• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Huseyîn Aykol tê oxirkirin: Rêya te rêya me ye

Enqere / AW

2 ÇILE 2026 - 12:22
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Rojnameger-nivîskar Huseyîn Aykol ê ku şeva sersalê jiyana xwe ji dest da bi merasîmeka bîranînê tê oxirkirin. Rojnameger Rehyan Hacioglû li ser navê Çapemeniya Azad daxuyanî xwend û diyar kir ku mîrateya Huseyîn Aykol li ser milê bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e û got: “Tu ye her tim li rex me bî. Rêya te rêya me ye.”

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol ku di 14ê Cotmeha 2025an de li mala xwe ya Enqereyê xwîn çûbû ser mejiyê wî û ji wê rojê û vir ve li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin, şeva sersalê jiyana xwe ji dest da. Ji bo Huseyîn Aykol li eywana Yılmaz Guney a navçeya Çankayayê merasîma oxirkirinê tê lidarxistin. Malbat û hevalên Huseyîn Aykol ên xebatkarên Çapemeniya Azad, Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) heval û hezkiriyên Aykol, Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan û endam û nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî bîranînê bûn. Cenazeyê Huseyîn Aykol anîn eywanê û li vir darbesta wî bi qerenfaîlan hat xemilandin. Li ser maseyê wêneyên Aykol hatin danîn. Ji bo Aykol deqîqeyek rêz hate girtin.

Piştî rêzgirtinê sînevîzyona ku qala jiyan û têkoşîna Huseyîn Aykol dikir hate nîşandan.

Piştî rêzgirtinê Endamê Heyeta DEM Partiyê ya Îmraliyê parêzer Faîk Ozgur Erol pêyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji Girava Îmraliyê ji bo Huseyîn Aykol şandibû xwend. Piştre jî rojnameger Nezahat Dogan peyama girtiyên azadiyê ku ji bo Huseyîn Aykol şandibûn xwend.

Hevjîna wî ew bi helbestek oxir kir

Hevjîna Huseyîn Aykol, Nuray Çevîrmen jî anî ziman ku zêdetirî 2 mehan e ew li nexweşxaneyê bi Huseyîn Aykol re axiviye û wiha got: “Ez bi taybetî ji rojnamegerên Çapemeniya Azad re spasiyê dikim ku tu car em tenê nehiştin. Ez naxwazim oxir jê bixwazim ji bo wê bi helbesteke Şadî Şîrazî oxir dikim.” Nuray Çevîrmen helbesta Şadî Şîrazî ya “Jiyaneke din ji bo me hewceyê ji ber ku me ev jiyan bi hevîkirinê derbas kir” xwend.

‘Em soz didin ku tu yê di dilê me de her dem bijî’

Piştrê jî Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan axivî. Tuncer Bakirhan anî ziman ku ev ji ber wefata Huseyîn Aykol xemgîn in û wiha axivî: “Heval Huseyîn hevalê me hemûyan bû. Serê hevalê wî, gelê Kurd û gelê Tirk sax be. Kesayetek dilpak, kedkar û xwedî dîsîplîn bû. Pir tişt hînî me kir. Digot ez ‘Ji gelê Kurd re deyndarim’. Bifikirin tevî ewqas berdel jî wiha digot. Ez jî weke Kurdekî dibêjim ku heval Huseyîn ne tu lê em deyndarê te ne. Bi avakirina azadî û civakeke demokratik em ê deyne xwe bidin te. Em soz didin ku tu yê di dilê me de her tim bijî.”

Piştre jî hevalê Huseyîn Aykol, Aytunç Altay axivî. Aytunç Altay jî qala têkoşîn û jiyana Huseyîn Aykol kir. Aytunç Altay jî diyar kir ku ew kesayetekî fedakar û kedkar bûye û got: “Ez li du wî dibêjim; Bijî Şoreş û Sosyalîzm. Em wî tu car ji bîr nakin.”

‘Di bêhevîbûnê de hêvî diafirand’

Piştrê jî nivîskar û hevrêyê Huseyîn Aykol, Haydar Ergul axivî. Haydar Ergul qala têkoşîna Huseyîn Aykol kir û wiha got: “Ew kesekî wisa bû ku di bêhevîbûnê de hêvî diafirand. Pêkanîna armanca wî, dê bi avakirina Aştî û Civaka Demokratîk ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk were. Heqîqet tu car namire. Huseyîn Aykol jî dê di dilê me de her bijî. Teqêz ev xewn û xeyal dê pêk were.”

‘Rêya te rêya me ye’

Piştre jî peyama xebatkarên Çapemeniya Azad ji aliyê edîtora Rojnameya Yenî Yaşamê Reyhan Hacioglu ve hat xwendin. Reyhan Hacioglu anî ziman ku wî jiyana xwe ji bo gelên bindest û têkoşîna li dijî metîngeriyê de xerc kiriye û wiha got: “Penûsa te tu car ranewestiya. Her tim ji bo hînkirin û hînbûnê kar kir. Em weke kedkarên çapemeniya azad ji te hîn bûn ku em ê çawa sadiqî heqîqete bimînin. 37 salan weke têkoşerekî çapemaniya azad te li dijî hemû zordariyan li ber xwe da. Dema hevalên te hatin qetilkirin, girtin û sirgûnkirin û dema êrişî buroyan hat kirin te tu car paşde gav neavêt. Tu hat girtin, tevî ewqas doz û cezayan jî te paşde gav neavêt. Dema tu ket nexweşxaneyê jî em wek xebatkarên Çapemeniya Azad li benda te man. Em benda wê hînkarina te, li benda xweşikiya karê te man. Lê nebû. Tu gihîştî Apê Musa, Gurbetelî Ersoz, Cengîz, Ferhat, Nazim, Nagîhan û Kalo ku te her tim qal û bêriya wan dikir. Te bi jiyana xwe hînî me kir ku şoreşgerî çawa dibe. Te barê şehîdên Çapemeniya Azad hilgirt ser milan û niha jî emanetî me kir. Mîreteya te niha li ser milê bi hezaran kedkarên Çapemeniya Azad e ku te wan gihandiyê. Tu yê her tim li rex me bî. Rêya te rêya me ye.”

Piştî axaftinan beşdaran li ser pêyan li çepikan da û stranek ku Huseyîn Aykol jê hez dikir hate guhdarîkirin û merasîma oxirkirinê bi dawî bû.

Cenazeyê Aykol ji vir birin mizgefta Goristana Karşiyakayê û dê piştî nimêja cenaze li goristanê bê veşartin.

 

Etîket: Huseyîn Aykol
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

Kurê Huseyîn Aykol jiyana xwe ji dest da

24 TÎRMEH 2026
Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

Serlêdanên 33yemîn Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter dest pê kir

16 HEZÎRAN 2026
Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

Heval û hogirên wî serdana gora Huseyîn Aykol kirin

19 GULAN 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

Şîna Huseyîn Aykol a li Amedê bi dawî bû

6 ÇILE 2026
‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

‘Em ê li ser rêya wî bimeşin û pênûsa wî li erdê nehêlin’

6 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne