê yekê dûrketina ji kîbîra serdestan ne tercîh e, neçariyek e. Divê berî her tiştî Uçum dest ji daxuyaniyên xizmeta derdorên dijberî aştiyê dikin, dûr bikeve.”

‘Bêyî qanûnên aştî û azadiyê nabe’

Keskîn Bayindir bal kişand ser qanûna aştiyê ku Abdullah Ocalan pêşniyaz dike û wiha axivî: “Bêyî ku gavên qanûnî bên avêtin, qanûnên aştî û azadiyê bên derxistin mafê tu kesê tune ye li benda rêxistineke xwe fesixkirî û hêzên bi temamî vekişandî, çekên xwe radest bike. Danîna vî şertê li pêşiya derxistina qanûnan bi serê xwe tê wateya, “ez di vê pêvajoyê de bi biryar nîn im û naxwazim pêvajoyê bimeşînim.” Ev nêzîkatiyeke ji rasteqînbûnê dûr e. Hemû endamên rêxistinê daxuyandin ku amade ne di nav siyaseta demokratîk de cih bigirin. Ligel vê yekê krîmînalîzekirina pêvajoyê ji valaderxistin û sabotekirina pêvajoyê bêtir nayê tu wateyê. Qanûnên aştî û azadiyê ku divê Parlamento derbixe dê bibin temînata jiyana hevpar. Dernexistina van qanûnan tê wateya berdewamkirina polîtîkayên heyî.

Her wiha bêyî qanûn derkevin jî gelek gavên ku pêvajoyê pêş ve bibin, hene. Me bi caran ev tişt gotin lê heta niha ev gav nehatin avêtin. Ji bo rakirina rejîma qeyûm, bi cihanîna qanûnên DMMEyê û berdana girtiyên nexweş pêwistî bi derxistina qanûneke nû nîne. Bi qanûnên heyî ev yek bi hêsanî dikare bê kirin. Ji xwe nekirina wê derveyî qanûnê ye.”

‘Divê hemû partî hestiyar nêzîk bibin’

Keskîn Bayindir herî dawiyê destnîşan kir ku li ser vê bingehê rapora ku AKP pêşkêş bike dê alîkariyeke pozîtîf li pêvajoyê neke û got: “Bi rastî em di pêvajoyeke di her alî de dîrokî û krîtîk de ne. Firseta çareseriyê ya li pêşiya me sed salan carekê encax bi dest dikeve. Raporên partiyên endamên Komîsyona Meclisê ne, pêşkêş bikin divê xizmeta pêvajoyê bikin. Ev rapor dê bibin bingeha qanûn ku TBMM derbixe, bingeha qanûnên aştî û azadiyê. Di serî de partiya desthilatê divê hemû partî vê hestiyariyê nîşan bidin.”

 

 

 

Etîket: Abdullah OcalanAKPDBPHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirKeskîn Bayirdirpêvajoqanûnên aştiyêrapora AKPê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne