• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
27 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Bager li Antalyayê rabû: 4 karker mirin

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Hevdîtinên Hevpeymana Mekkeyê dest pê kir

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Şaredara Merkezefendiyê û gelek kes hatin binçavkirin

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Hevdîtinên budçeya sala 2027an dest pê kir

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Li Girê Spî provakasyon: Koçber li ser banga xapînok bi êrişê re rû bi rû man

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo bi hezaran qadan biryara rûxseta derxistina madenê hatiye dayîn

Serhat Toptaş / AW

27 COTMEH 2026 - 09:25
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Wan – Kolektîfa Polen Ekolojiyê ji bo qadên îhaleya madenê, biryarên rûxsetê û pêvajoyên ÇEDê nexşeyeke balkêş amade kiriye. Dema mirov nexşeyê parzûn dike û li rewşa bajarên Bakurê Kurdistanê dinêre ji bo hezaran qadan biryara rûxseta derxistina madenê hatiye dayîn û ji vê zêdetir jî biryarên rapora ÇEDê hene.

Nexşeya Ekstraktivîzmê ku çalakiyên derxistina madenan ên li herêmên Bakurê Kurdistanê nîşan dide, ji aliyê Kolektîfa Polen Ekolojiyê ve hatiye amadekirin û qadên îhaleya madenê, biryarên rûxsetê û pêvajoyên Nirxandina Bandora li ser Jîngehê (ÇED) wekî daneyan pêşkêş dike. Ev nexşe bi awayekî ber bi çav nîşan dide ku îhaleyên madenê û pêvajoyên rûxsetê yên ku rasterast bandorê li ser hevsengiya xwezayê û jîngeha bajarên Bakurê Kurdistanê dikin, li kîjan bajaran û bi çi mezinahiyê kom bûne. Tê dîtin ku çalakiyên derxistina madenan û pêvajoyên îhaleyê bi giranî li ser xeta Amed, Şirnex, Erzîngan, Erzirom, Dersîm, Çewlik, Bedlîs û Colemêrgê kom bûne.

Çarçove û parzûnkirina nexşeyê

Nexşe, bi awayekî ku 16 bajar û derdorên wan digire nav xwe hatiye parzûnkirin. Ev bajarên ku hatine parzûnkirin jî wiha rêz dibin; Agirî, Êlih, Çewlik, Bedlîs, Amed, Erzîngan, Erzirom, Colemêrg, Îdir, Qers, Mêrdîn, Mûş, Sêrt, Riha, Şirnex û Wan.

Şirnex û derdora wê bi 344 biryarên rûxset û milk re xwediyê hejmara herî bilind e li ser nexşeyê ye. Li tenîşta wê li Sêrtê (219) hebûna qeydên bilind ên ÇEDê nîşan dide ku ev xet di warê çalakiyên madenê de herêmeke pir germ e.

Erzîngan û derdora wê bi 215 qeydên ÇEDê û Erzirom bi 229 biryarên ruhsetê û 130 qeydên ÇEDê navenda tevgera madenê ya li bakurê herêmê ne.

Wan û derdora wê bi 127 biryarên ruhsetê derdikeve pêş, her wiha li seranserê xeta sînorê Colemêrgê kombûneke zêde ya xalên îhaleyê û maden û kevirbirînê tê dîtin.

Ji bo Bakurê Kurdistanê deh hezaran zêdetir rûxsatên madenê hatine dayîn û ji vê zêdetir jî biryarên ÇEDê yên erênî hene.

Gava em li biryarên derxistina madenan ên li seranserê Tirkiyeyê dinêrin, hejmara giştî ya rûxsetên madenê 13 hezar derbas dibe. Dema ku em li Bakurê Kurdistanê dinêrin hejmara biryarên maden û milkên neveguhêz ên li gor nexşeya ku me parzûn kiriye, hezar û 338 heb in. Dîsa li gor nexşeya parzûnkirî qadên ku ji bo wan biryara ÇEDê ya erênî hatiye dayîn jî hezarî derbas dibin. Di koma daneyên giştî ya projeyê de tê diyarkirin ku li gorî qeydên Rêveberiya Giştî ya Karên Maden û Petrolê (MAPEG), zêdetirî 10 hezar qad bêyî îhale hatine radestkirin û hejmara giştî ya biryarên li bajarên li ser nexşeyê digihêje bi hezaran.

Mînaka bajarê Qersê

Li gor daneyên nexşeya ku Polên Ekolojiye amadekiriye, li Qersê di navbera salên 2022yan û 2026an de bi giştî 17 heb qadên madenê ku di îhaleyê de ne hene. Ji van qadan 12 heb li navçeya Qaxizmanê, 3 hep li navçeya Qamûşanê û 2 heb jî li navenda Qersê ne. Ji bilî vê jî 43 heb biryarên rûxsatên derxisina madenê hatine dayîn. 15 hebên ji van biryaran ji bo navçeya Qamûşanê, 15 heb ji bo navçeya Qaxizmanê, 8 hep ji bo navenda Qersê û 4 heb jî ji bo navçeya Digorê hatine dayîn. Wekî din jî ji bo 94 heb qadan biryarên raporên ÇEDê hatine dayîn û ji bo 75 qadan hewce nehatiye dîtin ku rapor bê amadekirin. Her wiha ji bo 12 qadan pêvajoya ÇEDê hatiye destpêkirin û ji bo 3 qadan jî biryara betalkirinê hatiye dayîn.

Etîket: ÇEDKolektîfa Polen Ekolojiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kana Qûmê ya li ser çemê Dîcleyê ji bo welatiyan xetereyan derdixîne

Kana Qûmê ya li ser çemê Dîcleyê ji bo welatiyan xetereyan derdixîne

29 MIJDAR 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Buldan: Divê birêz Ocalan tavilê dest birêvebirina Koordînasyonê bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ayşegul Dogan: Gelo destekî ku em nabînin di nava pêvajoyê de heye û asteng dike?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne