Di beşa foruman a Konferansa, “Jin bi hev re qala pêşerojê dikin” de ji jinan li ser têkoşîna hevpar a jinan fikir û nêrînên xwe anîn ziman. Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî destnîşan kir ku di bingeha kedxwariyê de pergala kapîtalîzmê heye û got ku werin em vê pergalê ji holê rakin û şûna wê Sosyalîzma Demokratîk ava bikin.
Konferansa, “Jin bi hev re qala pêşerojê dikin” ku li ser banga 80 jinên di nav de rojnameger, nivîskar, aktivîst, akademisyen û siyasetmedar hene li eywana Endezyarên Înşaatê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê tê li darxistin bi rûniştina 2yan a forumê ve berdewam dike. Rûniştina 2yan a forumê bi sernavê “Em li dijî kapîtalîzmê û kedxwariyê li ser têkoşîna kedê diaxivin” destpê kir. Rûniştina ku Çîlem Kuçukkeleş û Gulsum Kav moderatorî kir û li ser mijarê mafê axaftinê ji beşdaran re hat dayin.
Beşdarên konferansê di vê beşê de li ser mijarê bi dorê mafê axaftinê girtin û fikir, nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Yek jî ji van Hevseroka Giştî ya KESKê Ayfer Koçak bi lêv kir ku DEM Partî yek jî rêxistina mezin a kedê ye û wiha got: “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji bilî pêkanîna mafê kedê nabe. Em dikarin tevî cudahiyên xwe jî werin cem hev û hev fêm bikin. Heke em ê Civaka Demokratîk pêk bînin dema em çûn nexweşxaneyê divê mafê nexweşan ber bi çav bigirin. Dema çûn cihekî kar mafê xebatkaran ber bi çav bigirin.”
‘Werin em vê pergalê biguherînin’
Aktivîsta TJAyê Sebahat Tuncel jî diyar kir ku li dijî derketina kapîtalîzmê têr nake divê kapîtalîzm bi tevahî ji holê be rakirin û got: “Heke kapîtalîzm ji holê rabe kedxwarî jî dê ji holê rabe. Ji bo wê divê em li ser dê çawa vê pergalê ji holê rakin rawestin. Marks dibêje karker bi qasî dikare keda xwe bifroşê azad e. Niha ew yek jî guheriye. Bi Sosyalîzma Demokratîk em dikarin azadiya kedê jî pêk bînin. Werin em vê pergalê biguherînin. Dema me ew pergal guherand em ê çi bikin şûna wê; Em ê Sosyalîzma Demokratîk bixin şûna wê.”
Her wiha jinên kedkar, aktivîst, xwedî nasname û fikir û ramanên wan cuda ne mafê axaftinê girtin û li ser jiyana xwe jî mînak dan û nêrînên xwe yên derbarê mijara têkoşîna kedê anîn ziman.
Her wiha jinan bal kişand ser jinên hatine kuştin û pirsin, ‘Çima kujerên wan nehatin cezakirin? Weke jin em bersiva van pirsan dixwazin. Em jin jiyaneke wekhev û bi rûmet dixwazin.’
Rûniştina 3yan a konferansê bi foruma “Em li ser têkoşîna azadiyê û wekheviya zayendî diaxivin” berdewam kir. Moderatoriya forumê rojnameger Reyhan Hacioglu û aktivîsta LGBT+ Defne Guzel kir.
Di serî de aktivîsta LGBT+ Defne Guzel axivî û bal kişand ser zextên li ser LGBT+an û wiha axivî: “Dixwazin LGBT+an bêdeng bikin lê em dixwazin di vê konferansê de dengê LGBT+an jî behtir deng bide di konferansê de.”
Rojnameger Reyhan Hacioglu jî destnîşan kir ku ew ji bo cudahiyên hev hezê bigirin li cem hev in û wiha pê de çû: “Dibe ku me ji bo jinên hatin kuştin nekarî welatekî bi aram û ewle pêk bînin lê bi rêya vê konferansê û têkoşîneke hevpar bikarin welatekî demokratik ava bikin.”
Piştî axaftinan beşdaran di forumê de bi dorê mafê axaftinê girtin û li ser mijarê fikir û nêrînên xwe anîn ziman. Yek jî ji wan aktivîsta LGBT+ Yildiz Tar axivî û bi lêv kir ku operasyona dawî ya li dijî LGBT+an yek jî amadekarina Tirkiyeyeke nû ku tê xwestin be ava kirin û got ku ew yek pêşya aştî û demokratîkbûyinê yek jî astengiya herî mezin e.
Her wiha gelek beşdarên jin ku di forumê de mafê axaftinê girtin hem li ser jiyana xwe mînakên rû bi rû mayina zextên desthilatê dan û li ser mijarê fikir û nêrînên xwe anîn ziman û xwestin girtiyên LGBT+an demildest bên berdan.
Aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata derbarê ne wekhevbûnên jin ji ber pergalê rû bi rû dimînin de axivî û ev tişt anîn ziman: “Li ku derê ne wekhevbûna zayendî hebe divê li wir têkoşîna wekheviya zayendî ya civakî bê dayin. Ji bo wê jî hatina ba hev a jinan di vê konferansê de pir girîng e. Divê em li bendê neminin û bi xwe ava bikin.”
Dayika Aştiyê Pîroze Kurt bi bîr xist ku gelek jin rasti kuştinê hatinê û bi zextan re rû bi rû ne û wiha got: “Dema cenazeyê dayika Taybet 7 rojan li kolanan bû jin li ku bûn. Dema cenazeyê Cemîle Çagirga di sarincê de hat veşartin jin li ku bûn. Dema cenazeyê Ekîn Wan rastî îşkence hat jin li ku bûn. Çima bêdeng bûn. Niha bi hezaran jin di zindanan de ne. Heke deriyên zindanan vebin û pirsgirêka jinên Kurd bê çareserkirin pirsgirêka jinan jî dê bê çareserkirin.”
Forum bi axaftina beşdaran bi dawî bû. Konferans sibe dê bi rûniştinan berdewam bike.

















