• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kana Qûmê ya li ser çemê Dîcleyê ji bo welatiyan xetereyan derdixîne

Mahmut Altintaş /AW

29 MIJDAR 2024 - 08:13
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Şirnex – Şîrketa Kana Qûmê ya Erdem ku li ser çemê Dîcleyê qûmê derdixe, ji bo welatiyên li taxa Çemkûrk a 200 metroyan dûrî çem e, xetereyên jiyanî derdixîne. Ji ber xebatên şîrketê hûndirê çem kûr bû ye û xetereyan ava dike. Toz û dûmana li kanê belav dibe jî ji bo welatiyan xetereya nexweşiyan derdixînê.

Li Şirnexê ji aliekî ve bi birîna daran xweza tê talankirin û ji aliyê din ve jî bi bendav, kanên komir, maden û qûmê qada jiyanê ya mirovan tê tunekirin. Li Şirnexê 4 sal berê li Çiyayê Gabar, Cûdî û herêma Besta birîna daran dest pê kiribû. Birîna daran li bajahiya navçeyên Qileban û Elkê berdewam dike. Bi birîna daran qadeke berfireh a daristanê tune kirin. Ji aliyê din ve jî bi lêgerîna petrol, komir, maden û qûmê Şirnex bû ye navenda talankirina xwezayê. Çemê Dîcleyê ji aliyê dîrokî û şaristaniyê ve xwedî taybetmendiyeke girînge. Bi bi kana qûmê çem tê qirêjkirin û ji bo welatiyên li derdorê jî xetereyên jiyanî ava dike.
Şirketa Kana Qûmê ya Erdem ku giredayî Rêveberiya Bajêr a Taybet a giredayî Walitiyê Şirnexê ye nezî 25 sal in li ser çemê Dicleyê qûmê derdixînê ji bo welatiyên li taxa Çemkûrk a navçeya Cizîrê xetereyên jiyanî derdixînê. Ew tax li ber çemê û şîrketa Erdem jî 200 metro li dûrî taxeyê. Ji ber xebatên şîrketa Erdem hem çemê Dicle qirêj dibe hem jî toz û dumana xebatên kana qûmê li nava taxa belav dibe û ew qirêjî dibe sedema nexweşiyan. Her wiha dema şîrketa kana qûmê ji çem qûme derdixînê dibe sedem ku di bin çem de kûrahî çêbibe. Ew jî ji bo welatiyên ku bikevin ava çem xetereyên xeniqînê derdixînê hole. Ji ber ku di nava çem de kurahî çêbûyê 2 sal berê zarokên bi navê Îdrîs Putru (17) û Zekeriya Nergîz (13) xeniqîn.

Daxwazên gel guhdar nakin

Tevî ku li gor qanûnan li ber çêm û cihên avî xebatên derdixstina qûmê hatiyê sînordar kirin jî li ser çemê Dîcleyê gelek kana qûmê hene û xebatên wan jî ji aliyê Wezareta Hewirdor û Bajarvaniyê ve bi rapora ÇED hatiyê erê kirin. Her wiha ji ber ku xebatên qûmê li nezî qada jiyanê ya mirovan tê kirin û ji bo mirovan xetereyên jiyanî derdixînê jî ew xebat nehatine sekinandin û hê jî berdewam dikin. Welatiyên taxê jî ji bo xebatên kana qûmê bê sekinandin û di nava qada jiyanê ya mirovan de xebateke bi vî rengî neyê kirin ji Rêveberiya Bajêr a Taybet a ku giredayî Walitiyeyê re gelek daxwaznamê şandin lê daxwaznameyên gel bê bersiv man. Tekildarî mijarê weke nûçegihan me jî xwest em xwe bigihînin berpirsyarên Rêveberiya Bajêr a Taybet lê yên ku bersiv dan gotin em giredidin lê girenedan çend caran me jê gerya lê heman tişt dubarê kir.
Tekildarî mijarê em jî çûn li taxa Çemkûrk ku di bin bandora Kana Qûmê de ye û ji welatiyên taxê re axivîn. Welatiyên taxê ku em bi wan re axivîn daxwaz kirin ku Kana Qûmê li nêzî taxa wan bê rakirin.

Ji bo jiyanê xetere ye

Ji welatiyên taxê Hazniye Putru anî ziman ku ji ber toz û dumana kanê ew bêzar bûnê û qirêjiya kanê xetereyên nexweşiyan derdixînê holê. Putru bi lêv kir ku ji ber ku hûndirê çem hatiyê vedan û çêm kûr bûyê xetereya xeniqînê derdixînê holê û xizmekî wan jî ji ber kana qûmê di çem de xeniqiyê. Putru daxwaz kir ku xebatên kana qûmê li nêzî taxa wan bê rakirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: ” Ji ber kana qûme hûndirê xaniyên me her tim toz û duman e. Pir zerara wê ji me re heye. Her wiha ji ber ku hûndirê çem kûr kirinê em hertim bi tirsin ku zarokên me biçin çêm. Ji ber wê jî em hertim li ber zarokên xwe ne ku necin nava çem. Heta niha 2 civan di çem de xenikîn. Sedema wê jî kana qûme bû. Heke li wir kana qûme tunebûna û hûndirê çem ew qas kûr nekirina dibe ku ew her dû civan nediheniqîn. Lê tevî vê yekê jî ew kana qûme dikarê hê xebatên xwe bike. Her wiha dengê wê jî me pir aciz dike. Toz û dumana çîmento hertim li ber camên me ye. Hertim em paqîjiyê dikin. Divê ew li vir bê rakirin. Vir taxê. Malê me li vir in. Divê ew di nava malan de nebe. Bila ew bê rakirin û li cihê wê ji zarokên me re parq bê çêkirin. Ew der ne cihe wê ye. Ew nezî 20 sal in ku ew kana qûmê li wir e. Gelek caran me daxwaznamê dayê jî tu encam bi dest nexist.”

Ji welatiya bi navê Saime Mungay diyar kir ku li nezî taxê xebatên kana qûmê li ser jiyana mirovan xetereyên mezin derdixînê û wiha bertek nişan da: “Heta niha 2 zarok di çem de xeniqîn ji ber sedema kana qûme. Em jî hertim bi tirsin ku zarokên me jî di çem de bixeniqin. Lê dîsa jî ew li wir nayê rakirin. Her wiha hertim hûndirê xaniyên me di nava tuzan de ne. Gelek caran me daxwazname da ku bê rakirin lê dîsa jî nayê rakirin. Daxwaza me ew ê ku ew li wir be rakirin. Nava taxê de çi karê kana qûmê heye. Divê ew ne li wir be. Toz, duman û qirêjiya wê dibe sedema nexweşiyan. Daxwaza me ew ê ku ew li wir bê rakirin.”

Etîket: ÇEDçemDîcleHusnuye PutruKana qûmêqûmSaime MungayToz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qilebanê masîgirek ket ber pêla avê û winda bû

Li Qilebanê masîgirek ket ber pêla avê û winda bû

9 TÎRMEH 2026
Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

Baranê çeman bi avên zelal, xwezayê bi kulîlkan xemiland

1 NÎSAN 2026
Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

Li Zanîngeha Dîcleyê Newroz hate pîrozkirin

14 ADAR 2026
Birayê Hatîp Dîcle li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da

Birayê Hatîp Dîcle li Swîsreyê jiyana xwe ji dest da

6 SIBAT 2026
Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî êrişên Helebê çalaki li dar xistin

Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê li dijî êrişên Helebê çalaki li dar xistin

10 ÇILE 2026
Jinên hatine kuştin li Pira Dehderî hatin bibîranîn

Jinên hatine kuştin li Pira Dehderî hatin bibîranîn

14 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne