• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Kampanya ‘Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ belav dibe

Navenda Nûçeyan /AW

7 HEZÎRAN 2025 - 13:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kampanyaya “Ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim” ku Platforma Aşitî û Azadiyê ya Ewropayê (EFFP) daye destpêkirin belav dibe.

Tê payîn ku piştgiriya navneteweyî ya ji bo kampanyaya “Ez dixwazim bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikim” a ku EFFPê û hejmara kesên ku dixwazin biçin Îmraliyê zêde bibin. Koma Çepgir AP, Partiya Çepgiran a Ewropayê, Enternasyonalên Pêşvexwaz û rêxistina ARCI ku rixistina serekE ya 5 hezar navendên çandî yên li Îtalyayê piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin.

Koordînasyona EFFPê Dr. Latîfe Akyuz û siyasetmedar Tûncay Yilmaz têkildarîmijarê ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivîn. Akademîsyena Aşitiyê Dr. Latîfe Akyuzê got: ‘’Em banga Birêz Ocalan weke mudaxeleyeke ku di serdemeke gelekî dîrokî û krîtîk de hatiye kirin, dinirxînin û diyar kir ku PKK’ê ya ku diket berê wê bi cih aniye lê belê dewletê hê jî pêngaveke hêvîdêr neavêtiye. Latîfe Akyuz bi van gotinan qala armanca kampayayê kir: ‘’Pêvajoyeke ji pêvajoyên din cudatir û ya ku me hê navê wê lê nekiriye, heye. Pêşeketina vê pêvajoyê girêdayî xwedîlêderketina aşitîxwaz, demokrasîxwaz û edaletxwaz û aktîvîstan e. Pêvajo dikare bes bi vî rengî pêş bikeve. Entellektuel û akademîsyenên li sirgunê jî dizanin ku ji bo ku dewlet pêngavan biavêje divê raya giştî ya navneteweyî berê xwe bide vê yekê, avêtina pêngavan gelekî girîng e û bi vê kampanyayê jî van yekan armanc dikin.’’

Divê şert bên avakirin

Latîfe Akyuz bi bîr xist ku bang ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye kirin û wiha pêde çû: ‘’Şert û mercên azad tune ku Birêz Ocalan eşkere bike ku çima ev bang kiriye û qala perspektîfa vê bangê bike. Heya ku ev şert û mercên azad neyên dabînkirin ne pêkan e ku pêvajo bi awayekî serkeftî pêş bikeve. Ji ber wê yekê divê em têkildarî vê yekê raya giştî ava bikin.’’

Ji raya giştî ya navneteweyî re

Latîfe Akyuz destnîşan kir ku banga Rêberê Gelê Kurd bi taybetî jî di raya giştî ya navneteweyî de xwedî lê hatiye derketin û ev yek anîn ziman: ‘’Ji bo ku dewlet jîli hemberî vê bangê pêngavan biavêje, pêvajo veguhere aşitiyeke mayînde ya rastîn divê Birêz Ocalan bi awayekî azad fikrên xwe li gel însanan parve bike. Kampanya zêdetir têkildarî raya giştî ya navneteweyî ye. Armanca me ew e ku em xwe bigihînin her kesî. Gelek rewşenbîrên ku dixwazin Birêz Ocalan ziyaret bikin hene û armanca me ya sereke ew e ku em van hemûyan birêxistin bikin. Tekane rêya pêşketina vê pêvajoyê ev e. Nayê qebûlkirin ku din şert û mercên tecrîdê de pêvajo pêş bikeve yan jî dewlet li benda vê yekê be.’’

Latîfe Akyuz bal kişand ser rexneyên li ser neşefafbûna pêvajoyê û got: ‘’Rexneyên weke ‘Em agahiyên rast wernagirin, em nizanin bê ka li pişt deriyan çi hatiye axaftin’ hene. A rastî ew rewşa neşefafbûnê ji aliyê dewletê ve tê afirandin. Tecrîd hê jî berdewam dike. Weke şexsî jî ez dixwazim guhdar bikim bê ka Birêz Ocalan têkildarî vê mijarê çi difikire, ez dixwazim li gel biaxivim û pirsan jê bikim. Em dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û fikrên wî hîn bibin û nîqaş bikin. Divê ev şert ûmerc werin dabînkirin yan na ne pêkan e ku ev pêvajo bi awayekî din pêş bikeve. Ger wisa nebe wê bi spekulasyonan pêş bikeve.’’

Em perspektifa aştiyê xurt bikin

Siyasetmedar Tûncay Yilmaz jî bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd ev 26 sal in di bin tecrîdê de tê girtin û bi taybetî jî ev 5 salên dawîn in di bin tecrîda mutleq de ye û got: ‘’Dema ku dest bi axaftinê dike dikare ji bo gelê Kurd, gelên din û gelên li Rojhilata Navîn pêşiya pêvajoyeke hêvîdêr veke. Xwedî potansiyeke bi vî rengî ye. Ji bo ku ev pêvajo bi awayekî erênî encam bibe divê şert û mercên Birêz Ocalan werin sereraskirin. Weke dîasporayê em armac dikin ku bi vê kampanyayê dorpêça tecrîdê bişkînin. Bo nimûne metna perspektîfê ya 25 rûpelî ya di demên dawî de derketî holê heye. Tê gotin ku ev metin di çarçoveyeke berfirehtir de hatiye amadekirin. Em dixwazin bi Birêz Ocalan re ku bi xwe nivîsandiye, li ser vê yekê nîqaş bikin pêre biaxivin.’’

Dê kampanya mezin bibe

Tûncay Yilmaz da zanîn ku ji dema ragihandina kampanyayê heya niha gelek hêzên ked, aşitî, demokrasiyê û hêzên çepgir-sosyalîst ên Ewropayê piştevaniyeke mezin hatiye û ev yek anîn ziman: ‘’Koma Çepgiran a Parlamentoya Ewropayê û Koma Partiya Çepgiran a Ewropayê qebûl kirin ku bibin pêkhateyeke kampanyayê. Enternasyonalên Pêşvexwaz ku nûnertiya gelek tevgerên mafparêz, hawirparêz, demokratîk, sosyalîst, çepgir, partî,sendîka û rêxistinên civakiyên li seranserê cîhanê dike û Yekîtiya Komeleyên Neteweyî Civakî û Çandî (ARCI) ku rêxistina sereke ya 5 hezar navendên çandî yên li Îtalyayê ye û derdorên li Efrîqaya Başûr piştevaniya xwe ya ji bo kampanyayê ragihandin. Enternasyonalên Pêşvexwaz ku gelek tevgerên ked û çepgir yên ji Emerîkaya Latîn heya Asyaya Başûr tîne li ba hev û pêkhateyên wê banga xwedîlêderketina vê kampanyayê kirin. Sendîkayeke ji Îngilistanê, Koma Xebatan a Kurd a Parlamentoya Ewropayê û partiyên çepgir-sosyalîst jî wê tevlî vê kampanyayê bibin. Her wiha li seranser cîhanê jî em li benda gelek bersivan in. Bi qasî ku diyar bibin, em ê bi raya giştî re parve bikin.’’

Dê serlêdan zêde bibin

Tûncay Yilmaz diyar kir ku divê paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê ji herêm û welêt re aşitiyê bîne, di şert û mercên azad de were nîqaşkirin û got: ‘’Dibe ku hemû kesên piştgiriyê didin kampanyaya berbehs nekarin biçin Tirkiyeyê serdana Ocalan bikin. Bi hiqûqî jî ev ne pêkan e lê belê bi rastî jî em dixwazin deriyên Îmraliyê vebin û tecrîd bi dawî bibe û tevlîbûna pêvajoyê ya di asta navneteweyî de pêk were. Wê kesên ku bi Bolyozxane, Wezareta Edaletê û dozgeriyên herêmî re bikevin têkiliyê û tevlî kampanyayê bibin, çêbibin. Rojnamevanên ji çapemeniya navneteweyî perspektîf û rêya çareseriyê ya Ocalan mereq dikin. Birêz Ocalan îradeyeke bihêz ku dikare zemîna ‘şer û pevçûnan’’ veguherîne zemîna ‘aşitî û demokrasiyê.’ Hemû kes dixwaze bi vê îradeyê re hevdîtinê bike. Em ê ji bo vekirina deriyan ya ji destê me tê bikin.’’

Navnîşanên serlêdanê

Navnîşanên serlêdanên ku wê ji Wezareta Edaletê re werin kirin ev in:

visitocalan

https://www.instagram.com/adalet_bakanlik/

https://www.facebook.com/adaletbakanlik

https://x.com/yilmaztunc

https://www.tiktok.com/discover/adalet-bakanlığı

[email protected]

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne