• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Li dijî Kurdên Helebê sûcê şer tê kirin

Navenda Nûçeyan / AW

10 ÇILE 2026 - 14:03
Kategorî: ROJANE
A A
Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê destnîşan kir ku rejîma Sûriyeyê û çeteyên ku ji hêla Tirkiyeyê ve tên koordînekirin bi awayekî eşkere li Helebê sûcê şer pêk tînin û di serî de bang li Kurdan, NY û YEyê kir ku xwedî li berxwedana mirovahiyê derkevin.

Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê têkildarî êrîşên li ser taxên Kurdan ên li Helebê daxuyaniyek da.

KCKê di daxuyaniya xwe de got: “Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li hemberî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye.”

Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:

“Rejîma Sûriyeyê tevî çeteyên girêdayî dewleta Tirk û tevlîbûna dewleta Tirk a çalak li ber çavê tevahiya cîhanê li dijî Kurdên li Helebê êrîşên qirkirinê tê pêkanîn. Sivîl, extiyar, jin û zarok tên qetilkirin. Armanca van êrîşan koçberkirina Kurdan û guhertina demografiyayê ye. Komên çete ên ku bi taybetî ji hêla rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ve tên koordînekirin nexweşxane jî di nav de warên sivîlan hedef digirin û bi çekên qedexe bombe dikin û sûcê şer pêk tînin.

Rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk ji êrîşên xwe yên hevpar ên hovane re weke hincet gotina xwe ya ‘hêzên girêdayî PKKê li Helebê ne û li wir şer dikin’ nîşan didin û bi rêya vê derewa xwe propogandayê dikin. Em dixwazin diyar bikin ku ev yek derewek mezin e û hewl tê dayîn bi propagandayek dervî rastiyê raya giştî bixapînin. Hewl didin ji bo êrîşên xwe yên qirkirinê hincetan çêbikin. Wezîrê Karûbarên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Wezîrê Parastinê Yaşar Guler bi propagandayên derewîn hem zemîna şer amade kirine û hem jî rasterast birêve birine. Tevî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk gelek caran dibêjin ku teqez hêzên girêdayî PKKê li Helebê nînin jî, Hakan Fîdan û rejîma Şamê di propagandeyên derewîn de israr dikin. Israra Hakan Fîdan û Yaşar Guler planeke sabotekirina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ku ji aliyê Rêber Apo ve ji bo avakirina xwişk-biratiya Kurd-Tirk û bidestxistina çareseriyeke demokratîk ji pirsgirêka Kurd re hatiye destpêkirin e. Dewleta Tirk weke aliyê koordînasyona şer, dijminatiya xwe ya li dijî Kurdan li Helebê didomîne.

Li Helebê êrîşa rejîma Sûriyeyê û dewleta Tirk a li gel planên nû yên hevpar a li ser Kurdên ku DAIŞ têk birine, êrîşeke duyemîn a DAIŞê ye. Wê demê jî DAIŞê xwestibû li Helebê Kurdan qetil bike û koçber bike û a niha jî li gel hincetên cuda êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bi heman armancê tên kirin. Ji ber wê yekê divê ev êrîş weke êrîşên cîhadîst ên dewama DAIŞê û biryara Meclîsa Gel a Helebê jî weke îradeya berxwedana li dijî DAIŞê were dîtin. Gelê Kurd, li dijî DAIŞ û her cure komên çeteyan ên cîhadîst ev 15 sal in bedêlên mezin dane û li ber xwe daye. Ev berxwedana gelê Kurd, ji bo mirovahiyê destkeftiyeke mezin e. Divê civaka navneteweyî vê yekê bi vî rengî bizanibe, fêm bike û girêdayî vê yekê piştevaniya gelê Helebê bike û pûçkirina plana qirêj a li ser Helebê û kirina tiştên hewce erkekî exlaqî û wijdanî ye.

Piştevanî û alîkariya hemû gelê Kurd ê li Bakur, Başûr, Mexmûr, Şengal û Ewropayê hêjayî pîrozkirinê ne. Em weke Tevgera Azadiyê berxwedana gelê me ya lehengî ya li dijî êrîşên komkujî û koçberkirina bi darê zorê yên li Helebê silav dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû Kurdistan wê bibe yek, her cure piştgiriyê bide û ji bo serkeftina berxwedana birûmet a li Helebê wê têkoşînê mezin bike.

Di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û Yekîtiya Ewropayê (YE) em bang li hemû mirovahiyê dikin ku xwedî li vê berxwedana gelê Kurd a li dijî komkujiyê derkevin. Yan na bêdengiya hêzên navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyê. Rawestandina vê hovîtiya ku tu hiqûqên navneteweyî û qaîdeyên şerî nas nake erk û berpirsiyariya hemû derdorên siyasî ye. Li Sûriyeyê hewcehiya gelan ne bi şerî û dijminahî heye hewcehiya gelan bi aşitî, xwişk-biratî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk a nû heye. Rollîstina hemû hêz û derdorên siyasî ya di vê çarçoveyê de wê xizmeta aşitiya herêmê bike.”

Etîket: EşrefiyeHelebKCKKurdên Helebê.Şêxmeqsûd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne