• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHDê li Newala Qesaba gazî kir: Divê çarenûsa hemû windayan bê eşkerekirin

Sêrt / AW

17 GULAN 2026 - 16:14
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi pêşengiya ÎHDê bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Windakiriyan li Newala Qesaba ya Sêrtê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate xwestin ku çarenûsa hemû kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin bê eşkerekirin û hate destnîşan kirin ku kesên berpirsiyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de bên darizandin.

Bi pêşengiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayên di Binçavan de ya Navneteweyî li herêma Newala Qesaba ya Sêrtê daxuyanî hate dayîn. Şaxên ÎHDa Amed, Êlih, Wan, Riha û Bedlîs, rêveber û endamên DBP, DEM Partî û CHPê, Baroya Sêrtê, Dayîkên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, BOTAN-DER, Şaxa DÎSK Genel Îşê ya Sêrtê û gelek kes di daxuyaniyê de amade bûn. Beşdaran pankarta “Em ji bo hevrûbûnê dimeşin, em ê ji bo windahiyên xwe dest ji hiqûq û edaletê bernadin” hilgirtin.

‘Divê dewlet tiştên ku kiriye û kujeran derxe holê’

Hevserokê Şaxa ÎHDa Amedê Ercan Yilmaz di daxuyaniyê de ewilî axivî û wiha got: “Di salên 90î de li dijî Kurdan li vê erdnîgariyê polîtîkayên bi vî awayî gelek hatin meşandin. Bi hezaran mirov bi darê zorê hatin windakirin û qetilkirin. Xizmên windayan û ÎHD 30 sal in bê navber li aqûbeta van kesan dipirse. Divê dewlet tiştên ku kiriye û kujeran derxe holê. Îro ev qada ku em lê ne jî di dîroka komarê de, qada kesên ku bi darê zorê hatine windakirin û qetilkirin e. Ev li ber çavên hemû raya giştî ye. Di sala 1989an de cara ewil li vir cenazeyê 8 kesan derket. Lê gelek îdîa hene ku li vir cenazeyê bi hezaran kesan hene.”

‘Tundiya dewletê ne tenê li dijî kesan li dijî tevahiya civakê bû’

Dû re Rêvebera Şaxa ÎHDa Sêrtê Sohbet Altan Çetîn daxuyanî xwend. Sohbet Altan Çetîn diyar kir ku ew her sal di navbera 17-31ê Gulanê Hefteya Windakirîyan de kesên di dinçavan de hatine windakirin bi bîr tînin. Sohbet Altan Çetîn da zanîn ku ew rêzeçalakiyan li dar dixin da ku çarenûsa kesên ku di binçavan de hatine windakirin bê ronîkirin û wiha got: “Em ê li dijî veşartina vê binpêkirina giran a mafên mirovan bisekinin û li dijî bêcezatiyê jî şer bikin. Em hezkiriyên xwe yên ku di binçavan de hatine windakirin, bi hesret bi bîr tînin û daxwaza xwe ya ji bo rastî, edalet û lihevhatinê dubare dikin. Windakirinên bi zorê yên ku di qirkirina Ermeniyan a 1915an de hatibû kirin rastiyek e ku divê Tirkiye pê re rû bi rû bimîne. Windakirinên bi zorê yên sîstematîk ên di binçavan de, ku di salên 1990î de belav bûn, wekî formeke tund a tundiya dewletê ne tenê li dijî kesan li dijî tevahiya civakê bû. Mirov ji mal, cihên kar, gund û heta di nîvê kolanê de hatibûn girtin û careke din tu agahî ji wan nehat bihîstin.”

‘Bi zorê wekî binpêkirinek giran a mafan penase kiriye’

Sohbet Altan Çetîn da zanîn ku li gorî Xala 5an a Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî windakirinên bi darê zorê bi berfirehî û bi sîstematîk wekî sûcekî li dijî mirovahiyê tê hesibandin û got: “Kiryarên wiha li gorî qanûnên navneteweyî ya heyî weke ceza têne hesibandin. Qanûnên navneteweyî û qanûna cezayî ya Tirkiyeyê jî bi eşkere destnîşan dikin ku dema jidayikbûnê ji bo sûcên li dijî mirovahiyê derbas nabe. Wekî din, dewletên ku peyman îmze kirine mecbûr in tedbîrên pêwîst bigirin da ku pêşî li ‘Windakirinên bi darê zorê’ bê girtin. Lê Tirkiye bi berdewamî red dike ku bi vê rastiyê re rû bi rû bimîne û xwe ji îmzekirina peymanan dûr dixe. Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafên Sivîl û Siyasî û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê jî mafê jiyanê, qedexekirina îşkenceyê, mafê azadî û ewlehiya kesane û mafê çareyê garantî dikin. Gelek biryarên DMMEyê yên derbarê Tirkiyeyê de jî têkçûna lêpirsînên bi bandor ên li ser windakirinên bi darê zorê wekî binpêkirinek giran a mafan pênase kiriye.”

Sohbet Altan Çetîn daxwazên ÎHDê wiha rêz kir:

* Divê çarenûsa hemû kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin bê eşkerekirin.
* Divê sûcê windakirina bi darê zorê di Qanûna Cezayê ya Tirkiyeyê de bi eşkere wekî sûcek li dijî mirovahiyê bê pênasekirin.
* Divê pratîka bêcezatiyê di hemû dozên windakirina bi darê zorê de bi dawî bibe.
* Divê kesên berpirsiyar di encama lêpirsînên serbixwe û bibandor de bên darizandin.
* Divê qedexeya neqanûnî û neqanûnî ya li ser kombûnan û sînorkirina hejmara beşdaran li Qada Galatasarayê tavilê bê rakirin. Da ku kesên di çalakiyên şemiyê de bikaribin daxwazên xwe bi azadî bînin ziman.
* Divê Tirkiye Peymana Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Parastina Hemû Kesan ji Windakirina Bi darê Zorê îmze bike, pesend bike û bi bandor bi cih bîne.
* Divê biryarên DMMEyê yên derbarê windakirina bi darê zorê de bi tevahî bên bicihanîn.

Sohbet Altan Çetîn di dawiyê de ev yek anî ziman: “Bi boneya 17-31ê Gulanê Hefteya Windakirinên Bi Darê Zorê, em bejna xwe li ber bîranîna hemû windakiriyan ditewînin û careke din diyar dikin ku em ê dev ji têkoşîna xwe ya ji bo rastî û edaletê bernedin.”

‘Kujeran xelat dikin’

Piştî daxuyaniyê Serokê Baroya Sêrtê Muhammed Alphan jî axivî û wiha got: “Îro ev qada ku em lê ne dê di bîra herkesî de weke travmayeke bimîne. Ji sala 95an vir ve dewleta ku ji xwe re dibêje ez demokrat im, mixabin heta niha tiştên ku hatine kirin li gorî hiqûqê bi cih neaniye. Heta niha bûyerên ku hene jî ya dibêje dem derbas bûye yan jî kujeran bi awayekî xelat dikin. Armanca me ya ku em li vir jî hemû ji bo kujer bêne diyarkirin û mafê kesên ku hatine windakirin bê stendin û zelaliyek derkeve holê.”

Etîket: 17-31ê Gulanê Hefteya Têkoşîna Li Dijî Windayên di Binçavan de ya NavneteweyîKomeleya Mafê Mirovan (ÎHD)Newala Qesaba
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHD 40 salî ye: Em li pey heqîqetê ne û di aştiyê de bi israr in

ÎHD 40 salî ye: Em li pey heqîqetê ne û di aştiyê de bi israr in

17 TÎRMEH 2026
Parlamenter Ceylan Akça rewşa koçberên Efrînê bir rojeva Meclîsê

Ceylan Akça ji bo windayan 100 peşniyarname da Wezareta Dadê

20 GULAN 2026
Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

Saziyên hiqûqê: Divê parêzer Musa Bendaş tavilê bê berdan

2 NÎSAN 2026
MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

MEBYA-DERa Sêrtê lehengên azadiyê bi bîr anî

28 ADAR 2026
Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

Şaxên ÎHDê: Bikevin nava tevgerê û xwedî li rûmeta mirovahiyê derkevin

24 ÇILE 2026
Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

Kongreya 22yemîn a ÎHDê dest pê kir

15 MIJDAR 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne