• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayindir: Gelê Kurd zindana Îmraliyê qebûl nake, azadî dixwaze

Riha / AW

1 NÎSAN 2026 - 14:33
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir li Hîlwanê di şahiya Rojên Festîvala Amarayê de axivî û û wiha got: “Heke dewlet û serdest bi nêzîkatiyeke rast tevbigerin, navnîşana yekem girava Îmraliyê ye. Gelê Kurd êdî zindana Îmraliyê qebûl nake. Azadiya birêz Ocalan, azadiya gelê Kurdistanê ye.”

Bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk a Rihayê, di çarçoveya Rojên Festîvala Amarayê ya bi dirûşmeya “Bi Rêbertiya Azad ber bi Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk ve” li navçeya Hîlwanê ya Rihayê şahî li dar xist. Hevserokên Giştî yên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar û Keskîn Bayindir, Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê û Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Parlamentera DEM Partiyê ya Rihayê Dîlan Kunt Ayan beşdarî şahiyê bûn. Bi hezaran welatî jî di şahiyê de amade bûn. Şahî li Qada Bazara Înê ya li navenda navçeyê hat lidarxistin. Welatî bi rengên kesk, sor û zer qad tije kirin. Kesên ku bi cil û bergên xwe yên neteweyî li xwe kiribûn, rabûn govendê û demek dirêj govend gerandin. Girseyê bênavber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Rojbûna te pîroz be ey Serok Apo” berz kirin. Li qada şahiyê pankartên “Bi ruhê Xelîl, Siltan, Cuma, Salih, Nûjiyan û qehremanan; bi agirê Mazlûm ber bi Rêbertiya Azad ve” û “Statuya Kurdî perwerdehiya Kurdî” hatin daliqandin.

Di şahiyê de girseyê agir vêxist û li derdora agir govend gerand.

‘Kurd êdî statu û azadiya xwe dixwazin’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskin Bayindir li şahiyê xîtabî gel kir. Keskîn Bayindir wiha got: “Em îro li vir destpêka festîvala xwe ya rojên Amarayê dikin û heta 4ê Nîsanê em ê li seranserê Rihayê festîvala xwe bidomînin. Rojbûna Birêz Ocalan li hemû gelê Kurd pîroz be. Li gelê Kurdistanê yê ku azadiyê dixwaze pîroz be.Bayindir bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê yên ku bi rojan e li Kurdistanê û çar aliyê cîhanê didomin, wiha dewam kir: “Em bi berxwedanê diqîrin. Em têkoşîna azadiya xwe didin. Îro jî em ji kaniya berxwedanê dengê xwe bilind dikin; em ê heta azadiya birêz Ocalan û azadiya Kurdistanê têkoşîna xwe bidomînin. Gelê Kurd bi bedelên mezin, têkoşîn û berxwedanê hebûna xwe nîşan da. Kurd êdî statu û azadiya xwe dixwazin. Kes nikare Kurdan paşguh bike. Kes nikare koletiyê li ser Kurdan ferz bike. Ji ber ku Rêber Ocalan di destpêka têkoşînê de tiştek got; got ‘Me têkoşîna gelekî ku kesî nikarîbû navê wî jî bilêv bike, da’. Em ê bi pêşengiya Ocalan di têkoşîna xwe de bi ser bikevin. Em ê azadiya xwe bi dest bixin.”

‘Hezar sal jî derbas be Rêberekî Gelê Kurd heye’

Keskîn Bayindir bal kişand ser 77emîn rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Em 77emîn rojbûna Rêber Ocalan pîroz dikin. 77 sal ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Her salek ji bo gelê Kurd bû stêrkeke cûda. Ji bo vê em serbilind in. Em 77emîn temenê Rêber Ocalan bi serbilindî pîroz dikin. Hezar sal jî derbas bibe gelê Kurd xwedî rêber e. Ji bo azadiya xwe her tim li ser piyan e. Em ê bi ser bikevin ji ber ku berxwedana Kurdan qehremanan nivîsand. Li Cûrnê Reş rêhevaltiya Ocalan kirin. Bi dehan rêhevalên Ocalan ên mîna Cuma, Xelîl, Mazlûman ji van xakên pîroz derketin. Ji bo gelê xwe li ber xwe dan. Em ê heta dawiyê ji bo azadiya gelê xwe li ber xwe bidin. Ev ji bo me mîrasekî mezin e. Em minetdarên qehremanên xwe ne. Bi berxwedan û têkoşîna ku wan daye em gihîştin van rojan.”

‘Azadiya birêz Ocalan azadiya gelê Kurd e’

Keskîn Bayindir anî ziman ku bi milyonan mirov ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin û ev yek anî ziman: “Di qadên Newrozê de 60 milyon Kurd, ji bo azadiya Rêberê xwe Ocalan û ji bo gelê Kurd dengê xwe bilind kirin. Divê dewlet û serdest bi awayekî şaş nêzî statuya Ocalan nebin. Gelê Kurd bi 60 milyon mirovî azadiya birêz Ocalan wekî azadiya xwe dibîne. Statuya birêz Ocalan statuya gelê Kurd e. Heke dewlet û serdest bi nêzîkatiyeke rast tevbigerin, navnîşana yekem girava Îmraliyê ye. Gelê Kurd êdî zindana Îmraliyê qebûl nake. Azadiya birêz Ocalan, azadiya gelê Kurdistanê ye.”

Bayindir qala yekîtiya neteweyî jî kir û got: “Gelê Kurd di Newroza dawî de peyameke girîng da. Qonaxa herî girîng a ku em bikaribin bigihîjin azadiya xwe ew e ku em li 4 parçeyên Kurdistanê yekitiya xwe pêk bînin. Em ê bi tifaqa xwe bigihîjin azadiya xwe ya neteweyî. Em ê di nava yekitî û rêxistinbûnê de, bi pêşengiya birêz Ocalan bigihîjin azadiya xwe.”

Piştî axaftina Bayindir, stranbêj Aylîn Demîrkaya û Sîpan Xelat derketin ser dikê. Stranbêjan li ber stranan şahî û dîlanê geş kir û bi sedan welatî govend gerandin. Di şahiyê de sirûda “Herne pêş” hate xwendin.

Şahî li ber govendê û st ranan bi dawî bû.

 

 

Etîket: Abdullah OcalanBi Rêbertiya Azad ber bi Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk veHevserokê Giştî yê DBPê Keskîn BayindirHîlwanrojbûna 77emîn a Abdullah Ocalanrojbûna Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne