• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevserokên DEM Partiyê: Ev vexwendina ji bo jiyaneke azad e

Navenda Nûçeyan / AW

11 TÎRMEH 2025 - 19:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevserokên DEM Partiyê têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKKê daxuyanî dan û gotin: “Merasîma xatirxwestina çekan ji bo gelê me vexwendina jiyaneke demokratîk, dadwerî û azad e.”

Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan derbarê merasîma îmhakirina çekan a PKKê de daxuyanî dan. Tulay Hatîmogullari û Bakirhan diyar kirin ku serdema nû ya ku bi banga dîrokî ya aştiyê ya ji Îmraliyê dest pê kir, ji bo gelên Tirkiye û Rojhilata Navîn rêya çareseriyeke demokratîk, wekhevî û azadiyê vekiriye û gotin, “Merasîma xatirxwestina çekan ji bo gelê me vexwendina jiyaneke demokratîk, dadwerî û azad e.”

Di daxuyaniya ku li ser navê herdu hevserokan hate dayin de ev tişt hatin parvekirin: “Îro yek ji xalên werçerxê ya dîroka sedsalî ya Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê pêk tê. Ji Îmraliyê 26 sal şûnde banga bi dîmen a ji bo aştiyê hat, îfadeya herî xurt a banga ji bo ruhê kevnar ê van axan e. Piştî banga Îmraliyê bi merasîma şewitandina çekan a PKKê re serdemeke nû ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û avakirina Tirkiyeyek demokratîk destpê dike. Biryara xatirxwestina çekan a PKKê, ne tenê ji bo pirsgirêka Kurd e, misogeriya ji bo hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi rêbazên demokratîk werin çareserkirin derxist holê.”

‘Aştî destkeftiya me ya hevpar e’

Merasîma xatirxwestina çekan a endamên PKKê vexwendinek ji bo jiyaneke demokratîk, dadwerî, wekhev û azad e. Vê merasîmê hêviya gelê me ji bo pêşerojê xurt kiriye. Hêviya me ya ku sedsalek bi êş bi dawî bibe û xwişk û biratî bi ser bikeve zêde bûye. Aştî destkeftiya me ya hevpar e. Em ê di vê rêwîtiya pîroz de tu kesî yan jî beşek ji civakê li paş nehêlin. Ji erdên berhemdar ên Anatoliyê bigire heya deştên berhemdar ên Trakyayê, ji peravên pêlên Deryaya Reş bigire heya bajarên kevnar ên Mezopotamyayê, her kes wê bibin şahid û şirîkê vê veguherîna demokratîk.

Serdemeke nû destpê kir

Gel wê bi ser bikeve. Ya ku bi ser bikeve wekhevî, demokrasî û aştî ye. Em ê vê pêvajoyê bi serfirazî, sebir û israr biparêzin. Bi van hestan, em bi dil û can pêngava bêçekkirin û veguherîna ji bo siyaseta demokratîk a ku di 11ê Tîrmeha 2025an de bi biryardariyeke dîrokî ji hêla Koma Aştî û Civaka Demokratîk ve dest pê kir, silav dikin. Ji ber ku ev gav ne tenê ji bo têkoşîna rewa ya gelê Kurd a ji bo azadiyê ye, di heman demê de di lêgerîna Tirkiye û tevahiya Rojhilata Navîn a ji bo aştî, wekhevî û veguherîna demokratîk de jî serdemeke nû dide destpêkirin. Niha dem hatiye ku em bi hev re qanûnan çêbikin û bi siyaseta demokratîk ber bi Tirkiyeyeke demokratîk ve gavan bavêjin û têkoşîna siyaseta demokratîk mezin bikin.”

Etîket: daxuyanîDEM Partîhevserok
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026

‘Di sûcên mirovahiyê de biryara demborî ne pêkan e’

18 ÎLON 2026
‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

‘Divê gelê Kurd weke herkesî bi zimanê xwe perwerdehiyê bibîne’

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne