• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Huseyîn Aykol li Wanê hate bibîranîn: Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin

Wan / AW

5 ÇILE 2026 - 16:25
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Ji bo rojnameger û nivîskar Huseyîn Aykol li Wanê şîn hat danîn û bi sedan kesan serdana şînê kir. Di şînê de hate destnîşankirin ku dê xwedî li şop û mîrateya Huseyîn Aykol bê derketin.

Mamosteyê Çapemeniya Azad Huseyîn Aykol di şeva sersalê de li Enqereyê jiyana xwe jî dest dabû. Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) li eywana ŞanoWanê ya şîn hat danîn û bernameyê bîranînê hat lidarxistin.

Li eywanê wêneyên Huseyîn Aykol hat danîn û find hatin vêxistin. Parlamenter û hevşaredarên navend û navçeyan ên Wanê, rêxistinên DEM Partî û DBPê yên Wanê, Dayikên Aştiyê, TJA, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bernameyê bûn.

Bername ji bo şehîdên çapemeniya azad bi deqeyekê rêzgirtinê dest pê kir. Piştî rêz girtinê sinevîzyona kurtejiyana Huseyîn Aykol vedigot, hate nîşandan. Paşê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo bîranîna Huseyîn Aykol şandibû, hat xwendin.

‘Em ê xeyala mamoste Huseyîn bi cîh bînin’

Seroka Nûnertiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ya Wanê Oznur Deger axivî û bi bîr xist ku Huseyîn Aykol pêşengê çapemenîya azad bû û got: “Mamoste Huseyîn girtîyên siyasî tu caran bi tenê nedihişt. Daxwaza wî ya sereke bi Abdullah Ocalan re roportajek bû. Em soz didin ku em ê vê xeyala wî bi cîh bînin û çapemenîya azad dê li dû şopa wî bimeşe.”

‘Em ê li pey şopa mamoste Huseyîn bimeşin’

Endamê Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê Onder Akbulut da zanîn ku çapemeniya azad gelek bedel dane û got: “Em jî weke çapemeniya azad tu caran nahêlin ku heqîqet di tariyê de bimîne. Em ê di rêya heqîqetê de û li pey şopa mamoste Huseyîn Aykol bimeşin.”

Hevberdevkê Platfroma Saziyên Demokratîk a Wanê Cemal Demîr jî diyar kir ku ew ê xeyalên şehîdên çapemenîya azad bicih bînin.

Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt jî destnîşan kir ku Huseyîn Aykol dengê hemû girtiyên siyasî û dengê aştî û azadîya gelan bû.

Hevşarêdarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan jî bi bîr xist ku mamoste Huseyîn bi jiyaneke rûmet xebata çapemeniyê birêve bir û bû pêşengê çapemeniya azad.

‘Em ê xwedî li mîrateya wî derkevin’

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û parlementera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît jî da zanîn ku mamoste Huseyîn pir dixwest biçe Rojavayê Kurdistanê û li wan kolanên berxwedanê bibîne. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît anî ziman ku ew dê xwedî li mîrateya Huseyîn Aykol derbikevin.

Bername piştî axaftinan bi dawî bû. Dê şîn heta saet di 17.00an de bi dawî bibe.

Etîket: DFGHuseyîn AykolMKG
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026
MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

MKG û DFG: Em ê bi feraseta rojnamegeriya aştiyê tev bigerin

6 ÎLON 2026
MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

MKGê rapora binpêkirina mafan ên jinên rojnameger eşkere kir

4 ÎLON 2026
Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

Sansûrên li ser JINNEWS û NûJINHAyê hatin şermezarkirin

15 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne