• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îlham Ehmed: Divê jin di avakirinê de rolekeke xurt bilîzin

Navenda Nûçeyan /AW

23 ADAR 2025 - 15:15
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Dîplomat Îlham Ehmed di konferansa li Qamişloyê de xwest jinên Kurd di pêvajoya avakirina Sûriyeyek demokratîk de rolek bibandor bilîzin û bang li gelê Kurd kir ku li çar parçeyan yekîtiya neteweyî ava bikin.

Di Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a li Qamişloyê de jinan rewşa xwe û pirsgirêkên di têkoşîna wan de dertê nîqaş kirin. Di konferansê de Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Îlham Ehmed axivî û bal kişand ser pêvajoya ku bi hilweşîna rejîma Baas re destpê kir û got: “Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd ku em lidar dixin, rûpeleke nû di dîroka jinên Kurd ên Rojava de vedike. Ev konferans di qonaxeke krîtîk de pêk tê. Em li vir in ku rewşa heyî binirxînin û diyar bikin ku em ê di têkoşîna xwe de çi rol bigirin.”

Îlham Ehmed, behsa pêvajoya veguhertina siyasî ya li Sûriyeyê kir û diyar kir ku hîn jî pergalek ku nûnertiya hemû gelan bike, pêk nehatiye û wiha got: “Îro li Sûriyeyê pêvajoyeke nû ya avakirinê heye. Rejîma Baas hilweşiya, lê sîstemeke demokratîk a ku gel jê hêvî dikir, ava nebû. Sûriye civakeke pir nasnameyî û pirçandî ye; Ereb, Asûrî, Êzidî, Elewî, Durzî, Ermenî û Çerkez pêkhateyên vî welatî ne. Lê belê desthilata Şamê vê rastiyê qebûl nake û polîtîkayek ku vê piştguh dike, dişopîne. Eger jin tevlî vê pêvajoyê neyên kirin, em ê bi xetereyên mezintir re rû bi rû bimînin.”

Îlham Ehmed, bal kişand ser gefên îdeolojiyên Îslamî yên radîkal û sîstema lîberal a li ser mafên jinan û wiha domand: “Em dibînin ku hewl didin sîstema îslamî ya radîkal li Sûriyeyê bidin rûnişkandin. Ev yek ji bo jinan metirsiyeke mezin e. Weke jinên Kurd divê têkoşîna me ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû jinên Sûriyeyê be. Pêwîste jin bi hêztir beşdarî vê pêvajoyê bibin. Eger jin di vê pêvajoyê de cih negirin, sîstema nû ya ku li Sûriyeyê tê avakirin dibe ku bibe avahiyeke dijî jinê.”

Îlham Ehmed, diyar kir ku divê gelê Kurd bi yekîtiyê tevbigerin û ev bang kir: “Weke Kurd me bedelên mezin da. Li her çar parçeyan Kurd bi zext, êrîşan re rû bi rû ne. Başûrê Kurdistanê di bin êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê de ye. Li Rojhilatê Kurdistanê jî rejîma Îranê polîtîkayên xwe yên zextê didomîne. Li Bakurê Kurdistanê siyasetmedarên Kurd di zindanan de ne û polîtîkayeke mezin a asîmîlasyonê tê meşandin. Li Rojavayê Kurdistanê îro ji bo Kurdan îmkaneke girîng heye. Divê Kurd bi îradeyek hevpar tevbigerin û yekîtiya xwe ya netewî pêk bînin.”

Îlham Ehmed, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê ku divê jin di siberoja Sûriyê de bi awayekî aktîf rol bilîzin û got: “Di diyarkirina siberoja Sûriyeyê de divê îradeya jinan neyê paşguhkirin. Eger destûreke nû bê çêkirin, divê ev makezagon nûnertiya jinan bike û mafên jinan misoger bike. Eger em weke jinên Kurd li ser esasê yekîtiya netewî li hev bicivin, ne tenê li Sûriyeyê, li tevahiya Rojhilata Navîn em dikarin pêşengiya guhertina demokratîk bikin.”

Konferans bi nîqaşên li ser yekîtiya neteweyî ya jinên Kurd û avakirina pêvajoya destûrî ya ku mafên jinan li Sûriyeyê garantî bike, dewam kir.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Otomatik taslak

‘Jin bi serxwebûna aborî dikare li dijî tundiyê bisekine’

21 TEBAX 2026
ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

21 TEBAX 2026
Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

20 TEBAX 2026
DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

20 TEBAX 2026
Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

Nobeta li Gimgimê ya li dijî JESê hatiye destpêkirin bênavber didome

20 TEBAX 2026
Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

20 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Neparastina nirxên civakî rizîbûna civakî bi xwe re tîne’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne