• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Ji bo rojnamevan Ferhat Tepe doza edaletê kirin

Navenda Nûçeyan / AW

9 TEBAX 2025 - 16:32
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Dayikên Şemiyê 1063’yemîn çalakiya xwe ya heftane li Qada Galatasarayê ya li Beyoglûya Stenbolê li dar xistin û li aqûbeta xizmên xwe yên di binçavan de windabûyî pirsîn û daxwaza darizandina sûcdaran kirin. Di çalakiyê de ku gelek parêzvanên mafên mirovan û welatî beşdar bûn, wêneyên kesên di binçavan de windabûyî hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de ji bo nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Ferhat Tepe ku di binçavan de bi îşkenceyê hat qetilkirin doza edaletê hat kirin.

Endama Komîsyona Windabûnên di Binçavan de ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Zeynep Yildizê daxuyaniya çapemeniyê xwend. Zeynep Yildizê bi bîrxistina komîsyona ku di 5ê Tebaxê de li meclisê hat avakirin, dest bi axaftina xwe kir û got: “Ger ev komîsyon, wekî ku Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş di axaftina xwe ya vekirinê de diyar kir, têgihîştinek temsîl dike ku tê de rastî nayê înkarkirin, hest nayên paşguhkirin û siyaset wêrekiya hilberandina çareseriyan nîşan dide, em, Dayikên/Mirovên Şemiyê, daxwaz dikin ku em werin guhdarîkirin. Ji ber ku hebûna Dayikên Şemiyê şahidiya xwînrijandina berdewam a bûyerên berê ye. Demokratîkbûna Tirkiyeyê tenê bi qebûlkirina vê rastiyê û naskirina êşa ku bûye sedema xwînrijandinê ne mimkun e. Ji bo vê yekê, divê pêşî deng û daxwazên kesên ku têne bêdengkirin werin bihîstin.”

Zeynep Yildiz ku diyar kir rojnamevan Ferhat Tepe yê 19 salî ku ji bo rojnameya Ozgur Gundemê dixebitî, 32 sal berê bi îşkenceyê hatiye qetilkirin û got ku Ferhat Tepe hewl dida ku dengê kesên ku mafên wan hatiye binpêkirin bide ragihandin. Zeynep Yildizê got: “Di 28ê Tîrmeha 1993an de, Ferhat li navenda bajarê Bedlîsê ji aliyê sê çekdaran ve hat revandin. Lê tevî daxwazên berdewam ên malbat û rojnameya ku ew lê dixebitî, hemû saziyên dewletê yên pêwendîdar girtina wî red kirin.

Piştî revandinê, kesekî telefonî malbata Ferhat Tepe kir û îdia kir ku Ferhat Tepe ji aliyê endamên Tugaya Tolhildanê ya Tirk ve hatiye revandin û divê bavê wî, Îshak Tepe, ji serokatiya DEPê ya BEdlîsê îstifa bike û ji bo serbestberdana lawê xwe milyarek TL pere bide. Îshak Tepe bi raya giştî re parve kir ku wî dengê kesê di telefonê de nas kiriye ku dengê Fermandarê Tugaya Tetwanê Korkmaz Tagma bûye ku vê dawiyê di civînekê de gef li wî xwaribû, nas kiriye.”

Zeynep Yildiz tekez kir ku Ferhat Tepe 13 roj piştî windabûna wî bi hovane hat îşkencekirin û mirî hat dîtin û diyar kir ku cenazeyê wî li Goristana Bêkesan a Xerpêtê hatiye dîtin. Zeynep Yildiz got, “Li gorî qeydên fermî, Ferhat li Gola Hezarê ku bi qasî 400 kîlometreyan dûrî cihê ku lê hatibû revandin, çûye avjeniyê. Lê ji ber ku nikarîbû avjeniyê bike, xeniqiye û ji hêla masîgiran ve hatiye dîtin. Lê belê, li ser cenazeyê Ferhat Tepe nîşanên îşkenceya giran hebûn. Wekî din, 14 şahid hebûn ku şahidiya revandina wî kirin û îfade dan ku wan şahidiya lêpirsîna wî ya di bin îşkenceyê de li Fermandariya Alaya Cendermeyan a Dîyarbekirê kirine. Tevî vê yekê, rêyên hiqûqî yên navxweyî bêencam man. Ji ber vê yekê, malbatê serî li DMMEyê da. DMMEyê di lêpirsîna Ferhat Tepe de “kêmasiyên ecêb” dît. Wê Türkiye mehkûm kir û dît ku hikûmetê, belge û şahidên pêwîst ji bo ronîkirina dozê asteng kiriye. Di serlêdana dawî ya malbatê de, Dadgeha Destûrî di 16’ê Hezîrana 2016’an de biryar da ku dozgeriya doza Ferhat Tepe talîmatên berbiçav ji bo berfirehkirina lêpirsînê nedaye, gavên ji bo zelalkirina dozê neavêtine avêtin û birara bipêkrina maf heye da.  Lêbelê, ji ber ku dem zêde di ser dozê re derbasbibû dadgehê vekirina dozê ji nû ve asteng kir.”

Zeynep Yıldız got, “Di encamê de, wekî ku DMMEyê diyar kiriye, ‘berxwedana dadwerî ya bi zanebûn a li hember lêpirsînek bi bandor’ di qanûna navxweyî de heta roja îro berdewam kiriye. Pêvajoya dadwerî bûye sedema bêcezatiyê ji bo kesên ku Ferhat Tepe bi îşkenceyê kuştin û cenazeyê wî winda kirin. Di salvegera 32-an a windabûna Ferhat de, em careke din tekez dikin: Sîstemeke dadweriyê ya rastîn ne tenê sûcdaran ceza dike, lê di heman demê de pêşî li sûcên pêşerojê jî digire. Ji ber vê yekê, têkoşîna li dijî bêcezatiyê yek ji gavên herî girîng e ji bo bicihanîna edaletê. Çiqas sal derbas bibin jî, em ê dev ji daxwaza edaletê ji bo Ferhat Tepe û ji bo hemû kesên ku hatine windakirin bernedin.”

Çalakî bi danîna qurnefîlan li qadê bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

Li Amedê ji bo 49 cangoriyan şîn hat danîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne