• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilat: Dev ji rejîmê berdin

Navenda Nûçeyan / AW

2 ADAR 2026 - 21:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê bang li hêzên çekdar ên rejîmê li Rojhilatê Kurdistanê kir ku vê derfetê ji dest nedin û dev ji bermahiyên Komara Îslamî ya Îranê berdin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser rewşa li Îranê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye;

“Gelê têkoşer û mafxwaz ê Kurdistanê!

Ji roja şemiyê ve, rotaya bûyerên li Îranê ber bi guhertinek kûr û bingehîn ve diçe. Şerê heyî encama dehsalan ji polîtîkayên êrişkar yên rejîmê, destwerdana di karûbarên welatên herêmî de, piştgiriya terorîzma dewletê, israra li ser bidestxistina bombeyên atomî û pêşxistina pîşesaziya mûşekan, gefxwarina ewlehiya cîhanî û têkçûna rejîmê di pabendbûna bi tedbîrên navneteweyî de ye; siyasetek ku di dawiyê de Îran veguherand welatekî wêrankirî bi aboriyek hilweşiyayî û bû sedem ku rejîm ber bi hilweşînê ve biçe. Kuştina R-rêberê rejîma Îranê Xameneyî û bi dehan fermandarên leşkerî û berpirsên siyasî ev hilweşîna musteqbel leztir kiriye.

Em weke Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a li Îranê dibêjin ku ev şer ne şerekî di navbera civaka Îranî û netewên wê bi DYA, Îsraîl û civaka navnetewî re ye. Di rastiyê de, ew rejîma dîktator û zordar a Komara Îslamî ye ku tevahiya gelê welat dîl girtiye. Wê gelên Îranê ji hemû maf û azadiyan bêpar hiştiye û di Sibata îsal de bi hezaran mirovên serhildêr û mafxwaz yên Îranî qetil kiriye. Heta niha jî, dema ku Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi rojên xwe yên herî diyarker re rûbirû ne. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê Kurd dikin:

  • Divê gelê Kurd ji geşedanan haydar be, bi hişmendî rûbirûyê geşedanan bibe, tevgera xwe ya siyasî bi daxwaz û pêşniyarên Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê re bike rêxistin bike û vê hemahengî û têkiliyê; zindî û berhemdar bike.
  • Di rojên rûxandina rejîmê û serhildana girseyî ya gel de, divê hemû saziyên îdarî û xizmetgûzariyê ji bo berjewendî û pêdiviyên giştî werin parastin.
  •  Em bang li hêzên çekdar yên rejîmê yên li Rojhilatê Kurdistanê dikin ku xwe ji bermahiyên Komara Îslamî veqetînin. Em ji wan re dibêjin ku çêtire ku vê derfeta dawî ji dest nedin ku li ser vê yekê pişta xwe bidin dijmin û biçin li rex doza gelê xwe bisekinin.
  •  Divê hemû gelê Kurd bi jîrî û gihiştî li hember guhertinan bisekine û xwe ji şaşiyên takekesî û tolhildanê dûr bigire ku zererê dide ewlehî û parastina giştî ya civakê.
  • Em daxwaz dikin ku ji bo ewlehiyek mezintir, gelê me bi qasî ku pêkane ji baregehên leşkerî û ewlehiyê yên rejîmê dûr bisekinin.
  •  Em ji gelê xwe, bi taybetî ji sektora bazarê, dikandar û xwediyên malan dixwazin ku ji her demê bêtir li hev xwedî derkevin, bi taybetî ji kirêdar, kesên feqîr û hewcedar, di van rojên dijwar de alîkariya hev bikin.

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî yên Kurdistan a Îranê dê polîtîka û bernameyên xwe li gorî pêşketina bûyeran bi rêya daxuyaniyên xwe yên din biweşîne.”

Etîket: çekdarHevpeymaniya Hêzên Siyasî yên RojhilatRejîm
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

Dr. Abbas Mansouran: Felsefeya Jin Jiyan Azadî belavî cîhanê bû

15 ÎLON 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Newroza îsal mizgîniya serkeftina mezin e

19 ADAR 2026
Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

Hevpeymaniya Rojhilat: Kîmyabarana Helebceyê nekariye îradeya gelê Kurd têk bibe

16 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê  armanca şehîdan bi cih bînin

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Bi rûxandina Îranê em ê armanca şehîdan bi cih bînin

8 ADAR 2026
Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat: Êriş nikare têkoşîna me ya azadiyê qels bike

5 ADAR 2026
Li Dêrazorê êrişa çekdarî: Bav hat kuştin, kurê wî birîndar bû

Li Dêrazorê êrişa çekdarî: Bav hat kuştin, kurê wî birîndar bû

7 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne