• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Îrfan Aktan: Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve

Omer Demîr / AW

26 SIBAT 2026 - 10:25
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Stenbol – Rojnameger Îrfan Aktan têkildarî salvegera bangawaziya 27ê Sibatê diyar kir ku gelê Kurd dixwaze xwe ji şer xelas bike û got: “Bangawaziya 27ê Sibatê bangawaziyeke dîrokî ye. Abdullah Ocalan û gelê Kurd dibêjin, ‘Em ê dest ji çekan berdin, êdî dê mafê xwe bi siyasetê biparêzin, em naxwazin êdî bêrûmet bijîn’. Lê hêj jî gelek beşên dewletê naxwazin pêvajo bi ser bikeve.”

 

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de bangawaziya “Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Di ser bangawaziyê de salek derbas bû û gelek gavên girîng hatin avêtin. Li ser bangê PKKê di 5-7ê gulanê de 12emîn Kongreya xwe pêk anî. Di 11ê Tîrmehê de 30 gerîlayan çekên xwe şewitandin. Di 26ê Cotmehê de Rêveberiya Tevgara Azadiyê diyar kir ku komake ji 25 gerîlayan pêk dihat, biryar daye ku xwe ji Tirkiyeyê vekişînin. Herî dawî Komîsyona Meclîsê ya hatibû avakirin di 18ê Sibatê de bi raporeke hevpar (pêşnûmeya pêşniyazan) xebatên xwe bi dawî kir.

Rojnameger Îrfan Aktan ê tev li bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a “Aştî û Civaka Demokratîk” ya 27ê Sibata 2025an bibû têkildarî geşedanên piştî vê bangwaziyê derketine pêş axivî.

‘Abdullah Ocalan bi banga xwe ve gava herî mezin avêt’

Îrfan Aktan bi bîr xist ku li ser bangawaziya 27ê Sibatê salek derbas bû û wiha got: “Dema ku manîfestoya Ocalan hat xwendin, her kes matmayî ma. Ji ber ku tu kes ne benda gaveke wisa radîkal bû. Abdullah Ocalan bi banga xwe ve gava herî mezin avêt. Gel û em li benda destpêka pêvajoyê bûn lê Ocalan deriyê pêvajoyê heta dawiyê vekir. Ji bona wê ev bang li ser civakê bandoreke mezin kir. Dema ku di sala 2013an de li qada Newroza Amedê nameya Abdullah Ocalan hat xwendin gelek kes piştî nameyê hêstir barand. Gelê Kurd gelek berdelên giran daye, lawma jî dixwaze her dem rûmeta xwe jî biparêze.”

‘Bangawaziya 27ê Sibatê bangawaziyeke dîrokî ye’

Di berdewama axaftina xwe de Îrfan Aktan diyar kir ku piştî manîfestoya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî gumanên gelê Kurd berdewam kirin û ev tişt got: “Gelê Kurd dixwaze xwe ji vî şerî xelas bike. Careke din jî naxwazê vegere rojên berê. Ji bona wê bangawaziya 27ê Sibatê bangawaziyeke dîrokî ye. Kurd ne tenê li Bakur Rojava, Başur û Rojhilat jî her dem daxwaza azadiya xwe kiriye lewma jî neçar maye û şerê çekdarî kiriye. Tevahî cîhan jî gelê Kurd bi şervaniyê nas dike. Lê Kurd dibêjin ‘Êdî em naxwazin bi şervaniya xwe werin nasîn.’ Li Rojhilata Navîn 50 milyon Kurd hene. Her dem ji bo mafê xwe şer kirine. Êdî gelê Kurd vê yekê naxwaze. Gelê Kurd dixwaze êdî azad bijî, wekî gelên din bêyî şer bijî. Armanca Ocalan jî ev e. Abdullah Ocalan dizane ku gumanê gelê Kurd heye. Lê l gel vê jî berpirsyarî digire. Birêz Abdullah Ocalan serokatiya xwe kir. Divê ji niha şûnde civak û rêxistina Kurdan barê li ser milê Ocalan bigirê û pêvajoyê bi rêya siyaset û dîplomasiyê pêş bixe. Divê tevahî gelê Kurd pêvajoyê li pêş bixe. Ev 50 sal in gelê Kurd şer dike, lê li aliyekî din gelê Kurd her dem birîndar bû. Niha gelê Kurd, rêxistina Kurd û birêz Abdullah Ocalan dibêje divê em di serî de vê birîna xwe derman bikin.”

‘Ev salake gelê Kurd têkoşîna çekberdanê dide’

Di berdewamiya axaftina xwe de Îrfan Aktan anî ziman ku li aliyekê dewlet her dem dixwaze di destê gelê Kurd de çek hebê û axaftina xwe wiha domand: “Lê gelê Kurd li gel van jî dixwaze çekan berdê. Ev salake gelê Kurd têkoşîna çekberdanê dike. Komîsyon raporeke aşkere dike lê dixwaze ku gelê Kurd îtiraza raporê bike û bibejê ‘Em çek bernadin.’ Provakasyonê dikin ku Kurd li dijî pêvajoyê bisekinin. Ev saleke Abdullah Ocalan û PKK têkoşîna çekberdanê dide. Ev tiştekî gelek balkeş e. Divê gelê Kurd vê tiştê baş fêm bike. Gelê Kurd vî barî li ser xwe biavêje, dê pêşketineke baş çêbe. Ev dê hinceta kuştina gelê Kurd ji destê dewletan derxê. Ji bona wê ez bawer im ku birêz Abdullah Ocalan dê berdewam bike. Jixwe Abdullah Ocalan gelek caran ji bo pêvajoyê gelek gav avêtin.”

‘Hin beşên dewletê naxwazin pêvajo serbikeve’

Îrfan Aktan destnîşan kir ku ji ber gelek beşên di nava dewletê de naxwazin PKK çekê berde û da zanîn ku dewlet jî ji ber vê yekê gav navêje û wiha pê de çû: “Hin gav jî neçarî avêtin. Lê divê ji bo gav avêtinan tu kes li benda dewletê nesekine. Ji ber ku hin beşên dewletê naxwazin pêvajo bi ser keve. Dewlet dibêje bila çek werin berdan û tu tişt neye xwestin. Lê stratejiya birêz Abdullah Ocalan û gelê Kurd ne ev e. Abdullah Ocalan û gelê Kurd dibêje ‘Em ê dest ji çekan berdin, mafê xwe êdî li ser siyasetê biparêzin.’ Beşên dewletê vê yekê naxwazin. Heke dewlet vê pêvajoyê provake neke, ji bo gelê Kurd bes e. Êdî gelê Kurd hatiye naskirin. Gelê Kurd êdî di qadên siyaset û dîplomasiyê de ji bo mafên xwe yên azadiyê li ber xwe dide. Kurd dibêjin; êdî em bêrûmet najîn.”

Etîket: Rêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanRojnameger Îrfan AktanSavegera Banga 27ê Sibatê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026
Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

Mûstafa Karasû: Divê deriyên Îmraliyê bêne vekirin

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne