• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Em piştgiriyê didin pêngava ‘Projeya Yekîtiya Gelê Kurd’

Navenda Nûçeyan / AW

23 ADAR 2026 - 09:42
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KCKê pêngava Projeya Neteweyî ya ji bo Yekîtiya Gelê Kurd li Başûrê Kurdistanê hate destpêkirin silav kir û piştgiriya xwe anî ziman. KCKê bang li tevgerên jin û ciwanan, hemû bawerî û beşên civakî yên li Kurdistanê, partî, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û bi kurtasî her kesê ku di xeta welatparêziyê de ye kir ku bi piştgiriya mezin beşdarî banga yekîtiya neteweyî bibin.

Bi dirûşmeya “Yek e yek e yek e, gelê Kurd yek e” ji aliyê zêdetirî 200 kesayetên cuda yên Başûrê Kurdistanê ve projeyek netewî hatibû destpêkirin. Komîteya Têkiliyên Derve ya KCKê têkildarî pêngavê daxuyaniyek belav kir.

Daxuyaniya KCKê bi vî rengî ye:

“Em coşa bi heybet a gelê xwe yê ku bi şîara ‘Ji Rêber Apo re azadî û Yekîtiya Demokratîk a Kurdan’ herikîn qadên Newrozê silav dikin û em careke din Newroza Rêber Apo û gelê Kurd pîroz dikin.

Di pêvajoyeke ku li Kurdistan û Rojhilata Navîn geşedanên pir krîtîk û dîrokî diqewimin de, daxuyandina Projeya Lihevkirina Neteweyî ya ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê zêdetirî 200 kesayetên naskirî ve ji bo yekîtiya demokratîk a Kurdan hat amadekirin, hewildaneke pir bi wate, girîng û bi qîmete. Em wekî Tevger, vê daxuyaniya ku zêdetirî 200 kesayetan bi ked, hewildan û hişmendiya berpirsiyariyê dane nîşandan silav dikin û ji dil piştgirî dikin. Li ser vê bingehê, em di serî de diyar dikin ku emê her cure erk û berpirsiyariyên dikevin ser milê me bi daxwaz û biryardariyeke mezin bi cih bînin.

Ev rastiyeke ku gelê Kurd di dirêjahiya dîrokê de gelekî serhildêr, berxwedêr, wêrek û êşkişandî bûye. Lê, ji ber polîtîkayên înkar, asîmîlasyon, zilm û ‘parçe bike û birêve bibe’ yên ku hêzên gelek hêz li ser Kurdistanê meşandine, bi taybetî jî ji ber parçekirina dîrokî û nebûna yekîtiyê, wan nekarîne serhildan û têkoşîna xwe ya mafdar bi serkeftinê bi dawî bikin. Herî dawî piştî Şerê Cîhanê yê Yekem, ji ber polîtîkaya ku li ser Kurdan hat meşandin û li wan hat ferzkirin, ket rewşa hinek di gorê de û hinek jî birîndar bûyî de. Lê ji bo gelê me êdî dema berevajîkirina vê qedera reş hatiye. Hemû buyer û geşedanên heyî, yekîtiya demokratîk a navxweyî ya Kurdan di demeke nêz de ferz dike. Ji ber pêvajoya ku em tê de ne, ji asayîbûnê wêdetir, bi qasî gef û metirsiyên mezin, derfet û fersendên pir girîng jî pêşkêşî Kurdan dike.

Bi hişmendiya dîrokî û hişê welatparêziyê, Kurdan bi taybetî di mehên dawî de li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, bi yek can û yek îradeyê giringiya yekîtiya neteweyî qêriyane, bang li hemû partiyên Kurd, hêzên siyasî û hemû beşên civakê kirine ku ji bo yekîtiya demokratîk gavan biavêjin. Diyar kirine ku Kurd îro ji her demê bêtir pêwîstiya wan bi yekîtiya neteweyî ya demokratîk heye. Ev îrade û banga ku gelê me li her derê nîşan daye, bi tu awayî nikare ji nedîtîve were danîn û nabe ku bi nêzîkatiyên ji rêzê lê were nêrîn. Gelê Kurd neçare ku yekîtiya xwe ya demokratîk a ku dîrokê li ser me ferz kiriye misoger bike û bigihîje statuya jiyana azad û demokratîk. Heya ku Kurd li her parçeyî azad nebin, destkeftiyên tu parçeyî nekeve garatiyê. Mirov dikare vê rastiyê ji pratîka Rojavayê Kurdistanê, ji geşedanên li Rojhilatê Kurdistanê, ji bi dehan êrişên mûşek û droneyan ên ku her roj li ser Başûrê Kurdistanê pêk tên û dîsa ji rewşa Bakurê Kurdistanê ya ku hîn jî polîtîkayên înkar û redkirinê lê serdestin, bi hêsanî fêm bike. Ji ber vê yekê, yekîtiya demokratîk a Kurdan hem xwedî giringiyeke jiyanî ye, hem jî ji bo pêşeroja Kurdan nirxekî nebe nabe ye.

Berî her kesî tevgerên jin û ciwanan, tevlîbûn û piştgiriya mezin a hemû bawerî û beşên civakî yên li Kurdistanê, partî, hunermend, rewşenbîr, akademîsyen û bi kurtasî her kesê ku di xeta welatparêziyê de ye ji bo banga yekîtiya neteweyî ya ku ji aliyê zêdetirî 200 kesayetî ve hatî kirin, dê bibe gaveke pir giring. Em wekî Tevger, careke din destnîşan dikin ku wekî her demê, emê îro û di pêşerojê de jî di vê mijarê de xwedî roleke avaker, hevgirtî û hêsanker bin û erkên dikevin ser milê me emê bi cih bînin. Em koma Bangawaziya Lihevkirina Neteweyî careke din silav dikin.”

Etîket: KCKKomîteya Têkiliyên Derve ya KCKêProjeya Yekîtiya Gelê Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne