• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Wanê bang kirin: Deng û tekoşîna xwe bikin yek

Wan / AW

1 GULAN 2025 - 14:51
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar li Wanê axivî û diyar kir ku banga Abdullah Ocalan ji bo herkesî ye û got: “Bêyî karkeran, civaka demokratîk nayê avakirin. Ji bo welatekî demokratîk bê avakirin divê em deng û tekoşîna xwe bikin yek.”

1ê Gulanê li Wanê bi pêşengtiya KESK, DÎSK, Odeya Bijîşkan a Wan-Colemêrgê, Şaxa Odeya Bijîşkên Diranan a Wanê û ÎKK a TMMOBê ve hat pîrozkirin. Bi hezaran kedkar, di saetên serê sibehê de bi dirûşma “Em ê bi ser kevin” li pêşiya AVMa Gunpaşê hatin gel hev. Kedkaran dirûşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Ked a me ye, gotin a me ye” û “KHK dê biçin em ê bimînin” berz kirin. Li pêşiya kortejên sendîka, partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tê de cih digirin jî, endamên DFG û MKG’ê cih girtin. Rojnamegeran, bi pankarta “Çapemeniya Azad, Civaka Demokratîk” û bi dirûşmên “Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin” û “Ji Nazim heta Cîhanê çapemeniya azad li vir e” meşiyan. Kortej heta Parka Aştiyê ya Mûsa Anter meşiyan û li vir dest bi mitînga xwe kirin.

Di mîtîngê de ewilî li ser navê Komîteya Amadekariyê Engîn Işik axivî. Piştre Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan axivî û wiha got: “Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Birêz Ocalan ji bo welat hêviyeke nû derketiye holê. Hêviya aştiyê li welat mezin bûye. Ev pêvajo pêvajoyeke ku wê her kes bi ser bikeve ye. Hêvîdarim ku girtiyên nexweş bên berdan û kesên ji kar hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe. Divê dawî li pêkanînên qeyûm bê anîn, gelê Wanê di vê demê de dîrok nivîsand û bi destxistina her 14 şaredariyan bersiva pêwîst da hikûmetê.”

‘Ji bo demokrasiyê zagonan derxin’

Piştî axaftina Zeydan, Endama Lijneya Rêveber a Meclisa Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Kamûyê (KESK) Done Gevher Koyûn axivî û ev tişt anî ziman: “Îro gel bi xizaniyê re têdikoşe. Mafên me yek bi yek tê desteserkirin. Rojhilata Navîn careke din vediguhere qada parvekirinê. Desteserkirina vîna gelê me berdewam dike. Êdî li hemû qadên cîhanê dibêjin ‘êdî bes e’. Divê ji bo aştî û demokrasiyê zagonên ked, demokrasî û aştiyê bên derxistin û dawî li vê pêvajoya şer bê anîn”

‘Her roj 4 karker tên kuştin’

Herî dawî Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar jî di mitîngê de axivî. Çîgdem Kiliçgun Uçar, diyar kir ku yek ji welatên herî zêde kedxwarî lê tê kirin jî Tirkiye ye û wiha got: “Mirov li vir birçîtiyeke mezin dijîn. Li welatekê sînorê birçîtiy3e 24 hezar lîre û sînorê xizaniyê 78 hezar lîre, welatî mehkûmî 22 hezar lîreyan hatine kirin. Ji ber ku aboriya vî welatî ji bo şer û ewlehiyê tê xerckirin. Sedema ewqas krîzan, polîtîkayên şer in. Polîtîkayên şer û ewlehiyê bandorê li tevahiya jiyana me dikin. Welatiyên hilberînê dikin nikarin li vî welatî berhemên xwe bifiroşin. Aboriya vî welatî bi pîşesaziya parastinê xwe li ser pêyan digire. Bi vê pîşesaziyê re tenê zikê çendek kesên li cem AKP’ê têr dibe. Dîroka mirovahiyê, dîroka kedê ye. Divê ev keda ku berhema jin û ciwanan e, li her derê xwedî gotin be. Me tişta pergala kapîtalîst hêjayî gelên bindest dibîne tu caran qebûl nakin. Bi hezaran kesan ji bo vê bedena xwe feda kirin. Jiyaneke mirovane û pêkvejiyana gelan pêkan e. Her roj li Tirkiye û Kurdistanê 4 karker jiyana xwe ji dest didin. Ji bo pêşîgirtina vê, divê em bi hev re têkoşîna aştî û demokrasiyê bidomînin.”

‘Banga Ocalan ji bo herkesî ye’

Çîgdem Kiliçgun Uçar, bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Banga birêz Ocalan ji bo gelan, kedkaran, jinan û ciwanan e. Em baş dizanin ku dikare vî şerî bide sekinandin û bi dawî bike. Demek berê dema em dihatin ber kortejê, destûr nehat dayin ciwan pankarta ku wêneyê birêz Ocalan li ser bû hilgirin. Gelo heke hûn tehemîla wêneyê birêz Ocalan nekin, hûn ê çawa biaxivin û em ê çawa aştiyê bikin? Her çend hûn destûrê nedin pankart têkeve qadê jî têkoşîna birêz Ocalan her tim di dilê gel de ye û dê her hebe. Têkoşîna hevpar a ji bo pêkvejiyanê ya gelê Kurd, dema bi têkoşîna kedkaran re bû yek, tu kes dê nekare xwe li pêşiya wê bigire. Em destûrê nedin kesên hewl didin mafên me yên jiyan û pêşerojê ji dest me bigirin. Rizgariya karker û kedkaran, girêdayî rizgariya gelê Kurd e. Heta karker û kedkar nebin, civakeke demokratîk jî nabe. Niha dema wê ye ku em deng û têkoşîna xwe bikin yek û welatekî demokratîk ava bikin. Ez, 1’ê Gulanê li birêz Ocalan û hevalên wî ku mezintirîn keda ji bo aştiyê wan da ye, pîroz dikim.”

Piştî axaftinan, hunermend Arhat derket ser dikê û mitîng bi dawî bû.

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

2 TÎRMEH 2026
Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

2 TÎRMEH 2026
Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

2 TÎRMEH 2026
Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

2 TÎRMEH 2026
Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

Rojhat Dîlsîz: Dadgeh naxwaze doza Hurmuz Dîrîl zelal bike

2 TÎRMEH 2026
Temellî: Ganî muzakeregero sereke reyde zemînê muzakereyî bêro viraştene

Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

2 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (32)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne