Kampa Dola Alane ya li bajarokê Xelîfan bi du mûşekan hate hedefgirtin û di encama êrişê de 6 kes bi giranî birîndar bûn ku rewşa yek ji birîndaran giran e.
Kampa Dola Alane ya girêdayî bajarokê Xelîfan ê Hewlêr ku penaberên ser bi partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê dimînin, hate bombebarankirin.
Kampa Dola Alane ku penaberên Hizba Komele ya Zehmetkêşên Kurdistanê lê dimîinn, bi du mûşekan hate hedefgirtin.
Têkildarî zirar û ziyanên canî yên ji ber êrişî çêbûne, nûçegihanê me ragihand ku li gor agahiyên destpêkê di êrişê de 6 kes birîndar bûne ku rewşa birîndarekê girane û rakirine nexweşxaneyê.













