• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Hewceye ku dewlet bi Kurdan re tifaqê çêbike’

Abdullah Esen / AW

30 COTMEH 2025 - 09:43
Kategorî: ROJANE
A A
Amed – Diyadîn Turhanê ku piştî 30 salan ji girtîgehê hat berdan derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de anî ziman ku dewleta Tirk hê jî tu gavên şênber neavêtiye û got: “Li meclisê komîsyonek dane avakirin. Lê hê jî tu gavên şênber ne avêtine.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demoratîk” li rayagiştî kir. Piştî bangê di 1ê Adarê de PKKê bi daxuyaniyekê agirbest îlan kir. Piştî wê di navbera 5-7ê Gulanê de 12emîn kongreya xwe pêk anî û di 12ê Gulanê de encama kongreyê aşkere kir. PKK di kongreyê de biryara xwe fesixkirinê da. Her wiha biryar da ku dawî li têkoşîna çekdarî bîne. Li ser bangê di pêşengiya Hevseroka KCKê Besê Hozat de komek gerîla di 11ê Tîrmehê de li Şikefta Casenê ya li Silêmaniyê bi merasimeke dîrokî çek şewitandin. Pişt ter Meclîsa Tirkiyeyê “Komîsyona Demokrasî, Xwişk û Biratî û Hevgirtina Netewî” ava kir. Herî dawî Rêveberiya Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê di çarçoveya biryarên 12emîn a PKKê de di 26ê Cotmehê de, biryara vekişina ji Tirkiyeyê da. Têkildarî vekişînê Dîyadîn Tûrhan ê ku 30 salan girti ma û serbest hat berdan, nirxandin kir.

‘Dewletê erka xwe pêk neanî’

Diyadîn Turhan diyar kir ku saleke pêvajoyek heye û got: “Heta niha gelek pêvajo pêş ketin. Lê ev pêvajoyên pêk hatin, bi nêzîkatiyên provokatîf hatin xerakirin. Dema ku em li van pêvajoyan dinêrin dewlet berpirsyariyên xwe bi cih neaniye. Niha jî di hinek aliyan de mirov dibê qey dewlet cidîtir e. Bi tundî û bi darê zorê doza gelê Kurd nikare bê binaxkirin. Êdî ne gengaze ku bêmaf bêne hasibandin. Dewlet hinek li gora vê fêm kirinê dixwaze hin gavan biavêje. Dewlet bixwe jî ne yekpare ye. Rêbertî jî dixwaze di hindurê dewletê de kîjan rola xurt hebe di wir de têkiliya xwe bi wî baskî re deyne. Ew têkilî carinan li pêş û carinan jî li paş dikeve. Îro em dibînin ku vê carê baştir e. Di Rojhilata Navîn de hinek guhertin çêdibin. Dê ev guhertin li ser Tirkiyeyê jî bandorê bikin. Ji bo ku dewleta Tirk ji vê yekê bi bandor nebe hewce ye ji her demê bêhtir bi Kurdan re tifaqê çêbike.”

‘Çek sembola wan a herî mezin e’

Diyadîn Turhan bi lêv kir ku di vê pêvajoyê de dewletê gavên ji dil neavêtiye û wiha domand: “Divê gelê Kurd û Tevgera Kurd bi dewletê re entegrasyonekê pêk bîne. Ev entegrasyone ne yek aliye. Divê ku bingeheke vê ya hiqûqî çêbibe. Ev bingeha hiqûqî em nikarin ava bikin divê dewlet ava bike. Êrişên heyî yên niha li ser Qadên Parastinên Medyayê mirov dikare weke provokasyon pênase bike. Êrişên bi vî awayî yên li dijî pêvajoyê mirov dikare bêje baweriya li hember civakê dide şikandin. PKKê bi sekneke sembolîk be jî çekên xwe şewitandin û xwe fesix kirin. Ev şewitandina çekan dibe ku di mêjiyê gerîla de tişteke tirajedîk jî dabe avakirin, ji ber ku gerîla bi çekên xwe heye. Çek sembola wan a herî mezin e. Dema ku gerîlayek çeka xwe li cihekî ji bîr bike, ji bo wan windabûneke pir mezin e. Lê dîsa jî hevalan ew çek şewitandin. Ev çi dide xuyakirin? PKK çiqas samîmiye ew destnîşan dike. Ji ber ku di dewletê de samîmiyet tune ye. Pêvajo carinan li pêş carinan jî li paş dikeve.”

‘Divê em xwe biguherînin’

Diyadîn Turhan destnîşan kir ku her çiqas xetimandin û sekin çêbibin jî dê ev pêvajo bi ser bikeve û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji ber ku muxatabê pêvajoyê Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurd e. Ew ji çi tê? Kurdan hebûna xwe dan qebûlkirin. Lê azadiya xwe pêk neanîn e. Hişmendiya ku em pê dimeşiyan têrê nekir ku em azadiya xwe pêk bînin. Di van mijaran de hinek astengî derketin pêşiya me ew jî ji hişmendiya me diqewime. Bi guhertina hişmendiyeke nû em ê azadiya xwe pêk bînin. Em ê li ser esasê paradîgmaya nû xwe bi rêxistin bikin û li gorî vê rêxistinbûyînê em ê azadiya xwe bidestbixin. Di vir de jî muxatab ne dewlet e, em in divê em xwe biguherînin.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

6 COTMEH 2026
Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

6 COTMEH 2026
Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

6 COTMEH 2026
DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

6 COTMEH 2026
Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

6 COTMEH 2026
Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

6 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne