• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kêf, dil, raman û kelecana wan yek bû

Mehmet Alî Ertaş /AW

7 NÎSAN 2025 - 08:01
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
*Dayikên Aştiyê ciwan li Elîgor bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Dayikan hêz da ciwanan û ciwanan hêz da dayikan.
*Endama Meclisa Dayikên Aştiyê Edalet Çay wê kêliya ku hev hembêz kirin bi gotina ‘Me ew bi gulan, wan em bi kelecanê hembêz kir. Hestên wê kêliyê bi gotinan nayê ziman’ vegot.
*Her yek ji derekê hatin. Hemû dil bûn yek. Bi coş û peroş ji bo armancekê gihiştin hev. Yên zimanê wan cuda bûn jî armanc û dilê wan yek bû. Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi hezaran welatî li navçeya Xalfetiyê bi dîlan û govendê gihandin hev.

Ku fikr yek be, dil jî yek e…

Ne tenê ciwan meşiyan Amarayê. Wê rojê jin, ciwan, dayik, kal û pîr, kurd, tirk û biyanî berê hemû kesan li Amarayê bûn. Hemû bi hevre di pêşbirga meşê de bûn. Hin caran dayik li pêş bûn. Hin caran ciwan li pêş bûn. Temenê wan cuda, zimanê wan cuda, lê ruh û fikra wan yek bû. Coş, peroş û kelecana wan yek bû.

Ciwanan ji Amedê berê xwe dan Rihayê. Dayikên Rihayê jî ji Pirsûsê berê xwe dan Ciwanan. Dayik di di 2ê Nîsanê de li Elîgor li heviya ciwanan rawestiyan û ew bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Yek ji wan dayikan, Endama Meclisa Aştiyê Edalet Çay e. Edalet Çay gelek caran çû Amarayê. Lê 10 salên dawî ji ber qedeyan nekarîbû biçe Amarayê. Piştî 10 salan li gel ciwanan berê xwe da Amarayê. Edalet Çay ku piştî 10 salan tev li refê ciwanan bû û berê xwe da Xalfetiyê dibêje “Ferqa îsal û ferqa salên berê pir pir zêde ye.” Kelecana xwe tîne ziman û hestê xwe wiha bilêv dike: “Îsal pir pir xweş bû. 10 sal in em nikaribûn biçin Amara. Qedexe hebûn Îsal dayikên Botanê û gelek bajaran hatibûn. Hemû dayik li ser piyan bûn. Piştî banga Serok hemû dayikan berê xwe da Amarayê. Banga Serok em pir kêfxweş kirin. Jin dayik, ciwan tev li banga Serok xwedî derketin.”

Meşa Amarayê dayik gîhandin hev

Edalet Çay bi gotina “Meşa îsal pir cuda bû. Heta niha tiştekî wisa bi coş û xweş çênebûbû.” Cudahiya meşê tîne ziman û wiha hestên xwe parve dike: “Jin, dayik, ciwan pir bi kelecan û germ bûn. Em ji Pirsûsê heta cihê ku 33 ciwan lê hatin kuştin meşiyan. Em dayik li pêşiya ciwanan meşiyan. Ciwanan li cihê ku 33 ciwan lê hatin kuştin kom bûn û daxuyanî dan. 33 ciwan bibîr anîn û soza têkoşînê dan 33 stêrkan. Dayik ji gelek bajaran hatin. Me gelekan berê hev nas dikir. Lê me zûde hev nedîtibû. Piştî çend salan em bi xêra Meşa Amarayê dîsa gihiştin hev. Meşa Amara em dayik gihandin hev. Em dayik hatin cem hev germahiyek pir xweş ava kir. Hestek pir pir xweş bû nayê gotin. Eger mirov hev nas neke jî dema fikr û ruhê mirov yek be, wekî mirov berê hev nas bike. Me ji dil û can hev hembêz kir. Me ji dil û can hev bêhn kir.”

Dayikan ciwan bi gulan pêşwazî kir

Ciwan ji Amedê meşiyan hatin Sêwêregê. Ji Sêwêregê hatin Curnê Reş û ji wir hatin gundê Elîgor. Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê jî cwian li Elîgor bi gul û çîçekan pêşwazî kirin. Dayikan ciwan dil û can hembêz kirin. Edalet Çay vê kêliya ku ciwan û dayikan hev hembêz kir bi gotina “Mirov çiqas bêje nikare bîne ziman. Me ew hembêz kir. Pir pir kêfa wan hat. Me hêz da wan û wan hêz da me. Wekî ku roj li mirov hilê. Em ji Elîgor ketin rê û me berê xwe da Xalfetiyê” vedibêje.

Dil û ramanê yek bû

Ji xeynî endamên Meclisa Ciwanên DEM Partiyê, ciwanên enternasyonalîst jî tev li meşê bûn. Ji welatê Ewropa û dervê welat hatin û tev li meşê bûn. Dayikan û ciwanên enternasyonalîst ji zimanên hev fam nedikirin. Lê çavê wan û kenê wan bûbû tercûmanê ramanê wan. Dayika Aştiyê Edalet Çay diyaloga di nava xwe û ciwanan de wiha tîne ziman: “Zimane me cuda bû. Lê kenê me û dilê me yek bû. Me hev hembêz kir. lê me hev fam nedikir. Dilê me yek bû, lê zimanê me ne yek bû. Ku dilê mirov yek be, pêwist nake ziman yek e. Fikra me, dilê me, ruhê me yek e. Lê ziman cuda ye. Ku dil raman yek be, hewce nake ziman yek be.”

Ken ji ruyê wan dibariya

Ji çav û ruyê wan ken û hevî dibariya. Kenê wan ruhê wan geş dikir. Li aliyekî ken li aliyê din dîlan ji qadê kêm nebû. Ji ber coş û kelecanê hîs nekirin ku çawa gihiştin Xalftiyê.

Dayik û ciwanan milên xwe xistin hev û berê xwe dan Xalfetiyê. Dema gihiştin Xalfetiyê jin, dayik ciwan pir bi kelecanî hev hembêz kirin û ketin govendê. Li wir dayikan dixwest li pêş ciwanan bimeşin. Lê ciwanan jî dixwest li pêş dayikan bimeşin. Ji bo bigêjin Xalfetiyê ketibûn pêşbirgê. Dayikan digotin “Em çawa bigêjin cihê Serok.” Adalet Çay dema digêje Xalfetiyê hest û kelecana wê digêje lûtkeyê. Dema vê lûtkeya hestên xwe tîne ziman dîsa lekecanî dibe û dibêj: “Me digot hûn ciwan in. Lê em jî ciwan in. Ji çavê wan, ruyê wan û dilê wan ken û hevî dibariya. Wekî stêrk û rojê diçirûsin. Ken û ronahî ji ruyê wan dibariya. Li aliyekî ken, li aliyekî dîlan, li aliyekî tilîlî li aliyê din kêf hebû. Me tevan milê xwe xistibû hev û me xwest em bi hevre bigêjin Xalfetiyê. Me hîs nekir em çaw çûn wir. Min û Dayia Ferîde Polat milê xwe xistibûn hev û em dimeşiyan.”

Li Xalfetiyê govend û dîlan bû

Di 3ê Nîsanê de li Xalfetiyê govend û dîlan bû. Bi hezaran bi yek dengî digotin “Bê serok jiyan nabe.” Germahî û kelecana wan dîlana wan geş dikir. Wê rojê kenê wan, dilê wan di govendê de bûbû yek. Hest û ruhê wan, kenê wan bûbû yek.

Hemû derî vekirî bûn

Bi hezaran welatî ji bo 4ê Nîsanê roja Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz bikin li Xalfetiyê kom bûn. Şeva xwe li Xalfetiyê derbas kirin. Navçeya Xalfetiyê navçeyek biçûk e, lê dilê şêniyê wê mezin e. Tev mêvanperwer û welatparêz in. Wê rojê bi hezaran welatî mêvanê wan bûn. Loma wê şevê deriyê hemûyan vekirî bû. Tev li benda mêvanên xwe bûn. Edalet Çay jî wê şevê li gel hezaran kesan dibe mêvanê Xalfetiyê. Edalet Çay mêvantiya xwe ya li Xalfetiyê bi van gotinan vedibêje: “Em şeva 3ê Nîsanê li navçeya Xalfetiyê bûn mêvan. Bi hezaran welatî li Xalfetiyê bûn mêvan. Hemû şêniyên Xalfetiyê heta dawî deriyên xwe li me vekiribûn. Wê şevê hemû derî vekirû  bûn. Mala ku em lê nêzî 30 mirov lê bû. Kef û eşq pir zêde bû. Roja 4ê Nîsanê her kesî berê xwe dan Amara û meşiyan.”

Divê em bêtir xwe bi rêxistin bikin

Edalet Çay li ser wateya 4ê Nîsanê fikrê xwe wiha tîne ziman: “4ê Nîsanê Roja Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan ji bo me cejn e. Wekî Roj li me hilê. Ez û hevjînê xwe tenê li mal in. Em bi hevre çûn. Me deriyê xwe girt û em çûn.  Heta dawî em ê li şopa serokê xwe nin. Banga min ji siyasetmedarê gelê kurd û ciwanan ew e ku bêtir xwe bi rêxistin bikin. Divê hemû kar û xebatên xwe baş bikin û li malên xwe rûnenê. Divê em bêtir xwe bi rêxistin û xurt bikin.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne