• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Rojbûna Abdullah Ocalan ji bo gelan xwedî wateyek dîrokî ye

Navenda Nûçeyan / AW

3 NÎSAN 2026 - 09:15
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi peyamekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û ragihandin ku rojbûna Abdullah Ocalan ji bo gelan xwedî wateyeke dîrokî ye. KCKê bi bîr xist ku gelê Kurd vê rojê wekî rojbûna xwe dibîne û wekî her sal, îsal jî wê bi coş, dilsozî û biryardariyeke mezin pêşwazî bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya 77emîn salvegera rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peyamek weşand. Di peyamê de rojbûna Abdullah Ocalan hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Em dikevin rojbûna 77an a Rêber Abdullah Ocalan ku gelê me weke rojbûna xwe dibîne û her sal bi coşeke mezin pîroz dike. Weke her sal îsal jî gelê me, jin û ciwan xwe amade dikin ku 4ê Nîsanê bi kelecaneke mezin pêşwazî bikin. Lewma em vê rojbûna bi wate li Rêberê xwe, li gelê xwe, li jin, ciwanan, gelan û mirovahiyê pîroz dikin. Bi vê wesîleyê em careke din şukranên xwe pêşkêşî wî dikin.”

‘Nirxên mezin afirandin’

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku Abdullah Ocalan bi têkoşîna xwe ji bo gelan nirxên mezin afirandine. Daxuyaniya KCKê wiha ye: “Rêber Apo ji bo gelan û mirovahiyê bi taybetî jî j bo gelê Kurd û jinan nirxên gelekî mezin afirand, bi van nirxan navê xwe li dîroka esîl a mirovahiyê nivîsand. Beriya her tiştî gelê Kurd jinûve rakir ser piyan ku hebûna xwe dihate înkarkirin û qirkirin. Hişmendî, ruh, nasname da gelê Kurd, kir ew gel ku hebûna wê nikaribe bê înkarkirin. Bêguman ev yek bi ked, hewldan û têkoşîneke mezin bû.

Tevahiya jiyana xwe di vê oxirê de da

Rêber Apo di nava şert û mercên gelekî giran de, li ser zemîneke ku derfet lê nebû xebitî, ked da, afirand, têkoşiya û ev encam afirand. Bîst û çar saetên xwe û tevahiya jiyana xwe di vê oxirê de da. Di nava mercên dîlgirtinê yên Îmraliyê yên 27 salan de jî heman rêbaz ji xwe re kir esas. Bi rêya vê yekê komploya herî mezin a dîrokê ya li hemberî xwe û dîlgirtina herî giran pûç kir. Bi kûrbûna li ser dîrok, civak û fikrî re di nava mercên herî giran ê dîrokê yê dîlgirtinê de sekna mirovê azad nîşan da. Paradîgma û fikrekî welê danî holê ku mirovahiyê dikare azad bike.

Gelê Kurd bi fikra Rêber Apo ronî bû

Gelê Kurd bi vî fikrê nû û paradîgmaya Rêber Apo ronî bû. Bi vê ronîbûna di hiş û fikrî de gelê Kurd veguherî wî gelî ku li cîhanê bû cihê hurmetê, ji dînamîzma wê hêz tê wergirtin û têkoşîna xwe mînak tê dîtin. Bêguman ji bo gelekî ev yek cihê herî rûmetê û hurmetdariyê ye. Jİ ber vê jî gelê Kurd Rêber Apo weke Rêberê xwe dibîne, hebûn û azadiya xwe di nava hebûn û azadiya wî de dibîne û jê gelekî hez dike.

Jin azadiya Rêber Apo wekî azadiya xwe dinirxînin

Jin jî bi hezkirin û dilxwaziyeke mezin dilsozê Rêber Apo ne. Ji ber ku Rêber Apo ji hemû rêberên di nava dîrokê de bêhtir ji bo jinan kir. Rêber Apo mêrtiya serwer a heyî red kir, azadiya jinê weke pîvana bingehîn a jiyanê dît. Lêpirsîn, nirxandina bingehîn û guherîn û veguherîna esasî ya li ser bingeha azadiya jinê danî pêşiya mêr. Lewma jin Rêber Apo gelekî nêzî xwe dibînin û azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dinirxînin.

Bû bersive hesreta mirovahiyê

Rêber Apo bi rêya paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê xizmeteke mezin da mirovahiyê û hemû gelan. Neteweperestî, zayendîperestî, eşîrperestî û mezhebperestî rexne kir, jiyana bi rengekî wehkev û bi hev re ya gelan ji xwe re kir esas. Enternasyonalîzm weke pîvana bingehîn dît û ji xwe re kir esas. Li dijî mejiyê dewlet û desthilatdariyê feraseta neteweya demokratîk û modernîteya demokratîk ava kir û çareserî ji lêgerîna li jiyana azad û demokratîk re dît ku hesreta bi hezaran salan a mirovahiyê ye.

Pêşî li jiyana hevpar vekir

Herî dawî Rêber Apo di pêvajoyeke ku Şerê Cîhanê yê 3yemîn giran bûye de ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ kir û bi vî rengî modeleke çareseriyê ya alternatîf û nû pêşkêşî mirovahiyê kir. Bi vê banga dîrokî û manîfestoya nû re li hemberî polîtîkaya hêzên hegemonîk a ku gelan berdide hev û xwe dispêr eşer, bi feraseta çareseriya entegrasyona demokratîk re pêşî li jiyana bi hev re û aştiyane ya gelan vekir. Di serî de gelê Kurd û jin, gel û hêzên demokratîk ên şoreşger xwedî li vê banga dîrokî ya Rêber Apo derketin. Eşkere ye ku serketina vê pêvajoyê wê serketineke mezin bide gelê Kurd, jinan, gelan û mirovahiyê.

Em careke din 4ê Nîsanê rojbûna Rêbertî pîroz dikin ku ji bo gelê me, jinan, gelên me û mirovahiyê xwedî wateyeke mezin e û bang li her kesî dikin ku 4ê Nîsanê bi çandina daran ku daxwaza Rêber Apo ye bi coş pîroz bikin.”

Etîket: 4ê Nîsanê.Abdullah OcalanPîrozkirinRojbûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne