• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Ji bo jiyanek hevpar divê Abdullah Ocalan azad bibe’

Navenda Nûçeyan / AW

18 KANÛN 2024 - 14:27
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A

Parlamentera DEM Partiyê Ayten Kordu, di Meşa Çareseriya Demokratîk û Azadiyê de li Dîlokê axivî û got: “Ji bo jiyanek hevpar û demokratîk divê berî her tiştî tecrîd rabe û birêz Abdullah Ocalan azad bibe.”

Di çarçoveya kampanya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî” bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Meşa çareseriya demokoratîk û azadiyê” hat destpêkirin, îro gihîşt bajarê Dîlokê. Meşvan li Parka Yeşîl Sû ji aliyê welatiyan ve û rêveberên DEM Partî û DBPê yên Dîlokê ve hatin pêşwazîkirin. Meşvanan pêşmalkên xwe yên “Meşa çareseriya demokratîk û azadiyê” li ser nivîsandî li xwe kirin. Piştî pêşwaziyê li parkê daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniyê de dowîz hatin hildan û dirûşm hatin berzkirin. Girseyê li parkê li ber stranan govend gerand û dirûşm bezr kirin. Piştî govendê girseyê li vir daxuyanî da.

Ewil Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordu axivî û wiha got: “Di bin sîya şerê sêyemin de li Bakur û rojhilatê Sûriyeyê hêzên hegomon dixwazin axê di nava xwe de parve bikin. Hemû hêzên hegomon dixwazin axê parve bikin. Em dibêjin tu carî netew dewletan ji bo gelan çareserî neanîye. Tu carî aştî, edalet û demokrasî ji bo gelan neanîye. Îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojava di serî de dipêşengiya jinan de jiyanek hevpar ku hemû bawerî, gel û çandên cuda bi hevre dijîn hatiye avakirin. Ev jiyan bi bedelên pir mezin hatiye avakirin. Ji ber vê yekê ev jiyan li Kurdistan, Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya Cîhane bûye mînak. Hemû nasname, bawerî û çandên cuda li vir dikarin bi awayekî wekhev û demokratîk bi hevre bijîn. Ev hêviya me ye jî.”

Berî her tiştî divê tecrîd rabe

Ayten Kordu, bal kişand ser şertê çareseriya demokratîk û wiha axivî: ” Berê jî me got. Em dîsa dibêjin. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a demokratîk, aştî û wekhev pêk bê hin pîvan hene. Yek ji van pîvanan polîtîkayên tecrîdê ye. Demek dirêj e li ser Birêz Ocalan tecrid heye. Em dibêjin berî her tiştî divê ev tecrîd rabe. Em careke din ji vir dibêjin. Ji bo çareseriyek demokratîk û bi edalet pêk bê, divê berî her tişti tecrîda li ser Birêz Ocalan bi dawî bibe. Divê şertên azadiya fiziki ya Birêz Ocalan bê avakirin. Divê Meclisa Mezin a Tirkiyeyê vê vînê nîşan bide û li gorî wê şert û mercên xebatê bide avakirin. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêş bikeve divê berî her tişti ev şert û merc bên avakirin. Meşa me ya Çareseriya Demokratîk û Azadiyê ji ber vê yekê ye. Em bi vê armancê ji Amedê dimeşin Enqereyê. Em ê li Enqereyê jî vê daxwazên xwe bînin ziman. Ev meşa me ji bo aştî, demokrasî û jiyanek bi edalet e. Em ê bimeşin Enqereyê û em ê bi hevalên xwe re li Meclisê vê daxwaz û banga xwe dîsa bînin ziman. Em baş dizanin ku îro hemû gelê Tirkiyeyê bi hesreta jiyanek hevpar, demokratîk û Neteweya Demokratîk dijî. Ji bo em vê daxwaza gel pêk bînin em vê meşê li dar dixin. Aktorê vê çareseriyê Birêz Ocalan e. Ji bo vê yekê divê Birêz Ocalan azad bibe. Azadiya birez Ocalan dê aştiya gelan û wekheviya gelan pêş bixe.”

Vê erdnîgariyê hem başî û hem xerabî dît

Hevserokê Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) Zeynel Kete jî di çalakiyê de axivî û wiha got: Ez we hemûyan bi evînê slav dikim. Vê erdnîgariyê gelek tişt dît. Hemû jiyana aydî civakê, jiyana komînal, wekhevî û jiyana xwezayî dît. Lê li aliyê din gelek zor û zilm jî dît. Bi qasî şopa jiyan dayiksalarî dît, ew qas jî şopa baviksalarî ya zilmê dît. Lê tu carî gelê têkoşer dest ji vê têkoşînê berneda. Kesên bi evîndarî girêdayi vê jiyanê tevî hemû zext û zilmê dîsa meşa xwe berdewam kirin û li ser vê axê destan nivîsandin. Di pêvajoya avakirina Komarê ya sala 1924an de dema netew dewletê xwest pergala xwe ya yekperest ava bike, serî li rêbaz û zagonî dan. Netew dewletê dema zagonên xwe ava kirin, bi şer, zorê, hîleyan û komkujiyê ava kirin. Bi zagona Takrîr î sukûn Plana Şark Islahatê, bi zagonê Teke û Zaviyeyan, zagona gundan, yekperestiya xwe parast. Tu carî kurd, elewî û yên din qebûl nekir û her tim înkar kir.
Dema gelan jiyana demokratîk xwest li dijî gelan komkujî pêk anîn. Vê komkujiyê ji koçgiriyê dest pê kir û heta îro ev komkujî didomin. Lê li aliyê din di vê sed salê de me tu carî dest ji modela Mornîteyea Demokradîk û Neteweya demokratîk berneda.”

Civak bêziman, kok û nasname name

Zeynel Kete, da zanîn ku ew li ser vê axê têkoşîna aştî, wekhevi, edalet û demokrasiyê didin û wiha bi dawî kir: “Ji bo aştiya civakî pêş bikeve divê hebûn, zindîbûn û yekîtiya civakê bê parastin. Eger civak bê parastin û bê nirxên civakî bê hiştin, dê nikaribe aştiya xwe ava bike. Niha ji me civakek bêkok, bêçand û bêziman dixwazin. Lê em vê yekê qebûl nakin. Di baweriya me de kes, civak û xweza bi hevre din ava hevsengiyê de dijî.

Ku samîmî bin bila parêzer û malbat biçin Îmraliyê

Ji OHDê Serdar Tum jî axivî û wiha got: “Tê zanîn ku birêz Abdullah Ocalan 26 salin di bin tercîdê de ye. Hin caran bi hinceta koster xerabe ye asteng kirin, hin caran bi hinceta şertê hewayê tune destûr nedan. her carê bi hincetê hevdîtina parêzeran bi Birêz Ocalan qedexe kir. Niha bi hinceta dîsîplînê hevdîtine qedexe dikin. Eger bi rastî samîmi ne wê demê divê bila Abdullah Ocalan bi parêzer û malbatan re hevdîtin bike. 5 sal in parêzer nikarin biçim Îmraliyê. Em wekî OHD dixxwazin hiqûqê pêk bîne. Di sala 2014an de biryara  DMMEê heye. Bila biryara DMMEyê pêk bînin û mafê heviyê bidin.”

Piştî daxuyaniyê girseyê xwest heta ber avahiya DBPê bimeşe lê belê polîsan serê her kêliyê meşê asteng kir û dorpêç kir. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar nerazîbûn nîşanî polîsan da. Meşvan û girse tevî hemû astengiya polîsan jî dirûşm berz kirin û li çepikan dan û heta avahiya partiyê meş li dar xistin.

Meşvan dê di saetên êvarê de li gel nûnerên rêxistinên sivîl civîn ango hevdîtinê pêk bînin.

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

7 COTMEH 2026
ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

7 COTMEH 2026
Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne