• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
26 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring NÛÇEYA LEZGÎN

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring NÛÇEYA LEZGÎN

    Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

    OHDê ji bo girtiyê nexweş Yildirim banga çalakiya TAGê kir

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

    Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

    Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

    Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring NÛÇEYA LEZGÎN

    Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring NÛÇEYA LEZGÎN

    Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

    OHDê ji bo girtiyê nexweş Yildirim banga çalakiya TAGê kir

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

    Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

    Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

    Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

    Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji Heyeta DEM Partiyê derheqê pêvajoyê de bersivên giring NÛÇEYA LEZGÎN

Serhat Toptaş- AW

26 TEBAX 2026 - 19:17
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Enqere – Heyata DEM Partiyê ku derbarê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk , mîsyona Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çawa be û pêvajoya bêçêkkirinê dê çawa pêk were de bersivên girîng da.

Endamê Desteya Îmraliyê ya DEM Partiyê Mithat Sancar, endamê Sekreteryeya Îmraliyê Çetîn Aktaş û siyasetmedar Gulten Kişanak, derbarê geşedanên Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di otelek de civîna çapemeniyê li dar xistin. Di civînê de gelek nûnerên saziyên çapameniyê hebûn. Di despêke de heyetê diyar kir ku pêvajo gihiştiyê asteke hiqûqi û anîn ziman ku di demên dirokî de derbas dibin. Pişre pirsên rojnemegeran bersivandin.

‘Ji bo danîna çêkan ji aliyê Brêz Ocalan ve bangawaziyeke nû tine’

Mithat Sancar diyar kir ku di hevdîtinên dawî yên Îmraliyê vê hatine kirin de ji bo çêk berdanê bangawaziyeke nû nehatiyê kirin û wiha got:”Brêz Ocalan heta vê demê ji bo pevajoya bê çêkkirinê de misyoneke girîng girtiye ser xwe. Ji niha şûn ve şopandina bê çêkkirirne ji aliyê desteyan û bin desteyan ve bê kirin.”

Mîthat Sancar anî ziman ku ji bo plansazîkirina bê çêkkirinê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re di nav dan û standinê de ne û li ser vê mijarê plansaziyên ji wan re hatiye aşkerekirin nîne û wiha berdewam kir:”Ji vê şûn de li ser vê mijarê saziyên fermî yê agahtarî bikin.”

Berdewamiya axaftina xwe de Mithat Sancar bi lêv kir ku Desteya Şopandin û Tespîtê civîna xwe ya yekemîn li dar xist û desteyên ku li bin vê desteyê bixebitin rê û rebazên wan hêj ne diyar in û ya bi herî zêde tê meraqkirin Bin Desteya Kordînasyona Bêçêkkirin û Stratejiyeyê dê çawa xebatên xwe bimeşîne û wiha got:” Ew deste ji bo pêvajoya bê çêkkirinê xebatên xwe bimeşinê. Lê em hêj nizanîn ka ew destê dê çawa xebatên xwe bimeşîne.”

‘Dê misyona Birêz Ocalan di desteya 4an de be’

Mîthat Sancar li ser girîngiya bi cih girtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji vê bin desteyê de sekinî û ew tişt anîn ziman:” Bi rastî jî Birêz Ocalan ji van pêvajoyan de misyonekê jiyanî digre. Ji bo vê jî divê Birêz Ocalan di bin van desteyan de peywir bigire. Yê ku vê diyar bike desteya ser e. Yê misyonekê çawa bigire ew e bê diyarkirin. Nêzîkatiyeke bi vê rengî heye ku hemû kes dibejê divê ew misyonekê wiha bigire. Em dixwazin ku Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de çalak be û misyona vê bê pênasekiririn. Ew mijar rojên pêşiya me de dê bê diyarkirin. Pêvajoyekê ew qas dijwar de divêrêya rêvebirinê bê vekirin.”

‘Li Îmraliyê hevdîtinên endamên tevgerê û Birez Ocalan teqez çênebûn’

MÎthat Sancar derheqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi avahiyeke nû de ye jî diyar kir ku ew ne rast e û wiha axivî: “Hê ji bo xebatên we rêkûpêk kirinek baş nîne. Hevdîtin di eyvanekê berfirehtir de tê kirin lê Birêz Ocalan li cihê xwe yê berê dimîne. Li gor hewcedariya divê ew biguhere. Sekretarya an jî hevalên ji pê re bixebitin divê were zelalkirin.”

Domandina axaftina xwe de Mîthat Sancar anî ziman ku li ser listîna girtekên Îmraliyê jî got ku ew provokasyon in û wiha pê de çû:” Li Îmraliyê rêveberên PKKê û Birêz Ocalan teqez hevdîtin nekirine. Vê yekê hem Birêz Ocalan aşkere kir hem jî endamên tevgerê. Dîsa reyadarên dewletê jî ew wiha aşkere kirin. Divê Birêz Ocalan bi her kesî re hevdîtinê bike ku mijarên bi vê rengî dernekevin holê. Ji bo pêvajo bi rêk û pêk bimeşe em nikarin ji her tiştî aşkere bikin. Dema ku hewce dike em radigihînin.”

‘Di desteyê de hê kêmasî hene’

Gulten Kişanak bi lêv kir ku yek jî kemasiya desteyê ew e ku bi tenê burokrasiya dewletê pêktê û got ku ew yek jî ji bo çareseriyê kêmasiyeke. Gulten Kişanak bal kişand ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha axivî: “Rewşa Birêz Ocalan a li Girava Îmraliyê, saziyên dewletê yên tekildarî bi dawîkirina pevçûnê û hemûyan rol û berpirsyariyeke wan heye. Divê em jî piştgiriyê bidin ku ew pêvajo bi serkeftî encam bibe. Kesên di vê qanûnê de sûd bigirin hene. Parêzerên wan hene. Ji bo wê divê saziyên hiqûqê, baro û sendîka jî tevlî bibin û piştgiriyê bikin. Her wiha divê jin jî cih bigirin û bikarin gotina xwe bejin. Avakirina aştî û civaka demokratik teqez bi jinan pêkan e.”

Kar û xebatên sekreteryaya Îmraliyê

Çetîn Arkaş jî li ser pirsa rojnamegeran a derbarê rol û misyona sekreteryaya Îmraliyê de diyar kir ku ew ji bo avakirina aştî û civaka demokratik li qadan dixebitin û wiha got: “Saleke ku em ji girtîgehê derketine. Hevalekî hesab kiribû. Me hezar kîlometre qedandiye. Em li qadan ji bo serkeftina pêvqajoyê fikren xwe tîninê ziman. Em civînên gel li dar dixînin. Em bi beşên cuda yên civakê re hevdîtinan dikin. Em van hemû civînan ji bo vegotina pêvajoyê dikin. Fikarên gel hene lê hevî jî heye. Abdullah Ocalan 27 salin li giravekê ye û nikare ji civakê re dan û standinan bike. Hin caran dimen û wêne hatin parvekirin. Hin caran jî nêrînên wî yên di hevdîtinên heyetê de hat parve kirin. Gel li ser vê yekê çi dibêje, çawa dinêrê û jiyana li Îmraliyê çawa ye, rewşa tenduristiya birêz Ocalan çi ye. Li ser vê yekê alaqa û meraqa gel heye. Em jî li ser vê yekê li her derê digerin û ji gel re pêvajoyê vêdibêjin. Ew alaqayaji bo Serok Ocalan e. Em jî di wê ferqê de ne.”

‘Divê beriya qanûn be sepandin girtiyên nexweş ben berdan’

Gulten Kişanak diyar kir ku qanûna çarçoveyî dê bandor li ser sed hezaran dosyayên derbarê PKKê de hatinê vekirin bike û wiha dirêjî da: “Tê payin di nava 2 mehan de qanûn be sepandin. Ji bo qanûn bikevê meriyetê karen werin kirin diyar e. Heke mekanizma bên bikaranîn û sepandin bi lêz be kirin di nava 2 mehan de qanûn dê be sepandin. Lê divê demildest beriya li benda vê qanûnê bimînin girtiyên siyasî ben berdan. Ew qanûn dê be sepandin.”

Rewşa HSDê û PJAKê

Mithat Sancar jî piştî fesîha HSDê dê rewşa PJAKê çi bibe anî ziman ku rewşeke bi vî rengî dibe ku li Îranê jî pêk were û got: “Daxuyaniya Mazlum Ebdî pir girîng bû. Pêvajoya li wir û pêvajoya li vir cuda nayê destgirtin. Entegrasyona demokratik ne wateya dev jî destkeftiyan berdin û bihêlin. Heke pêvajoya dîaloge û entegrasyona demokratik bikevê dewre rewşeke bi vî rengî dikare li Îranê jî pêk were.”
Gulten Kişanak jî li ser fesîha HSDê diyar kir ku Kurd dê bi mafê xwe yê ziman bi awayekî wekhev tevlî rêvebirina Sûriyeyê bibin û got: “Ew yek girîng e. Wêneyê li Şamê nişan dide ku çareseriya pirsgirêkan li Enqereyê, Şamê, Tehranê jî heman e. Çareserî ew ê ku tu kes li dervê nemînin û tevlî rêvebirinê bibin. Ew yek dikare pêşiya pêvçûnan bigire.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

Serdanên şînên li tax û gundên Geverê didomin

26 TEBAX 2026
Prz. Guven: Yildirim piştî ferzkirina poşmaniyê krîza dil derbas kir

OHDê ji bo girtiyê nexweş Yildirim banga çalakiya TAGê kir

26 TEBAX 2026
Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

Roja yekemîn a şîna li Cizîrê bi dirûşma ‘Şehîd namirin’ bi dawî bû

26 TEBAX 2026
Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

Aqûbeta 47 Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê hatine binçavkirin nediyare

26 TEBAX 2026
Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

Roja duyemîn a şîna Geverê bi dawî bû

26 TEBAX 2026
TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

TJA: Bila delîlên di dosyaysa Rojîn Kabaîş de bên lêkolînkirin

26 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ocalan bersiv da îdiayên derheqê xwe de: Ev parvekirin tevgerên provokatîf in

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Serhat Ozdemîr li Geverê şîn hat danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bi wêneyan bîranîna cangoriyên azadiyê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji bo şehîd Şiyar Jîrkî li Elkê şîn hate danîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Bîranîn û şîna cangoriyan bi serdanên girseyî didome

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne