• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevşaredarên Akdenîzê û endamên meclisa şaredariyê hatin girtin

Mêrsîn / AW

13 ÇILE 2025 - 05:06
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Mêrsîn – Derbarê Hevşaredarên Akdenîzê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç û Hîkmet Bakirhan de biryara girtinê hate dayîn.

 

Polisan di 10ê Çileyê de bi ser gelek malan de girtibûn û di serdegirtina malan de Hevşaredarên Akdenîzê ya Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslan û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Orûç, Yakûp Daniş û Hikmet Bakirhan binçav kiribûn. Piştî kar û barên li midûriyeta polîsan bi dawî bû, Hevşaredar û endamên meclisê sewqî dozgeriyê hatin kirin.

Dozger piştî îfadeyê, Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan û endamên meclisê Ozgur Çaglar bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” û “Propaganda rêxistinê kirine”, “Fînansekirina rêxistinê” û “Mûxalefeta li Qanûna 2911an” û endamên din ên meclisê jî bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Mêrsînê kirin. Dadgehê bi heman îdiayan derbarê Hevşaredar Hoşyar Sariyildiz û Nûriye Arslanê û endamên meclisa şaredariyê Ozgur Çaglar, Hîkmet Bakirhan û Neslîhan Orûç de biryara girtinê da û endamê meclisa şaredariyê Yakûp Daniş bi şertê kontrola edlî berda.

Girseya li ber edliyeyê disekinî bertek nîşanî biryarê da û dirûşmên “Em ê bi berxwedanê serbikevin” berz kir. Dû re li ber edliyeyê daxuyanî hate dayîn.

‘Şanoyek hate lîstin’

Hevserokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Mêrsînê Îbrahîm Kaya yê li vir axivî, destnîşan kir ku hevşaredar û endamên meclisa şaredariyê bi biryarên bêhiqûqî hatine girtin û wiha got: “Biryar beriya niha hatibûn dayîn, şanoyek hate lîstin.”

‘Hevalên me bi hincetên pûç û vala hatin girtin’

Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kûş jî wiha got: “Hevalên me bi biryareke siyasî hatin girtin. Bi hincetên pûç û vala hatin girtin. Ev gel dê bersiva van polîtîkayan bide. Divê demildest dest ji vê biryara bêhiqûqî bi paş ve gavê biavêjin. Em li pişt têkoşîna hevalên xwe ne.”

Bedriye Kûş bang li gel kir ku tev li daxuyaniya ku dê îro saet 13.00an de li Parka Ozgur Çocûkê ya Mêrsînê bê lidarxistin bibin.

Etîket: DadgehDEM Partîendamên meclisa şaredariyêGirtinHevşaredarên AkdenîzêMêrsîn
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

20 TEBAX 2026
Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

Cerdevanê tacîzkar Mehmet Yagiz hat girtin

19 TEBAX 2026
Otomatik taslak

Tuncer Bakirhan: Ocalan teahhud kiribe şer û pevçûn dernakeve

15 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

DEM Partî: Di kongreya 6ê Îlonê de dê starta ji nû ve avakirinê bê dayîn

13 TEBAX 2026
Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

Kongreya DEM Partiyê di 6ê Îlonê de ye

13 TEBAX 2026
Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

Tîryakî: Divê birêz Ocalan di ‘Desteya 3yemîn’ de cih bigire

13 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne