• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji ciwanan bang: Em astengiya li pêşiya hevdîtinê qebûl nakin

Amed / AW

5 TÎRMEH 2026 - 12:54
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Koordînasyona Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê danezana perwerdeya çar rojan li Amedê pêk anî bûn, ji raya giştî re ragihandin. Di encamnameyê de ciwanan bal kişandin ser erk û pêşengtiya ciwanan a pêkanîna aştiyê û avakirina civaka demokratîk û wiha hate gotin: “Em astengiyên hevdîtina bi rêberê gelan Abdullah Ocalan re qebûl nakin. Divê demildest statuya wî bê naskirin.”

Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê û Koordînasyona Jinên Ciwan ji bo nîqaşkirina pêvajoyê di navbera 1-5ê Tîrmehê de li Amedê atolyeya perwerdeyê pêk anî. Ciwanan encamnameya perwerdeya ku 4 rojan dom kir, eşkere kir.

Di perwedeiya ku bi navê “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” pêk hat de, pêşketinên siyasî yên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê pêk tên hate nirxandin û plansaziya serdema nû hate kirin.

Hêza ciwanên bi rêxistinkirî

Di encamnameyê de hat gotin ku ciwanên birêxistinkirî hêza herî mezin e û hate diyarkirin ku dê encamnameya ku ji perwerdeyê hatiye derxistin belavî hemû bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bikin.

Di encamnameyê de îşaret li pêvajoya aştî û civaka demokratîk hat kirin û ev nirxandin hate kirin: “Nakokiyên di navbera modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk hîn zelaltir bû. Li dijî feresata hêzên statuko yên netew dewlet ku gelên cîhan û Rojhilata Navîn dikin qurbana berjewendiyên xwe, amûra herî mezin a di destê jin û ciwanan de civakek birêxistinkirî ye.”

‘Girîngiya pêvajoyê hîn baştir tê dîtin’

Di berdewama encamnameyê de hate destnîşankirin ku banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gaveke girîng e û hate diyarkirin ku girîngî û wateya vê bangê her roja ku diçe hîn zêdetir tê dîtin.

Di encamnameyê de hate diyarkirin ku Abdullah Ocalan bi berpirsyariyeke mezin ku tu kes cesaret nedikir, şerê 42 salan a negatîf bi dawî kir û bi derxistina qanûnên wemwelatiyên azad dê civak derbasî avakirina aştiyeke pozîtif were kirin û wiha hate gotin: “Bi Rêberê Gelan Abdullah Ocalan re avanekirina torên pêwendiyan nayê qebûlkirin. Divê demildest statuya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ku li li ser azadiya wî ya fîzîkî dibe asteng, were naskirin. Û careke din em wek Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê daxwaza xwe ya çûyîna Îmraliyê dubare parve dikin.”

Banga xwe birêxistinkirinê

Di encamnameyê de bang li hemû ciwanên Kurdistan û Tirkiyeyê hate kirin ku bibin piştevanê banga Abdullah Ocalan a aştî û civaka demokratîk û ev yek hate gotin: “Li dijî netewperestî û zayendperestiya ku tê ferzkirin em bang li hemû ciwanan dikin werin li bin banê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê xwe bi rêxistin bikin.”

Etîket: Abdullah OcalanKoordînasyona Jinên CiwanMeclisa Ciwanan a DEM PartiyêPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne