• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Hêvî Abdullah Ocalan e’

Navenda Nûçeyan /AW

8 SIBAT 2025 - 19:44
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Roja ewil Konferansa navneteweyî ya ‘Di rêya jiyana azad û wekheviya gelan de çareseri aştî ye’ bidawî bû. Aktîvîsta TJAyê û endama Lijneya Rêveberiya HDKê Sabahat Tuncel diyar kir ya herî hêsan dest ji çekan berdan e û got: “Ya sereke pirsgirêka mafan e. Yên ku hebûna wan tunebe bin, azadiya wan jî tune ye. Li dewletê nenerin. Li Birêz Ocalan binêrin. Birêz Ocalan ji bo jiyana nû têdikoşe. Li Birêz Abdullah Ocalan binêrin hêvî bi wî re ye.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), li Floryayê di otelekê de bi dirûşma “Di rêya jiyana azad û wekheviya gelan de çareseri aştî ye” konferans pêk anî. Ligel pêkhateyên HDKê gelek rêxistinên civaka sivîl û nûnerên partiya sivîl tevli konferansê bûn. Runiştina duyemîn û sêyemîn pêk hat. Sabahat Tuncel di runiştina sernavê ‘Komara Demokratîk, Neteweya Demokratîk, Xweseriya Demokratîk: Modela aştî û jiyana hevbeş a gelan li ser bingeha tifaqa dîrokî, nêzîkatiya çareseriyê ya Abdullah Ocalan’ de axivî. Sabahat Tuncel anî ziman ku mijara esas eve ku kurd ji welatîbûnê derxistine û ev hîmê pirsgirêka kurd ava dike. Sebhat Tuncel destnîşan kir ku dewlet hemû gav bê encam hişt û got: “Dema mirovan hêvî dikir hêviya wan têk birin. Abdullah Ocalan bi salane ji bo çareseriyê têdikoşe. Mijara aştî û azadiyê ji dewletê nayê payîn.”

‘Berê xwe bidin Abdullah Ocalan’

Sabahat Tuncel destnîşan kir ku ya herî hêsan berdana çekan e û wiha pêde çû: “Ya esas mijara mafan e. Li vî welatî tu dikarî bibî her tişt lê tu nikarî bibî kurdî. Yên hebûna wan tune be azadiya wan jî tune ye. Devlet Bahçelî got bila Abdullah Ocalan ji mafê hêviyê fêdê bigire. Paradîgma dewletê ya înkar û îmhayê ye. Heta ev paradîgma ne guhere ne pêkane. Mafê Kurdan nabe mijara bazarê. Li dewletê nenerin. Li Birêz Abdullah Ocalan binêrin. Birêz Abdullah Ocalan ji bo jiyana nû têdikoşe. Li Birêz Abdullah Ocalan binêrin hêvî bi wî re ye.”

Di sernavê ‘Wateya wê ya li Rojhilata Navîn: Jiyana hevpar a wekhev, azad û aştiyane ya li ser bingeha xwerêveberiya gelan û azadiya jinê ye’ de Dr. Amy Austîn Holmes axivî û diyar kir ku der barê Rojava de di 2015an de xebat meşandine. Amy Austîn Holmes balkişand ser têkoşîna jinan ali Rojava û çar xalên di Peymana Civakî ya li Rojava.

Dr. Arzu Yilmaz jî di sernavê ‘Têkiliyên Tirkiye-Rojava. Siyaseta Tirkiyeyê ya Sûriyeyê û bandora pozîsyona Rojava ya li ser hevsengiyên herêmî û navneteweyî’ axivî û got: “Em niha ne di hawira aştiyê, di ya şer de ne. Di dema şer de ne aştî lê tifaq dibin.”

Cengîz Yureklî jî di bin sernavê ‘Tecrîd û xirecira aştiyê: Pirsgirêka tecrîdê di çarçoveya xwe ya gerdûnî de û rola dîrokî ya Abdullah Ocalan a di lêgerîna aştî û çareseriyên demokratîk de’ de axaftina xwe kir. Cengîz Yureklî diyar kir ku Abdullah Ocalan li Îmraliyê li dijî konsepta înkar û îmhayê çareserî afirandiye û got divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin.

Parlametnerê Stenbolê yê DEM Partiyê Cengîz Çîçek jî di bin sernavê ‘Pêvajoyên muzakereyê û zemîna çareseriyê ya di têkiliya Dewlet-Ocalan de: Tecrubeyên Oslo û Îmraliyê; paşxane, pêşketin, derfet û astengî’ de axivî û got aktorê herî hevgirtî Abdullah Ocalane û çarserî bi azadiya wî pêkane.
Piştî axaftinan roja ewil a konferansê bidawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

7 COTMEH 2026
‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

‘Şahbanûya Afrîkayê’ li Hewselê xwe da ber tavê

7 COTMEH 2026
Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

Nobeda jinan: Jin tune be jiyan jî tune ye

7 COTMEH 2026
Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

Li Sêrtê dema çinîna kizwana ye: Dikin qehwe û sabûn

7 COTMEH 2026
Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

7 COTMEH 2026
Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

Deriyê Meher: Deriyê ku ber bi Xwedayan ve vedibe

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne