• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kaytan û Altûn li Wanê hatin bibîranîn

Wan / AW

16 GULAN 2025 - 13:56
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Wanê ji bo pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bernameya bîranînê hat lidarxistin.

Li Wanê ji bo pêşengên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi beşdariya bi hezaran kesî bernameya bîranînê hat lidarxistin. Di bîranînê de ku li baxçeyê avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Wanê hate lidarxistin de pankarta “Wasiyeta kesên ku îradeya ronahiyê ne, pêş ve çûn her tim pêş ve çûn” û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Riza Altun û Alî Haydar Kaytan hatin daliqandin. Bername bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û di rêzgirtinê de sirûda “Çerxa Şoreşê” hat xwendin û piştî rêzgirtinê dirûşmeyên “Şehîd Namirin”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Ji navçeyên Wanê û bajarên derdorê gelek kes tev li bîranînê bûn.

‘Wan canê xwe feda kirin’

Endamê “Koma Aştî û Çareseriya Demokratîk” Mehmet Şîrîn Tûnç ku di 1ê Cotmeha 1999an de di çarçoveya banga Abdullah Ocalan de ya ji bo “Piştgirî û gavên baş ên ji bo Komara Demokratîk” a 22ê Îlona 1999an de hatibû kirin, hat Tirkiyeyê. Mehmet Şîrîn Tunç, Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn bi bîr anî û got: “Wan ji bo xaka pîroz canê xwe feda kirin. Ji bo ku ev gel û ev xak azad bibin, canê xwe dan. Li van axan kurdî qedexe bû. Lê Birêz Abdullah Ocalan û hevalên wî gotin ku ‘Kurdistan mêtingeh e’ û ji wê rojê heta niha bi birêz Ocalan re çi ji destê wan hat kirin. Li Kurdistanê bêdengiyek mezin hebû, lê bi derketina Birêz Ocalan ji 7 salî heta 70 salî ji bo mafên xwe meşiyan û tu caran serê xwe netewandin.”

‘Aştiya herî mezin di nava Kurdan de ye’

Mehmet Şîrîn Tûnç anî ziman ku di pêvajoyeke dîrokî de derbas dibin û wiha axivî: “Di vê pêvajoyê de divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Em deyndarê şehîdên xwe ne û divê hewl bidin ku bibin layiqî wan. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 26 sal in di bin tecrîdê de ji bo gelê xwe li ber xwe dide. Heke ev şer 100 sal bidome jî, em ê daxwazên aştî û demokrasiyê pêk bînin. Em, li gor ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ tevbigerin, em ê hêza Kurdan nîşanî hemû cîhanê bidin. Aştiya herî mezin di nava Kurdan de ye, dema ku em Rêberê Gelê Kurd ji wê girtîgehê azad bikin û bi milyonan wî pêşwazî bikin, wê ev gel bigihîje daxwaza xwe.”

Piştî axaftinê helbestên Kaytan bi dengê wî hatin guhdarkirin. Piştre nivîsa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya derbarê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn hate xwendin û sînevîzyon hat nîşandan.

 

Etîket: alî haydar kaytanpkkRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

Li Stenbolê ji bo Çaginli û Ozmaya şîn hat danîn

2 TEBAX 2026
KCKê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî: Wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bijî

KCKê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî: Wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bijî

3 TÎRMEH 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

Dîrok Niha Ye: Fermandar û feylesofê azadiya gelê xwe Qasim Engîn tê bîranîn

27 GULAN 2026
Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

Dûran Kalkan: Dewletê nexşerê binpê kir, pêvajo wiha nameşe

26 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne