• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Huner li ser esasê Modernîteya Demokratîk ji nû ve tê sazkirin

Mahmût Altintaş / AW

2 KANÛN 2024 - 08:08
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Şirnex – Hevseroka TEV-ÇANDê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Sumeye Mihemed bi lêv kir ku ew li ser esasê paradigmaya Modernîteya Demokratîk xebatên çand û hunerê dimeşînin û hemû netew û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi nasname, çand û folklora xwe di nav xebatan de cih digrin.

Bi Şoreşa Rojava re gelek gavên dîrokî li herême hatin avêtin. Li ser paradigmaya Netewa Demokratîk ku Rêberê PKKê Abdullah Ocalan li dijî pergala netew dewletê ya kapitalizmê pêşxistibû li herêmê jiyaneke nû hat avakirin. Di destpêkê de Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hat damezrandin û rêveberiya gel hat esasgirtin. Li gundan komîn li bajarok û bajaran meclis û li ser meclîsan jî kanton hatin avakirin. Piştî 12 salên şoreşê li herêmê guherînên mezin pêk hatin. Ji perwerdehiyê heta nexweşxanê û darazê pergaleke nû hat rûniştandin. Ji aliyê çand û hûnerê ve jî pêşketinên mezin li herême pêk hatin.

Ji bo çand, folklor û hunera gelan bi parêze û pêş bixe Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) dest bi xebatan kir. Li dijî hunera kapitalizmê hunera li gor pîvanên paradigmaya Modernîteya Demokratîk hat esasgirtin. Her wiha li dijî tune hesibandina çand û folklora netewan li ser fikra Netewa Demokratîk hemû netew bi çand û folklora xwe di nav TEV-ÇANDê de cih girtin. Giredayî TEV-ÇANDê Hûnergeha Welat, Pargîn û gelek saziyên muzîk, guvend û sînemayê hatin vêkirin. Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ku di aliyê hunerê de pêşketiyê berhemên hunerî ku li wir dertên jî li çar aliyên Kurdistanê û dervayî welet bala gelan dikşîne û tê ecibandin.

Hevseroka Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Sumeya Mihemed xebatên çand û hunerê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji Ajansa Welat re nirxand.

‘Kurd, Suryan û Ereb bi hev re xebatên çand û hunerê dimeşînin’

Sumeya Mihemed bi lêv kir ku piştî şoreşê gelek saziyên çand û hunerê li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê hatinê avakirin û bi awayekî komînal kar û xebatên hunerê dikin. Sumeye Mihemed bal kişand ser di pergala Netewa Demokratîk, xebatên hunerê û wiha got: “Beriya şoreşê jî di warê çand û hunerê de xebat dihatin meşandin. Lê bi zor û zahmetî bû. Bi saziyên kêm, kom bi kom xwe rêxistin dikirin. Piştî şoreşê saziyên me zêde bûn. Li hemû bajaran saziyên çand û hunerê hatin vêkirin. Berê jî me xebat û çanda hunerê dikirin. Lê ê niha bi hemû netewên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê Kurd, Ereb, Suryan bi hev re xebatên çand û hunerê dimeşînin. Weke saziya TEV-ÇANDê gelek sazî li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek sazî li herême vêkirin. Bi awayekî komînal me dest bi xebatan kiriye.”

Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê gelek saziyên çand û hunerê hatinê vêkirin

Sumeya Mihemed di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku giredayî TEV-ÇANDê gelek saziyên çand û hunerê bi awayekî komîn hatinê vêkirin û ev tişt gotin: “Komîna beşan hat avakirin. Komîna Sinemaya Rojavayê Kurdistanê deng li cihanê vêda. Di warê sînemayê de me dest bi perwerdeyan kir û di encama wê xebata perwerdehiyê de, di tunebûne de hebûn hat avakirin. Gelek film çêkirin. Her wiha rêzefilm jî hatin çêkirin. 2 film jî bi dawî bûn û di demên pêş de ew ê jî bêne pêşandan. Filmên ku hatin çêkirin jî di ser asta cihanê de hatin çêkirin. Tevlî festîvalên Ewropa û Cînef û gelek welatan bû. Her wiha komîna guvendan jî hat ava kirin û hemû kanton û pêkhatê di wir de cih digrin. Komîna Muzik û şano hat avakirin. Hemû komîn şagirtên xwe bi rêxistin dike. Heke karek bi rêxistinî bê kirin wê serkêftî bibe. Em jî niha encama vê yekê dibinin. Bi beşdarbûna hemû komînên hûnerê em festîvalên çandê ya Netewa Demokratîk derdixînin. Hemû netew û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê bi nasname, çand û floklora xwe tevlî van festîvalan dibin.”

Sumeye Mihemed da zanîn ku ji bo perwerdehiya muzîk, şano û sînamayê Peymangeha Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ava kirinê û wiha pê dê çû: “Hunergeha Welat ku giredayî TEV-ÇANDê yê jî kar û xebatên serkêftî dimeşînin. Ji berê bi zimanê neteweyên herême kar û xebat dihatin kirin lê niha bi 7 zimanên biyanî jî kar û xebatên hunerî tên kirin. Em dixwazin di warê çand û hunerê de karê xwe hê berfirehtir û serkeftî bikin. Li ser muzîkê perwerdehiyên me hene ku neşibê muzîka kapitalizme. Li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê peymangeheke bilind hat ava kirin. Di wir de perwerde tê dayin. Gelek şagirt di wir de perwerde dibinin. Ew peymangeh jî li ser şano, sinema û mûzikê perwerde dide. Armanca me ew e ku di demen peş de ji bo beşên din jî perwerde bê dayin.”

‘Dixwazin xwe bigihînin çanda neteweya demokratîk’

Sumeye Mihemed diyar kir ku gelek proje û plansaziyên wan hene ku bixînin meriyete û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Gelek proje li pêş me hene. Kar û xebatên ku em dikin jî di nav gel de dikin. Gel jî pir bi kêfxweşe ji bo kar û xebatên hunerê. Ji ber ku hemû netew û pêkhate reng û dengê xwe di vê hunerê de dibinin. Em jî dixwazin bi hunerê rengê hemû netewên li vir nîşanî cihanê bidin. Li dijî hemû êrişan me xwest em berê gelê xwe bidin hunerê. Di pêvajoya şer de berê civanan li dervê welat e. Diçin dervê welat. Bi taybet me jî xwest bi rêya hunerê berê wan bidi welat û çanda wan. Ji bo demen pêş projeyên me hene ku kargehên muzîk, şano, govend, wênesazî û peykersaziyê jî hene. Ji bo em huner û çanda xwe bi pêş bixin em hewl didin xwe bigihînin hemû pekhateyan û çand û hunera netewan biparêzin. Bi rêya çandê em dixwazin xwe bigihînin çanda Neteweya Demokratîk. Pergala Netewa Demokratîk edî li vir rûniştiyê. Em jî weke TEV-ÇAND hewl didin behtir xwedî li çand, huner û folklora xwe derbikevin. Ji bo dengbêjiyê jî xebatên me hene ku bala civanên xwe bikşînin ser dengbêjiyê.”

Hûn dikarin vîdeoya nûçeyê ji lînga jêr temaşe bikin

Etîket: çandfilmhunerSumeye MihemedTEV-ÇAND
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

‘Dengê Borî: Konserên Amîdayê II’ dê dest pê bikin

30 ÎLON 2026
Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

Şêniyên Kercewsê: Karê berhamên me ne wekî berê ye

6 ÎLON 2026
Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3  Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 3
Cewad Merwanî: Ji 45 hezar stranan 4 hezarê wan hatin rizgarkirin

15 TEBAX 2026
Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

Festîvala Tetwanê bi konserek coş dest pê kir: Pêvajoya aştiyê siberoja gelê Kurd û Tirk e

31 TÎRMEH 2026
Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

Festîvala Depê bi dîwana dengbêjan dest pê kir

31 TÎRMEH 2026
58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

58emîn Mîhrîcana Tetwanê bi meşê destpê kir

31 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne