Amed – Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û çar şaredariyên navçeyên wê yên navendî di çarçoveya kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” de bi beşdariya welatiyan kolan û taxên Amedê paqij kirin û wiha gotin: “Armanca xebatan ew e ku beşdariya civakê bê zêdekirin û hişmedniya berpirsyariya hevpar bihêzkirin e.”
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û şaredariyên navçeyên Rezan, Peyas, Bajarê Nû û Sûrê bi armanca Amed bigihîje jîngeheke paqij û tendurist û afirandina qadên jiyanê yên domdar, bi navê “Bi keda kolektîf bajarên paqij” kampanyaya paqiijiyê dabûn destpêkirin. Kampanyaya di 10ê Tebaxê de li Dortyola Rezanê dest pê kiribû, li deverên cuda yên navçeyên navendî bi beşdariya tîmên paqijiyê yên şaredariyê û welatiyan dildar xebatên paqijî û agahdarkirinê didomin.
‘Li çar navçeyên navendî paqijiya berfireh’
Di çarçoveya kampanyayê de li navçeya Peyasê li avahiyên Taxa Talaytepeyê, li navçeya Sûrê, li herêma Teknokentê ya Taxa Yîgît Çavuşê, li navçeya Bajarê Nû li 450 Evlerê, li navçeya Rezanê ser Cadeya Goçmenlerê xebatên paqijiyê hatin kirin.
Di çarçoveya xebatan de ku ji aliyê tîmên şaredariyê û welatiyan ve bi rengekî koordîne dihatin meşandin, gelek dever, kolan, cade, park, kedên şîn û kavilên xaniyên kevn bi berfirehî hat paqijkirin.
‘Broşûr hatin belavkirin, agahdarkirin hat kirin’
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Serdar Bakiroglu, cîgirên sekreterê giştî, hevserokên şaredariyên navçeyan, hevserokên saziyan, endamên meclisa şaredariyê û welatî beşdarî xebatan bûn.
Di xebatên ku li taxan de hate meşandin ji welatiyan re broşûrên derbarê kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” hatin belavkirin û li ser armanc û çarçoveya kampanyayê welatî hatin agahdarkirin.
‘Armanc pêşxistina berpirsyariya hevpar e’
Di çarçoveya kampanyaya “Bi keda kolektîf bajarên paqij” de dê heta 21ê Tebaxê li seranserê bajêr xebatên paqijî û agahdarkirinê bêne meşandin. Li seranserê kampanyayê tê armancankirin ku beşdariya civakî bê zêdekirin û ji bo bajarekî paqij hişmendiya berpirsiyariya hevpar bê bihêzkirin.



























