• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Ji bo aştiyeke mayînde pêk were em ê bimeşin’

Fexredîn Kiliç / AW

30 TEBAX 2025 - 08:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê Behçet Barût ji bo meşa ku dê di 1ê Îlonê de li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê kir û got: “Ji bo aştiyeke mayînde pêk were em ê bimeşin. Lazim e em cîhaneke ku aştî lê hebe ava bikin.”

Îsal dê bi boneya 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê” li gelek bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê panel, meş û miting bên lidarxistin. Tê payîn ku dê di van çalakiyan de balê bikişînin ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” jî. Yek ji bajarê ku dê bi boneya 1ê Îlonê meş lê bê lidarxistin jî Amed e. Li Amedê dê di pêşengtiya Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Platforma Saziyên Demokratîk de bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevseroka KESKê Ayfer Koçakê meş bê lidarxistin. Meşa ku dê saet di 17.30ê 1ê Îlonê de bê lidarxistin dê ji ber avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê dest pê bike li ber avahiya AZC Plaza ya li semta Ofîsê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe. Di daxuyaniyê de dê Tûncer Bakirhan û Ayfer Koçak biaxivin.

‘Ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê li kolanan bin’

Di belavoka ku ji bo meşê hatiye amadekirin de jî wiha hate gotin: “Banga me ji bo gelê me, jin, ciwan, karker, kedkar û hemû bindestan e! Ji bo berfirehkirina bingeha aştiyê ya bi rêya diyalogê, ji bo meseleya Kurd bi awayekî demokratîk çareser bibe, ji bo rawestandina êrişên li dijî baweriyên cuda û jinan li Rojhilata Navîn, ji bo naskirina nasnameyan, azadiya fikr û ramanê û hemwelatîbûna wekhev, ji bo jiyaneke wekhev û adil li dijî xizanî, bêkarî û kedxwariyê, ji bo rawestandina wêrankirina ekolojik û xwezayê, ji bo rawestandina tundiya li dijî jinan, ji bo tacîdarkirina Komarê bi demokrasiyê, ji bo ku em li dora civaka demokratîk bibin yek û enternasyonaleke nû li ser bingeha aştiyê ava bikin, ji bo îro û siberoja karker, bêkar, ciwan, zarok, kedkar, bêewle û hemû bindestan em ê di 1ê Îlonê de ji bo civaka demokratîk deng bide aştiyê li kolanan bin.”

Endamê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê û Hevserokê Şaxa Hejmara 2yan a Genel Îş a Amedê ya girêdayî DÎSKê Behçet Barût têkildarî meşê ji ajansa me re axivî.

‘Lazim e em cîhaneke ku aştî lê hebe ava bikin’

Behçet Barût bal kişand ser pêvajoya heyî û xwest ku hemû gelên cîhanê piştgiriyê bidin gelê Kurd. Behçet Barût diyar kir ku divê şer êdî bê rawestandin û wiha got: “Lazim e em cîhaneke ku aştî lê hebe ava bikin. Em weke saziyên demokratîk di 1ê Îlonê de peywîra xwe pêk bînin û divê em piştgiriyê bidin vê pêvajoya aştiyê. Em dixwazin şer biqede. Ji bo wê jî em ê di 1ê Îlonê de peyamên xwe bidin hemû dinyayê.”

‘Weke gelê Amedê em ê peyamên xwe bidin hemû cîhanê’

Behçet Barût ji bo meşa 1ê Îlonê ya ku dê li Amedê bê lidarxistin banga tevlibûnê li hemû gelê Amedê kir û wiha berdewam kir: “Daxwaza me ji gelê me ew e ku di vê meşê de piştgiriya me bikin û bi hezaran kom bibin û weke gelê Amedê peyamên xwe bidin hemû cîhanê. Em ê bi zimanê dayika xwe aştiyê bixwazin. Bila êdî ciwan û malbatên me zirarê nebînin. Ji bo aştiyeke mayînde pêk were em ê bimeşin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne