• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê peyama sersaxiyê ji bo Salih Muslim weşand

Navenda Nûçeyan / AW

12 ADAR 2026 - 11:26
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji bo siyasetmedar Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand û wiha got: “Bavê Welat ku bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak pêk anî, xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya wefata siyasetmedarê Kurd Salih Muslim peyama sersaxiyê weşand. KCK dibêje, “Demokratê şoreşger ê hêja Salih Muslim ji ber nexweşiyê şehîd bû. Em ji malbata wî û tevahiya gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin û soza xwe dubare dikin ku hesreta wî pêk bînin.”

Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:

“Piştî ku PKK nas kir, 40 salan di nava têkoşîna demokrasî û azadiyê de cih girt. Bi naskirina Rêber Apo re bi rengekî çalak beşdarî têkoşînê bû û di pêşvebirina vê têkoşînê de kedeke mezin da. Bêguman têkoşîna xwe bi giranî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê meşand. Lê belê her tim bala xwe li ser têkoşîna azadiyê ya li 4 parçeyên Kurdistanê bû; bi her awayî xizmetên girîng kir. Hevrêyê me Bavê Welat ji Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê mezûn bû. Li Erebistana Siûdî kar kir. Dema ku li Erebistana Siûdî dixebitî di heman demê de beşdarî karên Tevgera Azadiyê ya li nava Kurdên li wê derê bû. Piştî ku Tevgera Azadiyê nas kir, temenê xwe hemû da têkoşîna azadiyê. Ne tenê ew, tevahiya malbata wî tevlî nava têkoşîna azadiyê bû. Bi vê sekn û vî karê xwe bû mînak ji hemû welatparêzan re. Hevjîn û zarokên wî jî bûn xebatkar û milîtanên çalak ên vê têkoşînê. Kurê wî Şervan li Girê Spî di sala 2013’an de şehîd bû. Li gel têkoşîna siyasî li qada çapemenî-weşanê ya Tevgera Azadiyê jî xizmet kir. Bavê Welat ku ji bilî Kurdî herî kêm bi 3 zimanan zanî bû, parêzname û analîzên Rêber Apo bi Erebî wergerand û bi rol rabû ku fikrên Tevgera Azadiyê li nava gelên Ereb belav bibe.

Bavê Welat bi Rêber Apo re di nava têkiliyeke nêz de hevrêtiyeke mînak kir û di têkoşîna xwe de xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo ji xwe re kir esas. Ji ber ku xeta teorîk û îdeolojîk a Rêber Apo hîn bû û di vê mijarê de timî xwe bi pêş ve dibir, di hewldanên xwe yên rêxistinî û têkoşîna siyasî de bi bandor bû. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ji nêz ve şopand û di vê çarçoveyê de meşiya.

Salih Muslim kedeke mezin da Şoreşa Rojava. Yek ji nirxên moralê yên berxwedana Kobanê Salih Muslim bû. Dema ku qala Şoreşa Rojava bê kirin, hevrêyê me Salih Muslim wê her tim bê bîranîn. Salih Muslim ku di salên 1990î de bi îşkenceya rejîma Baas re rû bi rû ma, yek ji armancên wî jî demokratîkbûna Sûriyeyê bû. Şoreşa Rojava û demokratîkbûna Sûriyeyê her tim bi hev re didît û dinirxand. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn a li ser xeta neteweya demokratîk gelekî hewl da. Di vê mijarê de ji bo pratîkkirina xeta Rêber Apo gelekî xebitî.

Bavê Welat ti carî nexweşiya xwe neda pêşiya kar. Ji bo wî ya girîng pêşveçûna têkoşînê û serketina armancan bû. Ji ber ku baweriya xwe pê hBavê ku têkoşîn wê li ser xeta Rêber Apo tekez bi ser bikeve, heta nefesa xwe ya dawî li ser bingeha dilsoziya bi Rêber Apo re moralê xwe timî bilind kir. Zanîbû ku ev serketin wê di heman demê de serketina keda wî be, lewma her roja xwe bi coşa şoreşgerî derbas kir. Ev yek sekna fêhmkirina felsefeya têkoşînê û jiyana Rêber Apo ye.

Bavê Welat wê her tim weke demokratekî şoreşger ê gelparêz û dilnizm ê dilsozê Rêber Apo bê bîranîn. Hem li nava şoreşa Rojavayê Kurdistanê hem jî li nava têkoşîna li 4 parçeyên Kurdistanê wê bê bîranîn û di bilindkirina pîvana welatparêziyê de rola wî, wê ji niha û pê ve jî dewam bike.

Bila rehm li Salih Muslim be û bang li gelê xwe dikin ku di asteke bilind de beşdarî merasîma cenaze bibe.”

Etîket: Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKêKCKSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne