• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Işik: AKP pêvajoyê berovajî nîşan dide

Onder Akbulut / AW

28 GULAN 2025 - 09:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Rojnameger Fehîm Işik li ser zimanê çapemeniya desthilatê nirxandin kir û got: “Çi çapemeniya desthilatdariyê çi jî çapemeniya Kemalîst her tim xwestiye civakê li gor rayedarên dewletê, li gor berjewendiyên dewletê saz bike.”

Di avakirina aştiyeke civakî de roleke girîng jî dikeve ser milê çapemeniyê. Civakên ku bi îdeolojiyên nijadperest, zayendperest, li ser înkara gel û baweriyên cuda hatibin perwerdekirin zû bi zû nikarin guhertina zihnî pêk bînin. Di vê guhertinê de rola çapemeniyê pir girîng e. Di pêvajoyên wiha de pêwist e çapemenî li dijî zimanê kîn û nefretê tev bigere. Divê zimanekî aştiyê teşvîk bike pêş bixe. Di navbera civakan de hest û fikrên hevkariyê, jiyaneke hevpar derxe pêş. Di vê pêvajoya ku PKKê kongreya xwe pêk anî û biryara çekberdan û xwe fesixkirinê girtiye de, em li ser zimanê çapemeniya desthilatê bi Rojnameger Fehîm Işik re axivîn.

‘Çapemeniya Tirk dijberî civakê ye’

Fehîm Işik diyar kir ku çapemeniya Tirk a desthilatê ne tenê dijberiya vê pêvajoya aştiyê dike, bi gelemperî dijberiya civaka Tirkiyeyê û bakurê Kurdisatanê dike û got: “Zimanekî taybet yê çapemeniya Tirk heye. Hemû esasên xwe li ser dijberiya Kurdan amede dike. Wê dijberiyê dispêre civakê jî. Dema mirov dinêre, çapemeniya Tirk çi ya desthilatdariyê çi jî çapemeniya Kemalîst her tim xwestiye civakê li gor rayedarên dewletê, li gor berjewendiyên dewletê saz bike. Ji ber vê jî her tim xwestiye tiştên bi civakê bide qebûlkirin gotiye. Mînak îro li Tirkiyeyê xizaniyeke pir mezin heye. Lê dema tu taybet çapemeniya desthilatê dinerî weke ku li Tirkiyeyê qet pirsgirêkên aboriyê tunene nîşan dide. Derdê wan ew e ku civakê li gor xwe saz bikin. Yek sedemê vê ew e ku li Tirkiyeyê azadiya çapemeniyê tuneye. Dema çapemenî di bin kontrola dewletê de be bêguman dê li gor helwesta dewletê tevbigere.”

‘Di encama berxwedanê de çûn ber deriyê Îmraliyê’

Rojnameger Fehîm Işik da zanîn ku di vê pêvajoyê de jî çapemeniya alîgirê desthilatdariyê zimanekî ku ji aliyê dewletê ve hatiye sazkirin bikar tîne û wiha axaftina xwe domand: “A niha AKP û derdora wê vê pêvajoyê wekî serkeftina xwe dixwazin nîşan bidin. Hewl didin her tim Kurdan biçûk bixin. Her tim hin peyvên ku Kurdan aciz dikin bikar tînin. Her wiha sankî Kurd têkçûne û teslîmî dewletê bûne nîşan didin. Lê her kes jî dizane ku rastî ne wisa ye. Heke dewleta ku dixwaze di vê pêvajoyê de gav bên avêtin, ku serkeftîbaya, tiştên ku di damezrandina komarê de heta niha anîne serê gelên din dê bianiya serê Kurdan jî. Xwest pêk bîne û niha jî dixwaze pêk bîne lê ser neket. Ji ber ku gelê Kurd li ber xwe da. Di encama vê berxwedanê de jî çûn ber deriyê Îmraliyê û xwestin ev mesele bi awayekî din were çareser kirin.”

‘Çapemeniya Kemalîst dijberî pêvajoyê ye’

Fehîm Işik bilêv kir ku çapemeniya Kemalîst dijberiya vê pêvajoyê dike. Dijberiya xwe ya li hember hikumeta Tirkiyeyê jî bi dijminatiya Kurdan raber dike û wiha pêde çû: “Lê bi awayekî wisa nîşan didin ku sankî dewlet û hikumet teslîmî Kurdan bûye. Yanê dibêjin Kurd terorîst in, hikumet jî li gel terorîstan rûdinê, û dijminatiya kesên ku dewletê diparêzin dike.”

‘Hêza Çapemeniya Azad gelekî lewaz e’

Fehîm Işik li hember çapeminiya kemalîst û çapemeniya desthilatê bal kişand ser rewşa Çapemeniya Azad û wiha dawî bi axaftina xwe anî: “ Çapemeniya Azad li ser realîteya heyî û heqîqetê, bi exlaqê rojnamegeriyê, çapemeniyê tevdigere û rastiyan dibêje. Lê mixabin hêza vê çapemeniyê gelek lewaz e. Sedemên vê jî gelek in. Ev çapemenî him di bin zextên dewletê de ye, him jî ji aliyê qaşô kesên ku ji xwe re dibêjin muxalîf ve di bin zextekî de ye. Gelek rojnameger yan di zindanan de ne, yan jî di bin tehdîdên mezin de ne. Lê rastiyeke din jî heye; ew çi jî bikin ev hêza biçûk ku berdêleke mezin jî didin ji wan zêdetir rasterast rojnameger in, ji wan zêdetir kar û barê çapemeniyê bi rêkûpêk bi cih tînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026
Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

Li Silopya berteka li dijî santrala termîkê: Demildest bigirin

20 TEBAX 2026
Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne