• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 MIJDAR 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    TOHAV parêzerên Kurd ên hatine qetilkirin bi bîr anî

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    Zarokan ji bo Ocalan wêne xêz kirin

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Tulay Hatîmogullari: Ji bo pêvajoyê piştgiriya herî xurt berdana girtiyên nexweş e

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    Aqûbeta jinên ku hatine qetilkirin û windakirin pirsîn

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

    ‘Bi avakirina komînan em ê di vê pêvajoyê de bigihijin serkeftinê’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

KCKê Nizar Amêdî pîroz kir: Kilîda çareseriyê demokratîkbûn e

Navenda Nûçeyan / AW

13 NÎSAN 2026 - 09:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê, bi peyamekê Nizar Amêdî ku wekî Serokkomarê Iraqê hate hilbijartin, pîroz kir. KCKê di peyama xwe de destnîşan kir ku bendewariya sereke ya gelên herêmê gavavêtina ji bo demokratîkbûnê ye.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê derbarê hilbijartina Serokkomariya Iraqê de peyamek weşand. Di peyama pîrozbahiyê ya KCKê de, ji bo wezîfeya wî ya nû serketin ji Nizar Amêdî re hate xwestin û hate diyarkirin ku hêvî dikin ev hilbijartin hem ji bo Iraqê, hem jî ji bo gelê Kurd û Rojhilata Navîn bibe wesîleya xêr û aramiyê.

‘Berpirsyariyên dîrokî û giran in’

KCKê di peyama xwe de bal kişand ser pêvajoya li Kurdistan û Rojhilata Navîn tê jiyîn û destnîşan kir ku destpêkirina wezîfeyeke wiha di qonaxeke ewqas krîtîk de, berpirsyariyên giran bi xwe re tîne. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku şer û têkoşîna berjewendiyan a li Rojhilata Navîn, pirsgirêkên heyî yên Iraqê hîn girantir û kûrtir dikin.

‘Gelê Kurd dînamîka herî xurt a demokratîkbûnê ye’

Têkildarî rola gelê Kurd û çareseriya pirsgirêkên siyasî, KCKê diyar kir ku gelê Kurd di encama têkoşîneke demdirêj û berdêlên giran de, li herêmê veguheriye hêza herî dînamîk a demokratîkbûnê û civakeke polîtîk a rêxistinkirî.

‘Şer û înkar dibe sedema êşên giran’

Peyama KCKê wiha berdewam kir: “Çareseriya siyasî û demokratîk a pirsgirêka Kurd, wê rasterast xizmetê ji çareseriya pirsgirêkên herêmê re jî bike. Bi têrkerî îspat bûye ku li Rojhilata Navîn tenê bi demokratîkbûnê pirsgirêk dikarin bên çareserkirin. Rêbazên li derveyî vê yekê nikarin çareseriyê biafirînin. Şer û înkara ku dibe sedema êşên giran, neteweperestî, mezhebperestî û tekperestî tenê pirsgirêkan aloztir dikin. Demokratîkbûn rêya çareseriyê ye û bendewariya bingehîn a gelên herêmê jî ev e.”

Di dawiya peyamê de, Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê careke din baweriya xwe anî ziman ku baweriya wan heye ku Serokkomarê nû yê Iraqê Nizar Amêdî wê ji bo pêkanîna demokratîkbûnê ku daxwaza sereke ya gelê Kurd û gelên herêmê ye, kar û xebatên xurt bike.

Etîket: KCKNizar AmedîPDKpîrozbahîYNK
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

YNK û PDKê li Hewlêrê hevdîtin pêk anîn

21 MIJDAR 2026
Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

Bafil Talebanî: PDKê bêrêzî li parlamentoyê kir

12 MIJDAR 2026
Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

Mesûd Barzanî banga diyalogê li aliyên siyasî kir

9 MIJDAR 2026
Komîteya Ekolojiyê ya KCKê: COP31 dê ji krîzê re nebe çareserî

Komîteya Ekolojiyê ya KCKê: COP31 dê ji krîzê re nebe çareserî

9 MIJDAR 2026
Berhem Letîf: Hişmendiya PDKê ya serdestiyê li pêşiya her tiştî dibe asteng

Berhem Letîf: Hişmendiya PDKê ya serdestiyê li pêşiya her tiştî dibe asteng

8 MIJDAR 2026
Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

Bakirhan bang li rayedarên Başûr kir: Kurd li benda çareserkirina pirsgirêkê ne

7 MIJDAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Ezîzê Mûso koça dawî kir

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rûken Kilinç: Divê gorên Seîd Riza û hevalên wî bê eşkerekirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji zaroktiya xwe heta girtîgehê evîna hunerê: Divê Kurd afirîner bin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi îşkenceyê tê girtin û niha nexweş e!

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Keskîn Bayindir: Guhertina cihê birêz Ocalan nabe şert û mercên azad

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika girtiyê nexweş: Kurê min nexweş e û 8 sal in min ew nedîtiye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji Wezareta Çandê bersivek sosret: Medreseya Feqiyê Teyran ne aîdî me ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Polîsan bi ser avahiya Weşanxaneya Belkiyê de girt

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Dayika Aştiyê: Ez hêza têkoşînê ji şehîdên xwe digirim

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Budçeya tendirustiyê ne li gor pêwîstiyên gel tê amadekirin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne