• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rayedarên DEM Partiyê: Ocalan amadekariya çareseriya dîrokî dike

Navenda Nûçeyan / AW

24 ÇILE 2025 - 18:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Di hevdîtina Şandya Îmraliyê de ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re yek bi yek gelek mijar hatin nîqaşkirin. Rayedarên DEM Partiyê diyar kirin ku Abdullah Ocalan ji bo perspektîfa çareseriya dîrokî ya ku Sûriye-Iraq-Tirkiye û Îranê ji destwerdanên emperyalîst rizgar bike amadekariyê dike.

Şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Îmraliyê ku ji parlamenter Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder pêk tê cara ewil di 28ê Kanûnê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî. Şandeyê cara duyemîn jî di 22yê Çile de çû Girava Îmraliyê û bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî.

Şandeyê duh di daxuyaniya xwe ya nivîskî ya der barê serdanê de gotibû: “Xebatên birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê dewam dikin.”

JinNews xwe gihand hûrguliyên hevdîtina Şandeyê û Abdullah Ocalan. Li gorî agahiyên ku rayedarên DEM Partiyê dane JinNewsê; hat diyarkirin ku gelek sernav tên niqaşkirin û hewayeke pozîtîf hem di hevdîtinên bi partiyên siyasî re û hem jî hevdîtina li Îmraliyê re tê dîtin.

Tecrîd, şert û mercên xebatê

Rayedarên DEM Partiyê diyar kir ku peyama “Ji bo di çareseriyê de bi awayekî aktîf bi cih were girtin, demildest şert û mercên xebatê bên afirandin” ya ku ji roja destpêkê ve di nava raya giştî de tê nîqaşkirin û ji aliyê PKK, KCKê û gelê Kurd ve gelek caran hate gotin. Abdullah Ocalan bi rêya Omer Ocalan peyama ‘Tecrîd didome’ bi bîr xist û diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke mayînde gotiye, “Tişta girîng ne ew e ku ez li ku me, divê şert û mercên ji bo pêşketina pêvajoyê guncav bin.” Rayedaran anî ziman ku Abdullah Ocalan careke din anî ziman ku ew ê di bin her şert û mercî de bibin xwedî hêz û vîna çareseriyê.

Çareseriya çar aliyan

Çareserî û aştiyeke tenê bi Tirkiyeyê re sînordar nayê nîqaşkirin; hate diyarkirin ku ji bo Kurd û gelên li çar aliyên Kurdistanê bigihîjin statuyeke demokratîk bi perspektîfeke berfireh nîqaş tên meşandin.

Hiqûqa demokratîk

Rayedaran diyar kir ku ji bo afirandina aştiyeke mayînde û çareseriyê jî li ser vê yekê amadekirina zemînê yek ji mijarên ku li ser maseyê tên nîqaşkirin e û gotin: “Nêrîn heye ku divê çarçoveyeke hiqûqî ya demokratîk ku hemû gelên li Tirkiyeyê bên amadekirin ku bikarin bi mafên wekhev û demokratîk bijîn.”

Çareseriya ne di navbera hikûmet û Îmraliyê de ye

Rayedaran diyar kir ku hevdîtinên ku bi partiyan re hatine kirin bi awayekî berfireh ji Abdullah Ocalan re hatiye vegotin û dan zanîn Abdullah Ocalan bi awayekî erênî li van hevdîtinan dinêre. Rayedaran anî ziman ku Şandeya diçe Îmraliyê dê van danûstandinan li ser pêşniyarên Abdullah Ocalan ên ku Meclisê destnîşan dike bidomîn e.

Rayedaran got: “Birêz Abdullah Ocalan amadekariyên çareseriya civakî dike, ne ji bo çareseriyê di navbera hikûmet û Îmraliyê de. Pêşketin wê bi civakîkirina aştî û çareseriyê pêk were.”

Rayedaran diyar kir ku ji bo pêvajoyeke ku li ser vê bingehê bê meşandin “Divê bingeha çareseriyeke qanûnî ku bê avakirin” bê misogerkirin, li benda binegeheke ku bê avakirin.

Bersiva pirsa ‘Gelo PKK dê çekan berde?’

Rayedaran diyar kir ku aştî û çareseriya demokratîk ji aliyê çapemeniya serdest ve tenê weke pirsa “PKK dê dest ji çekan berde, bangewezî hat kirin an na”, ev yek nîqaşek teng e û rayedaran ev agahî dan: “Di hêla dîrokî de, di hevdîtinên nû de birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyeke bêşîdet û di bingeheke demokratîk de xebatên xwe didomîne.” Rayedaran destnîşan kir ku heta ku çavkaniya neçareseriyê û şîdetê neyê çareserkirin dê hêsan nebe û gotin: “Ji bo çareserkirina pirsgirêkê, berşta her tiştî, destûrek bingehîn a înkar û pergala nedemokratîk diafirîne ji holê were rakirin.

‘Amadekariya çareseriya dîrokî dike’

Rayedaran ev agahî dan: “Birêz Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber desthilatdarî û statuya giştî ya Sûriyê ne diyar e, divê nekevin rewşên ku Rojava bi taybetî jî gelên din bi tehdîdê re rû bi rû bimînin. Di van hevdîtinan de, di xêzkirinê de yekane çareseriya ku hem Tirkiye, hem Sûriye, hem Iraq û hem jî heta Îranê rizgar bike, avakirina zemîna demokratîkbûnê ye. Aştiya bi hemû gelan re ye. Birêz Ocalan diyar kir ku yekane çareseriya ku wê Îranê jî rizgar bike ev e û amadekariyên çareseriyeke dîrokî dike. Perspektîfa çareseriyê ya ku wê derxe pêş ew e ku dê bibe çareseriyek ku dê deriyê destwerdanên hemû hêzên emperyalîst bigire. Ya ku ew li ser dixebite û armanc dike ev e.”

‘Wê bang li hemû beşên civakê ku girêdayî wî ne bike’

Her çend nayê zanîn serdana bê kengê dê were kirin jî, rayedaran diyar kir ku îhtîmal heye ku şande li gorî her daxwazeke Îmraliyê berfireh bibe û têkildarî têkiliya rasterast jî got: “Tê pêşbînîkirin ku zemînek were çêkirin ku birêz Ocalan gavek beriya gavekê serî li hemû pêkhate û hêzên girêdayî xwe bide. Lê dîroka vê ne diyar e. Di encamê de wê ev rêya çareserî û aştiyê bi berdewamkirina têkiliyan bi hemû pêkhate û saziyan re li gorî pêşniyar û rêbaza birêz Ocalan civakî bibe û heyet weke DEM Partiyê bi rola xwe rabe û têkiliyên xwe bidomîne.”

Etîket: Abdullah OcalanGirava ÎmraliyêHevditinPervîn BuldanSirri Sureyya Onder
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

Pervîn Buldan: Pêşengên vê pêvajoyê dîsa jin û dayik in

23 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne