• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Ji ber êrîşan 100 gundên Tebqayê bê av û ceyran in

Navenda Nûçeyan /AW

13 SIBAT 2025 - 10:41
Kategorî: ROJANE
A A

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê destnîşan kir ku ji ber êrişên dewleta Tirk zêdeyî 100 gund bê av û ceyran mane.

Di encama topbarana dewleta Tirk a li dijî gundê Xatûniyê yê bajarê Cirniyê yê kantona Tebqayê ya 8ê Sibatê de, şêniyê bi navê Mihemed Hemîdî El Murad (54) şehîd bûbû. El Murad dema ku ji karê xwe yê nobedariya embarên genim vedigeriya, şehîd bûbû. El Murad ji eşîra Bûcabir e ku ew jî ji mezintirîn eşîrên kantona Tebqayê ye. Ew bavê 4 zarokan bû ku zarokê wî yê mezin 12 salî ye. Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Tebqayê Ehmed El Omer ji Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) re axivîe û bal kişand ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên herêmê. Ehmed El Omer êrîş şermezar kirin û got: “Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di dagirkirina herêmê de li hemberî berxwedana şêniyan a li bendava Tişrînê têk çûn, êrişên xwe giran dikin.”

El Omer diyar kir ku berî demekê jî dewleta Tirk a dagirker stasyona kehrebeyê ya Cirniyê hedef girt û di encamê de stasyon bi temamî hat wêrankirin. El Omer da zanîn ku Dewleta Tirk bi balafirên şer û yên bêmirov embarên genim û saziyên sivîl wekî şaredariyan, hedef girtin û wiha axivî: “Ev jî gengaziya pêkhatina kareseteke mirovî zêde dike. Divê civata navneteweyî û rêxistinên mirovî bi awayekî lezgîn tev bigerin û van êrişan rawestînin.”

El Omer banga damezirandina komîteyeke navneteweyî ji bo destpêkirina lêkolîn û lêpirsînan der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de kir û wiha lê zêde kir: “Rewşa herêmê gelekî xerab e, zêdetirî 100 gundan bê kehrebe û av in.”

El Omer bêdengiya rêxistinên navneteweyî jî şermezar kir û got: “Ev bêdengî diyar dike ku ew jî bi dagirkeriya Tirk re li dijî gelên herêmê hevkar in. Divê hikumeta Şamê li hemberî şêniyên herêmê ku ew jî beşeke Sûriyeyê ne, xwedî li erkên xwe derkeve.”

El Omer helwesta Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û berxwedana wan a li dijî dagirkeriya Tirk silav kir û got: “Hêzên me yên QSD’ê dikarin me biparêzin. Divê desthilata Şamê helwesteke nîştimanî li hemberî sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî welatiyên Sûriyeyê nîşan bide û xwe wekî berpirsa gelê Sûriyeyê bibîne.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

Li Qersê berfa pêşwext koçer şepirze kir

7 COTMEH 2026
Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

Kooperatîfa Jinan a Hevpar yekemîn berhemên xwe berhev kir

7 COTMEH 2026
Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

Saziyên rojnamegeran li ber AYMê bang kir: Divê li dijî sansurê xeta têkoşînê bê avkirin

7 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne