• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji jinên Kanîreşê biryara têkoşînê: Em keda xwe û welatê xwe nafiroşin

Heval Onkol - Sîpan Batmaz / AW

26 NÎSAN 2026 - 09:58
Kategorî: EKOLOJÎ, JIN, MANŞET
A A
Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê bertekên li dijî projeya JESê mezin dibin. Jinên herêmê yên ku beşdarî mîtîngê bûne, nerazîbûn nîşanî talana li ser xwezayê dan û bi biryardarî wiha gotin: “Ev der keda me ye. Em Kurdên çiyayî ne, em welatê xwe nafiroşin şîrketên biyanî.”

Li navçeya Kanîreşê ya Çewligê, hewldanên avakirina Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tê payîn zirarek mezin bide xwezayê û çavkaniyên debarê yên gel, rastî berteka xurt a welatiyan tê. Li dijî vê projeyê demek e dirêj e nerazîbûn heye û ev nerazîbûna bi mîtîngeke girseyî hate derbirîn. Di mîtîngê de bi taybetî jinên herêmê bi peyamên xwe bûn dengê berxwedana li dijî talankirina xweza û axê.

‘Em doza erd û mafê xwe dikin’

Şefkiye Surmelî ya beşdarî mîtîngê bûbû, bal kişand ser zirara projeyê û wiha got: “Em doza erd û mafê xwe dikin. Rezê me, zarokên me û malê me li vir in. Em teqez nadin wan. Projeya JESê zirarê dide me, ajalên me û zarokên me. Mirina me jî li ser axa me be, em ê ji bo axa xwe şer bikin.” Guler Yilmaz jî bi kurtasî biryardariya xwe anî ziman: “Ev der erdê me ye, keda me ye. Em keda xwe nadin tu kesî. Jiyan û mirina me li ser vê axê ye.”

‘Projeyên wisa aboriya me dibirin’

Vecîde Yildirim destnîşan kir ku ew tu carî paşve gav navêjin û dê heta dawiyê avhewaya xwe biparêzin. Vecîde Yildirim wiha axivî: “Bav û kalên me sedsalan e li vir dijîn. Me canê xwe daye vê axê. Karê me ajaldarî ye, ev proje aboriya me dibire. Em naxwazin fîrmayên biyanî werin ser erdê me. Em vê yekê qebûl nakin.”

‘Welatê me her tiştê me ye’

Jinek din a bi heman hêrsa li dijî talana xwezayê tev li mitîngê bûyî jî Bahar Avcî ye. Bahar Avcî jî daxuyand ku ji bilî welatê wan tu tiştekî wan nîne û hestên xwe wiha anîn ziman: “Her tiştê me welatê me ye. Xwîna me ji bo welatê me ye. Em ê xwîna xwe bidin, lê em axa xwe nadin.”

‘Em welatê xwe nafiroşin Amerîkayê’

Aynur Ozmen jî bal kişand ser qedrê welatê bav û kalan û wiha bang kir: “Gargêbazar, Kanîreş û Gimgim pir şîrîn in. Ev der welatê bav û kalan e. Em welatê xwe terk nakin û nafiroşin Amerîkayê.”

Banga xwedîderketinê

Turkan Acar a ku ji bo şîna cenazeyekî ji Stenbolê hatibû Kanîreşê û tev li berxwedanê bû, banga yekîtiyê li welatiyan kir. Acar wiha domand: “Gava ajalên cîranê we diketin nava mêrga we, we ji bo wê yekê şer dikir. Îro Amerîka tê dikeve nava dilê we, ax û ava we diherimîne. Gerek hûn hişyar bin, çewa ji bo bostek erd bi cîranê xwe re we şer dikir, niha jî dest bidin hev û li dijî kesên dest dirêjî erdê we dikin şer bikin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne