• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Karker û kedkar: Ji bo şer biqede em piştgiriyê didin pêvajoyê

Omer Demîr / AW

2 GULAN 2025 - 08:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Karker û kedkarên ku tev li pîrozbahiya 1ê Gulanê bûn diyar kirin ku şer bandora xwe li jiyana wan dike û lewma ew piştgiriyê didin pêvajoyê û ji bo pêvajo li pêş bikeve ji destê wan çi were dê bikin.

Li seranserî Kurdistanê û cîhanê pîrozbahiyên 1ê Gulanê hatin lidarxistin û bi milyonan karker daketin meydanan. Karker û kedkaran li her meydanê ev roj bi coş pîroz kirin. Karker, kedkar, karmend, jin, ciwan, teqawîd ji her beşên civakê bi milyonan kes li meydanan daxwazên xwe anîn ziman. Li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê jî îsal bandora pêvajoya “Banga Aştiyê û Civaka Demokratîk” li ser pîrozbahiyên 1ê Gulanê xwe da nîşandan. Li Amedê 1ê Gulanê li Meydana Îstasyonê hat pîrozkirin. Karker û kedkarên ku tev li mitîngê bûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku şer bandorê li ser jiyana wan, aboriya wan dike û ew dixwazin pêvajoya hatiye destpêkirin li pêş bikeve.

‘Em piştevaniya banga birêz Abdullah Ocalan dikin’

Hanîfê Kardaş a karker diyar kir ku 1ê Gulanê ji bo wan roja serhildanê ye û wiha axivî: “Her dem dixwazin kedkaran, karkeran bi birçîbûnê bielimînin. Di aliyê aborî de gel zehmetiyên pirr zêde dikişîne. Ji bo vê em îro hatin mitîngê. Ji bo aboriya me çi destê me were em ê bikin. Em li pişt banga birêz Abdullah Ocalan in, em piştgiriyê didin banga wî. Çi destê me karkeran were ji bo pêvajo li pêş bikevê em ê bikin. Divê êdî em qadên 1ê Gulanê bikin qadên azadiyê. Em dibêjin bila êdî dewlet dest ji polîtîkayên qirêj berde. Tenê rêyek maye ew ji aştî û demokrasî ye. Divê dewlet ji bo bangê gav biavêje. Bi têkoşîna gelê Kurd ev pêvajo wê bigihîje encamê.”

‘Banga aştiyê bangeke pîroz e’

Endama Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran diyar kir ku ew vê rojê li hemû karker û kedkaran pîroz dikin û wiha got: “Bi kedeke mezin em gihîştin îro. Me xwîn rijand ku heta em gihîştin vê astê. Yên ku di vê rêyê de ked dane em wan bi rêzdarî bibîr tînin. 1ê Gulanê roja qîrkirina daxwazan e. Bihabûnek zêde heye, karker di bin vê bihabûnê dieciqin. Em dixwazin di kargehên xwe de azad kar bikin. Banga aştiyê bangeke pîroz e. Em vê bangê di cih de dibînin. 40 sal in şer li ser vê erdnîgariyê berdewam dike. Di van deh salên dawî de me carek din bandora şer dît. Di encama vî şerî de gelek kes bi rêya KHKyan ji karê xwe hatin derxistin. Em dizanin ku aştî hebe şert û mercên jiyanê dê baştir bibin. Aştî wê bandora xwe li ser karkeran jî bike. Em her dem dibêjin derûniya baş ne tenê di aliyê fizikî de ye. Her dem şer bandorê li ser derûniya civakê dike. Em hêvî dikin ku ev pêvajo bigihîje encamê. Em dixwazin siberoja me bi aştiyê derbas bibe.”

‘Divê dewlet gav biavêje’

Karkerê bi navê Alî Riza Yavûz jî da zanîn ku ew îro ji bo mafê xwe hatine qadê û wiha axivî: “Ji bo aştiyê û aramiyê em hatin qadê. Em hêvî dikin ku 1ê Gulanê ji bo tevahî cîhanê aştiyê û aramiyê bîne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo tevahiya cîhanê di 27ê Sibatê de bang kir. Em dibêjin aştî û aştî. Em ji dewletê re dibêjin heke hûn gavan neavêjin aştî jî nabe. Divê dewlet gavan biavêje.”

‘Em ê mil bidin vê pêvajoyê’

Orhan Kaya yê karker jî diyar kir ku îro ew ji bo pîrozbahiyê hatiye mitîngê û got: “1ê Gulanê ji bo karkeran rojek gelek girîng e. Hemû karkerên cîhanê bi coş îro pêşwazî dikin. Em bawerin îro ji bo karkeran dê bibe bersiva gelek tiştan. Aştî ji bo hemû cîhanê gelek girîng e û pêwîst e. Ji bo wê em ê mil bidin vê pêvajoyê.”

‘Em hêvîdarin ku ev pêvajo bigihîje astek baş’

Menav Tarhan ê karkeriya şofêriyê dike da zanîn ku 1ê Gulanê gelek girîng e û ev yek anîn ziman: “Li welatekî mafê mirovan tune be em nikarin behsa mafên kedkaran bikin. Di serî de divê em vê rast bikin. Her roja diçe em li vî welatî ji demokrasiye dûr dikevin. Îro ji bo roja kedkaran em hatine vir, sibê jî em ê ji bo demokrasiyê li qadan bin. Em dixwazin vê sîstemê biguherînin. Heta ku li tevahiya cîhanê mafê mirovan neyê parastin, dê mafê kedkaran jî tune be û were xwarin. Em hêvîdarin ku ev pêvajo bigihîje astekî baş. Lê em ji dewletê bawer nakin. Em naxwazin ciwan bimirin. Divê dewlet gav biavêje. Em dixwazin li ser rastiyê ev pêvajo were birêvebirin.”

Etîket: 1ê GulaneKarkerkedkarpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

90 karker ji kar hatin derxistin: Em ê têkoşîna xwe bidomînin

30 ÎLON 2026
Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

Karkerên di Nexweşxaneya Bajêr a Amedê de dixebitin dest bi grevê kirin

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Bayik: Yekîtî û têkoşîna gelê Kurd wê azadiyê bîne

Bayik: Kurd di makeqanûnê de cih negirin çareserî çênabe

4 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne