• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji MKG û DFGê peyama 22ê Nîsanê

Amed /AW

22 NÎSAN 2025 - 11:43
Kategorî: ROJANE
A A

MKG û DFGê bi wesîleya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke hevpar dan û gotin: “Em ê li pey heqîqetê bimeşin.”

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) bi wesîleya 22ê Nîsanê Roja Rojnamegerên Kurd daxuyaniyeke hevpar a nivîskî weşandin.

MKGê û DFGê anî ziman ku gava 127 sal berê hatiye avêtin, îro jî meşaleyek e ku li dijî tariyê vêdikeve û ev daxuyanî parve kirin: “Em xebatkarên çapemeniyê silav dikin ku bi wêrekî li hember zilm, sirgûn û mirinê, rastiya dîrokî ya gelê Kurd nivîsandin, li ber xwe dan. Bi munasebeta 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî em hemû hevkarên xwe yên ku hîn jî dengê rastiyê ne, bi dil û can pîroz dikin û li ber hemû rojnamevanên ku jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Rojnamegeriya Kurdî bi rojnameya “Kurdistan” ku di 22yê Nîsana 1898’an de ji aliyê Miqdat Midhet Bedirxan ve li Qahîreyê hate weşandin, di dîrokê de cihê xwe girt. Lê belê ev weşana yekem ne li welatê xwe li sirgunê pêk hat. Ji ber zexta Osmaniyan, rojname li Qahîreyê hat çapkirin. Her wiha ji Cenevreyê heta Londonê jî belav bû. Ev rojname, ku heta sala 1902’yan bi tevahî 31 hejmar jê hat weşandin, ne tenê amûrek ragihandinê bû, di heman demê de îfadeya îradeya gelê Kurd bû ku bi dengê xwe derkeve ser dika dîrokê.”

Herdu komeyan dan zanîn ku vê rojnameyê çarenûsa çapemeniya Kurdî jî bi teşe kir û wiha li daxuyaniyê zêde kirin: “Sansur, sirgun, girtin û komkujî… Heta niha, bi sedan rojnamevanên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê hatine girtin, cezayên giran lê hatine birîn û bi dehan bê sedem hatine kuştin. Binçavkirin û girtina rojnamevanan hîn jî berdewam dike. Ev rewş careke din eşkere dike ku zextên li ser çapemeniya Kurdî çiqas bê bingeh û bi kêfî ne.
Ev wêne ne tesaduf e, berhema siyaseteke sîstematîk a bêdengkirinê ye. Rojnamegeriya Kurdî di çavên siyasetmedarên dewletê de hîn jî wekî “gef” tê dîtin, ji ber ku rastî bi xwe her gav ji bo rejîmên zordar wekî nerehetiyekê ye. Lêbelê, tevî hemû zextan, çapemeniya Kurd qet dev ji israra xwe ya nivîsandina rastiya gel berneda. Ji ber vê yekê îro, ev kevneşopî ne tenê wekî “rojnamegeriya Kurdî” di heman demê de wekî “çapemeniya azad” jî tê binavkirin. Ev feraset di bin zextê de pêş ket. Vê ferasetê ragihandina rastiyan a ji bo civakê wekî erkekê dît. Her wiha vê ferasetê kevneşopiya berxwedan, werêktî û dînamîzma herêmê jî ava kir. Îro, hem li Kurdistan û hem jî li dîasporayê gel bi rêya ‘çapemeniya azad’ rastiyê hîn dibin. Ji ber ku rojnamegeriya Kurdî ne tenê qenala ragihandina rastiyan e; Ew deng, wijdan, bîr û berxwedana gelekî ye. Bi taybetî rojnamevanên jin pêşengiya vê têkoşînê dikin. Hem wekî jin û hem jî wekî rojnamevan du qat zext li wan tê kirin. Em vê têkoşînê hîn berfirehtir dikin û hewlên xwe didomînin da ku dengê azad ê jinan li her qadê xuya bibe.”

Komeleyan dan zanîn ku zextên li ser azadiya çapemeniyê di medyaya dîjîtal de jî berdewam dikin û wiha cih dan daxuyaniyê: “Bi rêya qedexeyên medyaya dîjîtal, astengiyên gihîştinê û amûrên şopandina dîjîtal hewl tê dayîn ku rojnamevan bêdeng bên hiştin. Lê em dizanin ku xwestina rastiyê ya vî gelî ji hemû qedexeyan bihêztir e. Em ji vir bang li rojnamevanên ciwan dikin: Ev têkoşîna bi rûmet dê li ser milên we bilind bibe. Hûn nifşê nû yê kevneşopiya çapemeniya azad in. Bila pênûsa we azad, dengê we bilind be û wêrektiya we hevalê dîrokê be ! Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) mîrateya berxwedana bi rûmet a 127 salan e. Bi vê munasebetê, em hemû rojnamevanên ku ji bo azadiya çapemeniyê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û em careke din ji raya giştî re radigihînin ku em li kêleka hemû xebatkarên çapemeniyê ne ku li çar parçeyên Kurdistanê û dîasporayê têkoşîna ji bo rastiyê didomînin. Di dawiyê de, em bang li rêxistinên çapemeniyê yên navneteweyî, rêxistinên mafên mirovan û hemû derdorên wijdanî dikin: Li hember zextên li ser rojnamegeriya Kurdî bêdeng nemînin. Nivîsandina rastiyan tê wateya parastina mafê raya giştî ya ji bo gihîştina agahdariya rast. Ev têkoşîn ne tenê wijdanê rojnamevanan e, di heman demê de yê civakê ye jî.

Em bêdeng namînin. Em ê şopandina rastiyê bidomînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

DEM Partî bi çapemeniya re civiya: Di pêvajoyê de dê çi dibe?

7 COTMEH 2026
ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne