• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Kampanyaya DBPê dest pê dike: Em ê civakê birêxistin bikin

Fexredîn Kiliç / AW

30 NÎSAN 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DBPê Huseyîn Bîrlîk têkildarî kampanyaya partiya xwe ya seferberiyê axivî û diyar kir ku dê di çarçoveya “Banga Aştî û Civakî Demokratîk” ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de civakê bi rêxistin bikin.

Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) civîna Meclisa xwe ya Partiyê (PM) di 13ê Nîsanê de li Amedê li dar xistibû û encamnameya wê jî di 16 Nîsanê de bi raya giştî re parvekiribû. DBPê di encamnameya xwe de diyar kiribû ku dê di meha Gulanê de di çarçoveya “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de xebatên xwe bimeşîne û civakê bi rêxistin bike. Hevberdevkê Komîsyona Rêxistinkirinê ya DBPê Huseyîn Bîrlîk têkildarî kampanyaya partiya xwe ya seferberiyê ji ajansa me re axivî.

‘Mîsyona me ya esasî rêxistinkirina civakê ye’

Huseyîn Bîrlîk da zanîn ku rol û misyona partiya wan a esasî rêxistinkirin û perwerdekirina civakê ye û wiha got: “Bangawaziya birêz Abdullah Ocalan di 27ê Sibatê de hate kirin. Divê em bingeha civaka demokratîk ava bikin. Meclis û komunên wê ava bikin. Ji ber wê yekê em van weke erka xwe ya esasî dibînin. Pêdiviya rêxistinkirinê ew e ku em civakeke demokratîk ava bikin. Saziyên xwe ji nû ve ava bikin. Komîsyon û komunên gundan, taxan û bajaran em ava bikin. Di esasê xwe de ev pêngav e, pêngava me ya duyemîn e. Par di meha îlonê de me ji bo ku em xwe bi rêxistin bikin konferanseke mezin li dar xistibû. Di encama 6 mehan de gelek plansaziyên ku me danîn pêşiya xwe, me bi cih anîn. Li gundan, taxan, bajaran, malan me civînên gel pêk anîn. Me rewşa heyî bi hev re nirxand.”

‘Em dixwazin gelê xwe ji vê pêvajoyê re amade bikin’

Huseyîn Bîrlîk bi bîr xist ku civîna Meclisa xwe ya Partiyê di 13ê Nîsanê de li Amedê li dar xistibûn û wiha domand: “Li wê derê me banga rêzdar Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ esas girt. Em li ser sekinîn ku em ê vê bangê bi çi rê û rebazan bi cih bînin û mayînde bikin. Di encamnameya me de jî seferberi hate îlankirin. Ji xwe bingehê partiya me avakirina civakeke demokratîk e. Hêzên hegemon dixwazin Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bikin. Em jî weke partî di vê merheleyê de dixwazin gelê xwe û gelê Rojhilata Navîn û gelê ku li ser vê erdnîgariyê dijîn, ji vê pêvajoyê re amade bikin. Da ku em destkeftiyên xwe xurt û mayînde bikin. Gel û pergala herî bi rêxistinkirî dê serbikeve. Em weke DBP dixwazin hem bi piştgiriya gelê xwe hem jî bi xebatkarên xwe li tevahiya bakurê Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin armanca wê.”

‘Em ê li gundan komunên xwe ava bikin’

Huseyîn Bîrlîk têkildarî xebatên xwe yên seferberiya rêxistinkirinê jî ev tişt gotin: “Li taxan hem komîsyon hem meclis hatine avakirin. Hem li gundan dîsa komun hatine avakirin. Kar û xebat wê bêtir li ser rêxistinkirina civakê bimeşin. Ji ber wê çendê heke em bêjin divê em demokrasiyê mayînde bikin. Demokrasî jî bingeha xwe ji rêxistinkirina gel distîne. Wê li hemû bajaran hem bi serdanên hevserokên me yên giştî, hem bi saziyên me yên sivîl re dê civîn werin lidarxistin. Li her tax, bajar û kolanan em ê civînên gel li dar bixin. Em ê rewşa me ya siyasî, rewşa Rojhilata Navîn, polîtîkayên me çi ne, em ê çawa bikaribin di vê merheleyê de serbikevin nîqaş bikin.”

Kampanyaya rêxistinkirinê di meha Gulanê de dest pê dike

Huseyîn Bîrlîk da zanîn ku dê kampanyaya xwe ya rêxistinkirinê bi dirûşma “Ji kolanan heta taxan, ji taxan heta bajaran em ê azadiyê rêxistin bikin” di meha Gulanê de bidin destpêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ê li ser vê esasê xebatên xwe bidin destpêkirin. Hem Meclisa me ya Partiyê, hem rêveberiya me ya navendî, hem hevserokên giştî yên partiyê û saziyên me yên sivîl em ê li taxan, gundan, bajaran bernameyan çêbikin, em ê hevdîtinên gel pêk bînin. Me li ser esasê em ê çawa hêz bidin vê pêvajoyê ev pêngav daye destpêkirin. Bi meha Gulanê re em ê dîsa li nav gelê xwe bin û kar û xebatên xwe bimeşînin.”

‘Ji çareserkirina vê meseleyê ditirsin’

Huseyîn Bîrlîk têkildarî gavneavêtina dewletê ya derbarê pêvajoya heyî de ev tişt gotin: “Amadekariyeke dewletê ya têkildarî çareserkirina pirsgirêka kurd nîne. Banga birêz Abdullah Ocalan di rayagiştî ya navnetewî de jî deng veda. Gelek dewletan jî erênî dît û xwestin gavên demokratîk bên avêtin. Lê hikûmeta Tirkiyeyê û rayedarên dewletê gav neavêtin. Ji ber ku ji çareserkirina vê meseleyê ditirsin. Hesabên wan li ser hilbijartinê hene. Dixwazin li gorî xwe vê pêvajoyê bi rê ve bibin. Ev yek jî tişteke neyînî ye nabe. Heta ku li ser bingeha demokrasiyê mesele neyê çareserkirin maf neyê naskirin wê ew pergal mayînde nemîne.”

15ê Gulanê dê bi aktîvîteyên cur bi cur pîroz bikin

Huseyîn Bîrlîk bal kişand ser xebatên wan ên têkildarî 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî û wiha pê de çû: “Bi hevkariya saziyên ku bi ziman re eleqedar dibin bername hatine çêkirin. Weke şahî, panel, sempozyûm, dîwana dengbêjan em ê bi aktîvîteyên cûr bi cûr vê rojê pêşwazî bikin. Divê em xwedî li zimanê ku bi polîtîkayên bişaftinê re rûbirû ye derkevin. Lijneyek hatiye avakirin em jî di nav de ne. Li Amed, Cizîr, Êlih, Sêrt û Wanê weke navendî dê panel, şahî, gotûbêj û çalakiyên cur bi cur ên weke meş û daxuyaniyan bên lidarxistin. Em jî dê bi hemû rêxistinên xwe ve di 15ê Gulanê de hêz bidin ku zimanê kurdî bi pêş bixin û ji bo ku ji hêla fermiyetê ve jî cihê xwe bigire em ê têbikoşin.”

‘Em gelê xwe vedixwînin ku tev li pêvajoyê bibin’

Huseyîn Bîrlîk di dawiya axaftina xwe de ev tişt gotin: “Banga civaka demokratîk ne tenê ji bo gelê Kurd e. Dema em behsa demokrasiyê dikin ji her kesê re dixwazin. Banga me ji hemû gelên ku li Kurdistanê dijîn û kesên azadî, demokrasî û wekheviyê dixwazin re heye. Heke ji banga birêz Abdullah Ocalan re piştgiriyek hebe dê serkeftin pêk were. Banga me ji hemû gelê me re heye ku xwedî li vê bangê derkevin. Bi xwedî derketina vê bangê dê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe. Ev yek jî dê ji bo aramiya Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê bibe firsendeke baş. Em ji gelê xwe dixwazin tev li kar û xebat û aktîvîteyên partiya me bin. Em gelê xwe vedixwînin ku tev li vê pêvajoyê bibin.”

Etîket: Abdullah OcalanDBPpêvajo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne