• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kendal Mîtra: Gava me stratejîk e

Nedim Oruç / AW

26 COTMEH 2025 - 16:48
Kategorî: ROJANE
A A

Qendîl – Gerîlayê ku ji qada Botanê vekişiya Kendal Mîtra, piştî daxuyaniya Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê, nirxandin kir û got: “Em perspektîfên Rêber Apo esas digirin. Em stratejîk nêzîk dibin û ev gava me stratejîk e.”

Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn Kongreya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de ku di kongreyê de biryara bi dawîkirina şerê çekdarî dabû dest bi vekişîna hêzên xwe kir. Rêveberiya Tevgera Azadiya Kurdistanê li Qendîlê û tevlîbûna Endamê Konseya Rêveber a KCKê Sabrî Ok, Fermandara Yekîneyên Jinên Azad-Star (YJA-Star) Vejîn Dersîm û Endamê Konseya Leşkerî ya HPGê Devrîm Palû daxuyanî da çapemeniyê. Piştî daxuyaniyê gerîlayê ku ji Qada Botanê hatiye Kendal Mîtra sedema hatina xwe û daxuyaniyê parva kir.

Kendal Mîtra anî ziman ku ew ji ji qada Botanê paşve kişiya ye û wiha got: “Piştrî kongre hinek biryar hatin girtin. Perspektîfên serok pêşket û talîmatên partiyê pêş ketin. Hin hêzên me daxuyanî dan. Hin hêzên me diyar kirin ku îhtîmala ku provakasyon pêş bikevin û pevçûn pêşbikevin xwe ji hinek herêmana paşve kişandin.”

Kendal Mîtra bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Em perspektîfên Rêber Apo esas digirin. Ji me re gotibû ku ewlekarîya xwe bi xwe bigirin. Bi ziravî nêzî meseleyê bû. Di paşvekişandinê de hin pirsgirêk derketin. Lê divê li aliyê dinê jî hinek tişt werin kirin. Hinek girêdayî ehleqê şer e. Em ji aliyê xwe ve tedbîran digirin. Ji ber vî esasî em paşve kişîyan. Vekişînê wext girt. Deme dirêj jêre dixwaze. Divê her kes li gorî zahmetiyên vekişînê nêzîk bibe û zanibin dem dem dixwaze.”

Kendal Mîtra li ser herêmên ku jê vekişîna jî axivî û ev agahî dan: “Em ji hemû herêm ku em lê bûn vekişiyan. Ji Mêdînê, Gabarê, Botanê, Bestayê, Serhedê, Garzanê û herêmên din vekişiyan. Em ji hemû herêmên ku rîska şer lê heye û kirîtîke em ji van deran vekişiyan.”

‘Gava me stratejîk e’

Kendal Mîtra li ser girîngiya çalakiya xwe jî rawestiya û got: “Em dixwazin hemû raya giştî û Rojhilata Navîn bibînin ku em çiqasî vê pêvajoyê ciddî digirin. Em stratejîk nêz dibin. Gava ku me avêt stratejik e. Em pêngava Aştî û Civaka Demokratîk pir cîddî digirin. Me bi vê çalakiya sembolîk û gava dîrokî nîşanî cîhanê da. Ji bo em girîngiya vê gavê nîşanî cihanê bidin me ev çalakî pêk anî.

Her tim jin û ciwanan pêşengî kir

Kendal Mîtra li ser têkoşîna gelê kurd jî rawestiya û wiha axivî: “Tekoşîna rizgariyê ji destpêkê heta îro her tim li ser pêşengtiya jin û ciwanan meşiya. Ji niha û şûnde jî dê wisa bimeşe. Ji ber wê wisa taybet hate dîyarkirin ku jin û ciwan pêşenktîyê bikin. Ji ber xeta esas ya rêxistin û rêbertîyê wisa ye. Rêbertî girîngîya jin û azadîya jinê dide pêş. Li ser vê esasê jî divê pêşeng jin bin. Dê rê û rêbaza têkoşîna Civaka Demokratîk jin dîyar bike. Jin û ciwan dê pêşengiyê bikin. Divê hemû alî piştgiriyê bidin û xwe tev li vê pêvajoyê bikin. Erê pêşeng gelê Kurdistanê ye, jin û ciwan in. Lê pêwist e ku ji heft heta heftê salî hemû kesên herêmê tevlî pêvajoyê bibin û civaka demokratîk înşa bikin.”

‘Em dixwazin bi rêya siyasî û hiquqî têbikoşin’

Kendal Mîtra bal kişand ser şerê çekdarî û wiha bi dawî kir: “Em 41 salan şerê çekdarî kir. Di sala 73an de Rêber Apo û mîlîtanên vê partîyê ne aşiqê şer û kuştinê bûn. Dema grup destpê dike jî wek grupek îdeolojîk û rêxistinî dimeşîne, bes hinek polîtîkayên devletê, hinek şertên ku derketi pêşîya hevalan, hevalan rêxistin ji asta îdeolojîk kişandin asta çekdarî. Em dixwazin ji vê û şûnde rêya huquqî û sîyasî têkoşîn bimeşînin. Em dixwazin hemû gelê Rojhilata Navîn û cîhanê azad bijîn. Em dixwazin famkirina avakirina Civaka Demokratîk pêş bixin. Me hebûna kurdan bi çekê anî asta hebûnê. Êdî em dixwazin civaka azad bi sîyasî û hiqûqî ava bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne