• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji bo Koçero meş û bîranîn: Em ê têkoşîna we mezintir bikin

Riha / AW

12 TEBAX 2025 - 13:30
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo fermandarê HPGê Metîn Arslan li gundê wî li Amarayê şîn hate danîn. Heta cihê şînê meş hat lidarxistin. Hevsrokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir di şînê de got: “Em careke din soz didin wan ku em ê vê têkoşînê mezin bikin.”

HPG’ê duh ragihand ku endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Metîn Arslan (Koçero Ûrfa) di 4ê Mijdara 2019an de di encama êrişeke hewayî de jiyana xwe ji dest daye. Piştî daxuyaniyê, li gundê wî Amarayê yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şîn hate danîn. Bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER), di têketina gund de ber bi cihê şînê ve meş hate lidarxistin.

Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Cîgirê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mehmet Ruştu Tiryakî, wekîlên DEM Partiyê Omer Ocalan, Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan û Saliha Aydenîz, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan, rêveberên MEBYA-DERê, Dayikên Aştiyê yên Riha, Amed û Dîlokê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên rêxistinên DEM Partî û DBPê yên bajar û navçeyan, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gelek kes tev li bûn. Girseyê wêneyên Arslan hilgirt û ji têketina gund heta cihê şînê meş li dar xist. Di meşê de pankarta “Şehîd, sembola mezinehiya dozekê û serkeftina wê ne” û dovîzên “Em ji mirinê mezintirin”, “Şehîd xwediyên rasteqîn ên dijîn û hatine afirandin in” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Şehîd namirin” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Girse, li cihê şînê ji hêla malbat û xizmên Arslan ve hate pêşwazîkirin.

‘Em serbilind in’

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di şînê de axivî û got: “Vî gelî heta xwe gihandî van rojan her êş kişand. Divê êdî ev êş bi dawî bibin. Bi salan şerekî gelek qirêjî meşandin. Li hemberî rastiya înkarkirina gelekî, têkoşînek hebû. Me di vê rêyê de gelek mirovên xwe winda kirin.” Ocalan bal kişand ser pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd û got: “Ev gel ji tevger û serokê xwe bawer e. Koçer Urfa, xizmê birêz Ocalan bû. Li ser navê rêbertiya xwe em serbilind in.”

‘Her cangoriyek rastiyê nîşan dide’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî di bîranînê de wiha got: “Di şexsê Koçero Urfa de hewceye em ji bo her mirovekê xwe yê me di vê rêyê de winda kiriye pirsên ‘armanca me çi bû?’, ‘me çi xwest?’ bikin û rêya xwe vekin. Bi saya kesên ev 55 sal in bi pêşengtiya Abdullah Ocalan têdikoşin em îro daxwaza azadiya xaka xwe dikin. Em dizanin ku em bi saya van pêşeng û şehîdên Kurdistanê îro li vir in. Lewma divê em têkoşînê mezin bikin. Divê em berpirsyartiya li ser milê xwe bi awayekî herî baş bicih bînin. Her şehîd, dilê me dişewitîne lê di heman demê de heqîqetekê nîşanî me dide. Tînin bîra me ku çiqas zehmet dibe bila bibe divê em vê rêyê bidomînin. Em careke din soz didin wan ku dê vê têkoşînê mezin bikin.”

Şîna Metîn Arslan dê sê rojan bidome.

Etîket: Abdullah Ocalangundê AmaraKoçero ÛrfaMetîn Arslanşîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

Cenazeyê xwarziyê Abdullah Ocalan hat veşartin

19 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne