• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kaytan û Altûn li Amedê hatin bibîranîn: Pîrên Kurdistanê nemir in

Amed / AW

18 GULAN 2025 - 17:12
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran kesan ji damezrînerên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê bi bîr anîn. Di bîranînê de wiha hate gotin: “Pîrên Kurdistanê nemirin. Em soz didin em ê armanca wan pêk bînin.”

Qadroyên pêşeng ên PKKê Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn li Qada Şêx Seîd a Amedê hatin bibîranîn. Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn, Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), siyasetmedara Kurd Leyla Zana, rêveberên rêxistinên DEM Partî û DBPê yên navçe û bajarên bakurê Kurdistanê, hevşaredar, nûnerên saziyên sivîl ên civakî û bi hezaran kes beşdarî bîranînê bûn.

Beriya bernameya bîranînê gelek jinên ji bajarên bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê hatin li Tek Kapi ya Sûrê kom bûn. Jinên ku pankarta “Weke rênîşandanên daîmî dê di têkoşîna me de bijîn” vekirin, dirûşmên “Şehîd namirin” , “Jin jiyan azadî” , “Jin jiyan azadî, azad bike Rêbertî” , “Jin şer naxwazin aşitiyê dixwazin” berz kirin û ber bi Qada Şêx Seîd ve meşiyan. Bi sedan kesên li derdora qadê kom bûn jî bi berzkirina dirûşmeyan derbasî qadê bûn. Her wiha ciwanan pankarta “Têkoşîna wan rêya me ronî dike” vekirin. Gelek dayik bi laçikên xwe yên kesk û sor û zer ketin qadê. Di qadê de jî dirûşmên “Rêya şehîd rêya me, PKK partiya me” , “PKK gel e, gel li vir e” , “Bijî Serok Apo” berz kirin.

Bîranîn bi 2 deqîqeyan rêzgirtinê dest pê kir. Di bîranînê de Çerxa Şoreşê hate xwendin. Dû re bi hezaran kesan yek dengî dirûşma “Şehîd Namirin” berz kirin.

‘Her windakirina şoreşgerekî gelekî giran e’

Dû re Pîr Zeynel Kete ji bo Gulbangê derket ser dikê û ji bo cangoriyan dûa kir.

Piştre Hevserokê MEBYA-DERa Amedê Mehmet Emîn Kiliç axivî û diyar kir ku ew di kesayeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû cangorî bi bîr anîn û wiha got: “Ez ji Qada Şêx Seîd hezar silavan re ji berxwedana zindanan re dişînim. Weke MEBYA-DER spasiyên xwe pêşkeşî hemû sazî, dezgeh û partiyên siyasî yên keda wan di vê bîranînê de derbas bûne dikin. Şehîdên me gelek mezin in. Armanca wan jî gelek hêja û girîng e. Her windakirineke şoreşgerekî an fermandarekî ji me re gelekî mezin û giran e.”

‘Ey Rêberê Gelan em li pişt banga te ne’

Emîn Kiliç bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha berdewam kir: “Ey Rêberê Gelan em banga te qebûl dikin, dipejirînin here em û Xwedê bi te re ne. Em li pişt banga te ne. Em di pêvajoyeke girîng de derbas dibin. Nesamîmîtî dûrûtî xwe didin dest, kesên ku vî destê aştiyê nagirin û vî deriye nagirin em wan şermezar dikin û wan vedixwînin berpirsyariyê. Em soz didin ku em ê armanca şehîdan pêk bînin.”

‘Pîrên Kurdistanê nemir in’

Rêveberê MEBYA-DERa Êlihê Ûgûr Agir axivî. Ûgûr Agir jî bi lêv kir ku hemû cangoriyan bi rêzdarî bi bîr tînin û wiha got: “Pîrên Kurdistanê ji bo gelê xwe cihek nema gav neavêtinê, bêyî rawestan meşiyan. Bi saya rêya wan a li Kurdistanê vekirin em dikarin bijîn. Em ê di jiyana xwe de wan her tim bi bîr bînin. Pîrên Kurdistanê nemir in. Şehîd namir in.”

Çerax hatin pêxistin û peyama Abdullah Ocalan hate xwendin

Dû re çerax hatin pêxistin. Di dema pêxistina çeraxan de dirûşma “Şehîd namirin” hate berzkirin. Piştre parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo Kaytan û Altûn nivîsandibû xwend. Piştî peyamê girseyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

‘Divê dewlet gavan biavêje’

Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît li ser navê Yekitiya Înîsiyatîfa Demokratîk axivî. Gulcan Kaçma Sayyîgît diyar kir ku bi salan jî biaxivin tê ra bîranîna cangoriyan nake û di kesayeta Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn de hemû cangorî bi bîr anîn. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha got: “Heke em bi nasnameya xwe bikarin siyasetê bimeşînin saya cangoriyan e. Beriya sed salan li vir Şêx Seîd hate qetilkirin lê nêviyên Şêx Seîd têkoşîna xwe didomînin. Sed sal in em tên tunekirin lê dîsa em dibêjin aştî, azadî û wekhevî. Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bangek kir, em hemû berpirsyar in. Divê em berpirsyartiya xwe bi cih bînin û dewlet jî gavan biavêje. Em ê ji bo aştî û yekitiyê xebatên xwe bidomînin. Divê em li her derê bixebitin. Rêya me rêya aştî, wekhevî û azadiyê ye. Em rêwiyên heqîqetê ne. Oxir be rêwiyên heqîqetê.”

Dû re pêşkeşvan Ferhat Ertaş helbesta Alî Haydar Kaytan a bi navê “Akiş Sevincî” xwend.

Paşê endamê Komeleyên Elewiyên Demokratîk (DAD) Hasan Ekîcî ji bo bîranîna Kaytan û Altûn li tembûrê da û stran gotin. Bîranîn bi belavkirina helawa Gulbangê bi dawî bû.

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn derbasî avahiya DEM Partiyê ya Amedê bûn û li vir beşdarî serdanên sersaxiyê bûn.

 

Etîket: alî haydar kaytanRiza Altûn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

Riza Altun li Rihayê hat bibîranîn

25 ÎLON 2026
KCKê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî: Wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bijî

KCKê Alî Haydar Kaytan bi bîr anî: Wê her tim di têkoşîna me ya azadiyê de bijî

3 TÎRMEH 2026
Riza Altûn li mala xwe ya Tuzluçayirê hat bibîranîn

Riza Altûn li mala xwe ya Tuzluçayirê hat bibîranîn

25 ÎLON 2025
Li Amarayê şahiya gel

Li Amarayê şahiya gel

6 TEBAX 2025
Keyeyanê Kaytan û Altûnî ra mesajê spasî

Malbatên Alî Haydar Kaytan û Riza Altûn peyama spasiyê dan

22 GULAN 2025
‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

‘Em dixwazin demildest aştî pêk were’

19 GULAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne