Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ di Desteya Giştî ya Meclisê de tê nîqaş kirin. Ji xala 1an heta xala 6an a qanûna çarçoveyî hat qebûl kirin û Desteya Giştî bi beşa 2yemîn ve berdewam dike.
Qanûna Çarçoveyî ya ‘Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ ku 12 xalan pêk tê û bi 367 îmzayan ji Serokiya Meclisê re hat pêşkêşkirin piştî di Komîsyona Edaletê ya Meclisê de hat erêkirin, li Desteya Giştî ya Meclisê tê nîqaşkirin. Civîn li ser xala 2an a qanûna çarçoveyî nîqaş û nirxandin ve berdewam dike. Piştî nîqaş û nirxandinên li ser xalên qanûna çarçoveyî ji xala 1an heta xala 6an a qanûna çarçoveyî di Desteya Giştî de hat qebûlkirin.
Desteya Giştî bi beşa 2yemîn nirxandinên li ser xalên din ên qanûna çarçoveyî ve berdewam dike.













