• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Iraqiyan ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ ava kirin

Navenda Nûçeyan /AW

23 ÇILE 2025 - 13:02
Kategorî: ROJANE
A A

Komeke rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqî ji bo fikrên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan belav bikin, ‘Înîsiyatîfa Azadî ji Ocalan re’ ava kirin.

Komeke ji rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên Iraqê ve, bi armanca azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan înîsiyatifek ji bo belavkirina fikir û felsefe û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ragihandin. Koma rewşenbîr, nivîskar û hunermendan di daxuyaniyê de wiha gotin:

“Abdullah Ocalan ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo azadî û xwişk û biratiya gelên li Rojhilata Navîn têkoşîn dike. Ji bo mafên jinan têkoşîn dike. Me jî ji bo azadiya Rêber Ocalan pêngavek ragihandiye. Bi rêya çalakiyên çandî û fikrî ji bo pênasekirin û belavkirina fikrê Ocalan xebat didin meşandin û daxwaza azadiya fîzîkî ya wî dikin. Ocalan ji bo doza rewa ya gelê xwe bedelên mezin da û ji bo mirovahiyê ku doza azadî û rizgariya ji lepên neheqî û zilmê ye gelek qurbanî da. Lê prensîbên xwe û pêşengiya Tevgera Azadiyê nekiriye qurban, her tim ji bo serkeftinê têdikoşe.

26 salin di zindaneke nemirovane de tê ragirtin. Demeke dirêj ji cihanê, gelê xwe û gelên Rojhilata Navîn dûr ketiye û zêdetirî 30 salin ji bo azadiyê têdikoşe. Fikrên Abdullah Ocalan bi têkoşîna alîgir û kadroyên wî yên di nava gelê xwe û gelên azad ên cîhanê de, êdî li qada herêmî û navneteweyî deng vedaye û rêgirî li dagirkeran dike. Heta yên ku ew girtin jî niha bi wî re danûstandinan dikin. Ango çima em yên ku daxwaza azadiyê dikin, parastina wî nekin. Abdullah Ocalan di wateya neteweperestiya şovenîst a kevneperest de ne neteweperwerekî kevneperest û ne jî tundrewekî olî bû, ew çepgirekî adil bû.

Em komek rewşenbîr, rojnamevan, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên ku parastina azadî û wekheviya civakê dikin, ‘Însiyatîfa Iraqê ya ji bo Azadiya Ocalan’ radigîhin ku wê ji bo nasandin û belavkirina fikrê Ocalan xebat bimeşîne.

Dem dema wê ye ku hemû cîhan bi vî ramanwerê xwedî wijdan, serokê siyasî û girtiyê ku ji azadiyê hez dike û ji bo wê têkoşîn dike, weke mafekî pîroz ê hemû gelan, di hemû civakan de bi azadî û demokrasiya xwe bawer bû, bibin yek. Bawerî bi azadî û demokrasiya hemû civakan heye. Dem hatiye ku ev ramanwerê mezin û gelê wî bi azadî bijîn.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne