• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Newroza 2026an di hişê mirovan de neqişî

Navenda Nûçeyan / AW

24 ADAR 2026 - 10:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KCKê bi peyamekê hemû kes û derdorên tev li Newrozê bûne silav kir û wiha got: “Pîrozbahiyên li çar parçeyên Kurdistanê, gelek bajarên Tirkiyeyê, derveyî welat û Herêmên Parastinê yên Medyayê li hişê mirovan neqişîn û dîmenê derkete holê xwedî wateyeke dîrokî bû.”

KCKê têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2026an peyamek weşand û balkişand ser girîngiya peyamên hatine dayîn. Di daxuyaniyê de hate destnîşan kirin ku dîmenên derketine holê di niha de li hişê mirovahiyê hatiye neqişandin û peyamên dîrokî derketine holê. Di daxuyaniyê de coşa di pîrozbaniyan de derketiye holê hate destnîşan kirin û wiha hate gotin: “Newroz ku bi hezaran sal in di serî de Kurd ji aliyê gelên Rojhilata Navîn ve weke ‘Cejna Vejîn, Berxwedan û Biharê’ tê pîrozkirin, îsal bi dirûşma ‘Azadî ji Rêber Apo re, Yekîtiya Demokratîk a Kurd’ li her devera Kurdistanê, derveyî welat, gelek navendên Tirkiyeyê û li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coşeke mezin hate pîrozkirin û hîn jî tê pîrozkirin. Coşa mezin, asta tevlîbûna girseyî û peyamên dîrokî yên di vê Newrozê de hatin dayin, ji niha ve li hişê mirovan neqişî ne.”

‘Gel xwedî li pêvajoyê derketin’

KCKê ragihand ku gel li dora mîmarê pêvajoyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan civiyan e û ev nirxandin hatin kirin: “Newroz ku sembola roja rizgariya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji zilmê ye. Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re cardin hate çespandin ku armanca pêvajoyê jiyaneke bi hev re ya gelan a li ser bingeha wekhevî û azadiyê ye. Bi vê têgihiştinê, di Newroza 2026an de gelê Kurd û gelên me bi deh milyonan bi rengê herî xurt xwedî li Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk derketin, nîşan dan ku çawa li dora mîmarê pêvajoyê Rêber Apo dicivin. Gelê me li her qada Newrozê bi rengê herî xurt daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kir.”

‘Civak dixwaze Rêber Apo di nav xwe de bibînin’

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku civak dixwaze Abdullah Ocalan di nav xwe de bibîne û ev tişt hatin gotin: “Jinên ku piştî 8ê Adarê pêşengî ji Newrozê re kirin, ciwan, gelê Kurd, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê nîşan dan ku ew dixwazin Rêber Apo êdî bi rengekî azad di nava xwe de bibînin, nema dikarin xwe li dîlgirtina Rêber Apo rabigirin û têkiliya xwe ya qewîn û xurt a bi Rêber Apo re careke din nîşanî her kesî dan.”

‘Gel nîşan da ku ji yekîtiyê re amade ye’

Mijara yekîtiya neteweyî jî di daxuyaniyê de hate bi bîr xistin û wiha hate domandin: “Gelê me ku bi ronahiya Rêber Apo zane bû, careke din raxist pêş çavan ku ji bo yekîtiya demokratîk a Kurdan amade ye û bang li rêxistinên siyasî yên Kurd kir ku li hemberî xeteriyan tavilê yekîtiya xwe ya demokratîk ava bikin.”

‘Gel xwe gihand kelecana civaka demokratîk’

KCKê bi bîr xist ku gel Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk pêşwazî kiriye û cih da van nirxandinin: “Gelê me di vê Newrozê de xwe gihand Manîfestoya Civaka Komînal a Demokratîk, ev manîfesto bi kelecaneke mezin pêşwazî kir û nîşan da ku ji wezîfeyên avakirina civaka demokratîk re amade ye. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi coş, kêfxweşî û îradeyeke mezin Newroz pîroz kirin û destnîşan kir ku ji bo serxistina her cure wezîfeyên vê pêvajoyê ew amade û bi biryar e.”

‘Xwediyên hesabên şan hatin hişyarkirin’

Di daxuyaniyê de peyama gel hate destnîşankirin û ev tişt hatin gotin: “Eşkere ye ku Newroza 2026an gaveke gelekî mezin ber bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ve da avêtin. Yên ku hesabên şaş dikin hişyar kir û hêzeke mezin a têkoşerên demokrasî û azadiyê danî holê. Bi vê wesîleyê em spasiya her kesî dikin ên ku ked dan Newroza 2026an a bi heybet, em careke din Newrozê li Rêber Apo, şehîdên xwe yên leheng, jin, ciwan, gelê me û gelan hemûyan pîroz dikin.”

 

 

Etîket: KCKNewroza 2026an
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne