• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Malbatên Windakiriyan aqûbeta Kavak, Seven û Keremoglû pirsîn| HATE NÛKIRIN

Amed / AW

19 NÎSAN 2025 - 13:52
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Amed – Di çalakiyên xizmên windakiriyan û ÎHDê yên li Amed, Êlih û Colemêrgê de çîrokên Cemal Kavak, Îzzet Seven û Kadîr Keremoglû yên di bin çavan de hatin windakirin hatin xwendin û li aqûbeta wan hat pirsîn.

Çalakiyên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windakiriyan a bi daxwaza “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” li Amed, Êlih û Colemêrgê hatin lidarxistin.

Xizmên Windakiriyan û Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 845emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê pêk hat. Malbatên windakiriyan û rêveberên ÎHDê tev li çalakiyê bûn û wêneyên windayan rakirin. Pankarta ku wêneyên windakiriyan li ser, li erdê hat raxistin. Malbatên windakiriyan, nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî û parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniyê bûn.Di daxuyaniyê de ewilî Sekreterê Şaxa ÎHDa Amedê Omer Saman axivî.

Omer Saman bibîxist ku dewlet behsa aştiyê dike lê gotin û tiştê ku dikin ne wekî hev in û wiha got: “Îro dema em behsa aştiyê dikin, hevalê me Sirri Sûreya Onder tê bîra mirovan. Em hêvîdar in ku hevalê Sirri Sûreya Onder dê baş bibe û dîsa di nav me de be. Gelek kes destên xwe têxin bin kevir, yek ji wan Selçûk Kozagaçli bû, hat berdan lê hej 24 saat derbas nebûn hat girtin.”

Serpêhatiya Cemal Kavak

Pişt re endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHDa Amedê Firat Akdenîz çîroka Cemal Kavak xwend. Cema Kavak di Dadgeha Bacê ya Amedê de kar dikir. Cemal Kavak di 24ê Nîsana 1996an de dema ku diçe malê di rê de hin hevalên wî dîtine. Lê wê şevê Cemal Kavak ne çû mala xwe, malbat pişt re bihîst ku Cemal ne çûye malê û karê xwe. Malbata wî serî Serdozgeriya Komarê ya Amedê dide lê tu encaman bi dest naxe. Paşê malbat 26ê Nîsanê dibîhisê ku laşê mirovekî hatiye nexweşxaneyê, malbat diçê nexweşxaneyê dibîne ku Cemal Kavak hatiye kuştin. Tê diyar kirin ku Cemal Kavak navçeya Pîran ya Amedê kelaka li ser rêya Bismil û Amedê bi telê hatiye xeniqandin. Li ser wê rê 3-4 noxtayên polîs û leşkeran hene, kesek di nav wan noxteyan re derbas nebe nikare here cihê bûyerê. Lê mixabin gotin kes bûyer nedîtî ye.

DMMEyê Tirkiyeyê mehkûm kir

Parêzera malbatê serî li Dadgeha Amedê dide û gilî dike lê tu encam nayê girtin. Paşê parêzer di 4ê Tebaxa 1999an de serî li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) dide. Dadgeh di 6ê Tîrmeha 2006an de biryar dide. Dadgeh dibêje ku di kuştina Cemal Kavak de lêpirsînek bibandore nehatiye kirin û dadgehê dewleta Tirk mehkûmî tazmînatê dike.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Cemal Kavak û hemû windakiriyan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Êlih

Li Êlihê jî xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê di hefteya 681emîn de li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê hatin cem hev. Di çalakiya ku pankarta “Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin” û wêneyên windayan hatin hildan, xizmên windayan û gelek kes amade bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îzzet Seven ê di Nîsana 1998’an de li Êlihê hatibû windakirin hat pirsîn. Çîroka Seven ji aliyê Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî ve wiha hat xwendin.

Elçî diyar kir ku Sevenê ku li Midûriyeta Herêmê ya TUPRAŞ’ê dixebitî, di Nîsana 1998’an de piştî ku nimêja nîvroyê kir û ji malê derket careke din venegeriya karê xwe. Elçî li ser îfadeyên hevsera Îzzet Seven ê windabûyî Emîne Sevenê ev tişt gotin: “Me digot qey ew çûye kar. Dema ku heta sibehê nehat malê me ji hevalên wî yên kar pirsî. Gotin ew nehatiye kar. Me agahî da xizmên xwe, lê kesî ew nedîtibû. Paşê me dest bi girî û qîrînê kir. Di 90’î de mirov her roj li nav kolanan dihatin kuştin an jî dihatin revandin. Me bi nivîskî serî li rayedaran da û îfadeyên me hatin girtin. Polîsan gotin ku hevjînê min ne li cem wan e. Gotin ‘Dibe ku ji aliyê rêxistina Hîzbullahê ve hatibe revandin.’ Sal derbas bûn, ez her tim giriyam û naliyam, çavên min li rê bû, me kesek û saziyek ku me jê nepirsî nema. Çalakiyên ku ji aliyê ÎHD’ê ve di bin navê ‘Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin’ ji bo me bûn çavkaniya ronahiyê. Dibe ku kesekî xwedî wijdan were û li ser hevjîna min û kesên wekî wî winda ne, agahiyekê bide. Em cardin bihêvî bûn.”

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan di hefteya 171’emîn a çalakiya xwe de li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê hatin cem hev. Gelek kes tevlî çalakiya ku wêneyên windayan hatin hilgirtin bûn. Di çalakiya vê hefteyê de li aqûbeta Karsazê Geverê Kadîr Keremoglû ku di 14’ê Nîsana 1995’an de dema diçû mizgefta Wanê nimêjê bike hat revandin hat pirsin û hat xwestin ku kiryar bên dîtin û cezakirin. Di çalakiya vê hefteyê de Tacdîn Keremoglû behsa çîroka kalê xwe Kadîr Keremoglû kir.

Etîket: Cemal KavakFirat AkdenizÎHDa AmedêKomîsyona WindayanMalbatên Windakiriyan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

‘Aştî ji Qada Koşûyolûyê re derbas dibe’

11 TEBAX 2026
Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

Li çar bajaran li aqûbeta windayan hate pirsîn

13 HEZÎRAN 2026
Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

Xizmên Windayan bang kirin: Bila komîsyonek were avakirin û faîl bên darizandin

23 GULAN 2026
Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

Di hefteya 900emîn de bang kirin: Divê dewlet bi cînayetan re hevrû bibe û lêborînê bixwaze

9 GULAN 2026
Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

Li çar bajaran li aqûbet û kujerên windayan hate pirsîn 

2 GULAN 2026
Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

Girtî Seda Baykan 4 roj in di greva birçîbûne de ye

4 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne