• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Keskîn Bayindir: Ev newroza Civaka Demokratîk e

Navenda Nûçeyan /AW

23 ADAR 2025 - 16:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di Newroza Edeneyê de got, “Gelê Kurd wê azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Ev Newroz, Newroza Aştî û Civaka Demokratîk e.”

Li Edeneyê Newroz li Şanoya Servekirî ya Mîmar Sînan bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Gel di saetên sibehê de ketin rê, bi dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ ketin qadê. Welatiyên ku bi nîşaneyên serkeftinê û sloganên xwe ketin qadê gelek caran dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok jiyan nabe’, ‘Bijî berxwedana zindanan’ û ‘Jin, jiyan, azadî’ berz kirin. Di pîrozbahiya ku ji 7 heta 70 salî bi hezaran kes beşdar bûn de zêdebûna jin û ciwanan bal kişand. Welatiyên ku bi cil û bergên neteweyî beşdarî pîrozbahiyê bûn li qadê rawestiyan û li benda destpêkirina pîrozbahiyê man. Di pîrozbahiya ku bi her deqeya derbas dibe re coş zêde bû de, azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat qîrîn. Gel li qadê bênavber dirûşmeyên; ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ berz kir.

Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Hevserokên Komîteya Tertîp Şehristan Yigit û Yaşar Demîr gel silav kirin û Newroza wan pîroz kirin. Piştre Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmoğulları û Hevserokê Giştî DBPê Bayindir bi hev re agirê Newrozê pêxistin. Bi pêxistina agir re li qadê coş hê zêdetir bû.

Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê pêxist. Piştre li ser navê Dayikên Aştiyê Şemse Bagdu axivî û diyar kir ku dayik aştiyê dixwazin. Hevserokên DEM Partiyê yên Edeneyê Hêlîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr jî xwestin ku Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê.

Piştre Hevserokê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Mûrat Çepnî axivî û Newroz li gel pîroz kir û got: “Ji bo aştî, demokrasî û sosyalîzmê bijî Newroz.”

Hevserokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Karmendên Gelemperiyê (KESK) Ahmet Karagoz diyar kir ku ew her roj bi binçavkirin, zext û girtinên nû dest bi rojê dikin û banga têkoşîna hevpar kir.

Hevserokê DBPê yê Giştî Keskîn Bayindir axivî û got: “Ciwanên Edeneyê em we baş nas dikin. Em we bi qehremaniyan nas dikin. Newroz pîroz be. Ev Newroz agirê azadiyê yê Dayikên Aştiyê ye. Em vê Newrozê diyarî dayikên xwe dikin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroza 2025an wek ‘Newroza azadiyê’ bi nav kir. Hevalên hêja, ev Newroz Newroza Aştî û Civaka Demokratîk e. Ji sala 1992an û vir ve gelê Kurd bi berdelên mezin dan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi banga sedsalê re rê li ber azadiyê vekir. Gelê Kurd li her dera Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê piştgirî da. Em îro li Edeneyê piştgiriyê didin vê bangê. Gelo hûn amade ne?

Li Stenbolê di operasyonên siyasî de Ekrem Îmamoglû û hevalên wî binçav kirin. Ev siyaset we nagihîne cihekê. Hûn ji aliyekî ve dibêjin, ’em ê bi Kurdan re rê li ber aştî û yekîtiyê vekin’ û li aliyê din jî hûn dibêjin, ’em ê vîna gel desteser bikin’. Em baş dizanin ku ev xespkirina îradeyê ye. Cara sêyemîn e li dijî vîna gelê Kurd qeyûm tên tayînkirin. Me di destpêkê de got ku ev yek wê bi Kurdistanê re sînordar nemîne û me dît ku îro li Tirkiyeyê jî pêk tê. Îro em dibêjin; Em ê desteserkirina vîna gelê Stenbolê qebûl nekin. Çawa ku me li Wan û Êlihê qebûl nekir, em ê Stenbolê jî qebûl nekin. Divê hikûmet bizanibe ku aştî bi wan re nayê van xakan. Siyaseta qirêj a van zaliman wê bi têkoşîna gelê Kurd re biqede. Bi têkoşîna xwe em ê dawî li vê siyaseta durû û siyaseta qirêj bînin.

Duh kesekî heqaret li gelê Kurd kir. Em ê bersivekê bi Tirkî bidin wî. Her kes dikare li qadê, hemû hevrêyên me ala di destê xwe de bilind bike? Hemû gel li qadan e. Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ku duh li otobusê heqaret li nirxên me kir, aciz nebe. Ev der qada gel e, ev der qada azadiyê ye. Eger hûn ê hikûmetê rexne bikin, hûn ê li ser bingeha nirxên gelê Kurd vê nekin. Divê ti kes bi heqareta li Kurdan û nirxên wan, xwe mafdar nebîne. Em ê destûrê nedin vê. Hefteya pêşiya me Cejna Remezanê ye. Bila hemû Kurdistanî û bi taybetî li Edeneyê kartên li ser wêneyên zarokên di Newrozê de hatin qetilkirin cih digirin ji Mansûr Yavaş bişînin û li ser piştê ‘Mansûr Yavaş ê faşîst’ binivîsînin. Gelê Kurd wê azad bibe. Gelê Kurd wê azadiya Birêz Abdullah Ocalan bibîne. Em ê vê azadiyê diyarî dayikên xwe bikin. Em ê deriyê hemû girtîgehan bi taybet deriyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekin. Em ê ji bo vê têbikoşin. Me tu caran serê xwe ne tewandine, em ê serê xwe netewînin. Tu amade yî, Edene? Îro dinya li te guhdarî dike. Îro çavên Rojavayê Kurdistanê li te ye.”

Pîrozbahiya Newrozê bi axaftina Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari berdewam kir.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

2 TÎRMEH 2026
Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

Doza Ayşe Tokyaz hat taloqkirin

2 TÎRMEH 2026
Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

2 TÎRMEH 2026
Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne