• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

ÎHD 40 salî ye: Em li pey heqîqetê ne û di aştiyê de bi israr in

Stenbol / AW

17 TÎRMEH 2026 - 13:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
ÎHDa Stenbolê derbarê 40emîn damezrandina komeleyê de daxuyanî da. Seroka Şaxa ÎHDa Stenbolê Jiyan Tosûn diyar kir ku ji bo aştî û azadiyê ew di têkoşîna xwe de bi israr in, li pey heqîqetê ne û wiha got: “Kesên ku berî 40 salan ÎHDê ava kirin nîşan dan ku parastina mafên mirovan bi her awayî pêkan e.”

Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi boneya 40emîn damezrandina ÎHDê li rawestgeha tramvayê ya Sûltanahmetê ya navçeya Fatîhê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de dovîzên “Mirov bi mafê xwe mirov in”, “Em heqîqet û adelatê dixwazin” û “Nijadperestî sûcê mafên mirovan e” û pankarta “Em li pey heqîqetê ne û ji bo aştiyê israr in” hate vekirin. Rêveberên ÎHD, DEM Partî, HDK, partiyên siyasî û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.

Seroka Şaxa ÎHDa ya Stenbolê Jiyan Tosûn daxuyanî xwend.

‘ÎHD li dijî înkarê ye’

Jiyan Tosûn anî ziman ku berî 40 salan dema ku mafên mirovan dihat binpêkirin 98 kesê bi wêrek ku parêzvanên mirovan hatin gel hev, komele ava kirin û wiha got: “Xizmên girtiyan, rewşenbîr, nivîskar, rojnameger û gelek kes hatin gel gev û di 17ê Tîrmeha sala 1986an de ÎHDê ava kirin. Ev ne tên damezrandinek bû, di heman demê de sekna wêrek a li dijî tirsê bû. Têkoşîn û heqîqeta li dijî înkarê bû. ÎHD ji dema ku hatiye avakirin ve li gel kesên ku îşkence li wan hatiye, girtiyên ku mafên wan hatiye binpêkirin, kesên ku xizmên xwe windakirine û kesên ku dengê wan nehatiye bihîstin sekinî ye. Ji ber ku têkoşîna mafên mirovan ne demkî ye. Parastina mafên mirovan ji bo her kesî, têkoşîna edalet, azadî û wekheviyê ye. Ji salên 90î ve bi hezaran kes hatin kuştin û bi hezaran gund hatin şewitandin û polîtîkayên bêcezahiştinê hê didome. Di heman demê de ÎHD ji bo windakiriyan bi têkoşîna heqîqet û adelatê rabûye. Têkoşîna ku li Qada Galatasarayê dest pê kir, nîşaneya têkoşînê ye. Têkoşîna parastina mafên mirovan ji bo komeleya me jî giran bû, 23 hevalên me hatin kuştin, şaxên me hatin bombekirin û hatin girtin, bi hezaran hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Di sala 1998an de serokê me yê giştî Akin Bîrdal ji bo têkoşîna xwe rastî êrişek hat û bi giranî birîndar bû. Di sala 2002yan de li dijî serokê me yê giştî Husnu Ondul êrişêk pêk hat. Li dijî zextan têkoşîna ÎHDê bi salan e didome.”

‘Em li dijî şer aştiyê diparêzin’

Jiyan Tosûn destnîşan kir ku ÎHD ji dema ku hatiye damezrandin û heta îro li dijî şer û îşkenceyê sekinî ye û ev yek anî ziman: “ÎHD li dijî şer her dem aştiyê parasti ye. Ji ber ku em dizanin aştî bi bilindkirina adelet û demokrasiyê dê pêk were. Li pêşiya Tirkiyeyê ji firsendekî dîrokî heye. Piştî pêvajo dest pê kir me dît ku pêkanîna aştî û demokrasiyê pêkan e. Daxuyaniyên bidawîkirina şerê çekdarî ji bo siberojê gelek girîng e. Lê ji bo aştî mayînde bibe daxuyaniyên yek alî ne bes in. Hewcedariya gel a bi aştiyê heyet û gel ji bo mayîndekirina aştiyê nexşerêyekê dixwaze. Gel dixwaze ji pêvajoyê bawer bike. Ji bo wê divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) werin bicihanîn. Divê qanûna li dijî terorê were guherandin. Em ji bo aştî û azadiyê bi israr in. Em ê li pey heqîqetê bin. Kesên ku berî 40 salan ÎHDê ava kirin nîşan dan ku parastina mafê mirovan bi her awayî pêkan e.”

Etîket: ÎHDÎHD 40 salî yeJiyan TosunKomeleya Mafê Mirovan (ÎHD)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

ÎHD: Divê Neytûllah Bayram demildest bê berdan

17 COTMEH 2026
‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

‘Tevî ji sedî 95 astengdar e, di girtîgehê de tê ragirtin’

17 COTMEH 2026
Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026
Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

Li girtîgehên Anatoliya Navîn di salekê de 2 hezar û 338 binpêkirin qewimîne

19 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne